Ji Dayikên Şemiyê banga referandûmê

Dayikên Şemiyê di çalakiya şemiyê de aqûbeta Maksut Tepeli û Mehmet Înan pirsîn. Her wiha dayikên şemiyê ji bo referandûmê bangavazî kirin û gotin em bêjin ‘NA’.

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe di hefteya 619'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikan dîsa wêneyên xizm û zarokên xwe, qurNefilên sor û pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne" hilgirtin. Dayikan çarikên spî ku sembola aştiyê ye danîn ser pankartê û li vir daxuyanî dan. Di çalakiyê de Wekîla Serokên Meclîsa Tirkiye û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Maksut Tepelî yê di 2'ê Sibata 1984'an de di bin çavan de hat windakirin û Mehmet Înan wê di 28'ê Sibata 1994'an de hat windakirin hat xwendin. Di çalakiyê de dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995'an de di bin çavan de hat windakirin Hanife Yildiz axivî. Yildiz diyar kir ku demek dirêj e li windayan digere û hêj edalet nehatiye vir. Yildiz, anî ziman ku dema Erdogan serokwezîr bû bi wîre hevdîtin kirin û wiha got: "Erdogan wê demê got 'Di serdema me de tu carî winda nebûne' Lê Komkujiya Roboskê di serdema wan de pêk hat. Li herêmê mirov bi îşkenceyê hatin kuştin. Cenaseyên mirovan di sarincan de hatin veşartin. Erdogan dibêje 'ez ne dîktator im' Lê niha amadekariya dîktatoriyê dike û mirovan ji vê yekê re amade dike." 

MAKSUT TEPELÎ LI KU YE?

Parêzera malbata Maksut Tepelî Gulseren Yolerî jî mafê axaftinê girt û pirsa Tepelî kir. Yolerî wiha got: “Tepelî di 2'ê Sibata 1994’an de hat binçavkirin. Em dizanin ku dema hat binçavkirin polisan li wî da. şahid hene ku di bin çavan de îşkence kirine. Di sala 2006'an de rayedarên dewletê diyar kirin ku Tepelî bi lêdanê hatiye binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye. Dewlet dizane ku Tepeli li ku hatiye definkirin. Ji ber vê yekê em ji rayedarên dewletê dipirsin û dibêjin. Der barê dosyayên Tepelî de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn jî da. Lê tu encam ji wir jî dernakeve. Em wê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME)." 

Parlamenterê CHP'ê jî diyar kir ev qad bûye Qada Wîjdanê dayikan û ew ji bo cîhaneke ku kuştin lê tune be têdikoşin. 

‘JI BO AŞTIYÊ WINDAYAN RONÎ BIKIN'

Parlamenera HDP'ê Pervin Buldan jî ani ziman ku berî her tiştî ji bo aştî pêş bikeve divê winda bên dîtin û wiha got: "Ev qad dil diguvêşe. Em li qada Galatasarayê dibin şahidê qêrîna dayikan. Gelek dayik bêyî windayên xwe bibînin ji nava me qetiyan û çûn. Em wê heta dawî li aqûmeta windayan bipirsin. Ev dengê wîjdan ê ew qas bi hêz wê aştiyê bîve vi welatî. Em bang li dewletê jî dikin û diyar dikin ku heta winda neyên dîtin û hesab neyê pirsîn wê aştî li vî welatî pêş nekeve. Ji vî welatî re aştî, edalet û demokrasî pêwist e.

GUHERTINA QANÛNÊ TENÊ BI ÇEND KESAN PÊK NAYÊ

Mirova şemiyê Mukaddes Şamil daxuyanî da û bal kişand ser daxwaza guhertina qanûna bingehîn ku di 21'ê Çile de di meclîsê re derbas bû û wiha got: "Guhertina Qanûna bingehîn dengê bi çend dengên li meclîsê ne pêkan e. Qanûnên Bingehîn peymana nava civakê ye. Ji ber vê yekê divê hemû deng û vîna civakê di navde hebe û hemû civak xwe di navde bibîne. Ev guhertina qanûna bingehîn rejîma otorîter armanc dike. 

'23 SAL  IN AGAHIYÊ JI KURÊ XWE NAGIRIM'

Dayika Mehmet Înan Emine Înan jî anî ziman ku 23 salin kurê wê winda bûye û wiha got: "23 sal in agahiyê ji kurê xwe nagirim. Ez dibêjim êdî bes e. Ez dixwazim fêr bibim ku çi hatiye serê kurê min. Bavê 7 zarokan ê 40 salî Mehmet Înan li Sêrtê dijiya. Karkerê înşaetê bû. Di mehekê de 2 caran hat binçavkirin. Herî dawî di 28'ê Sibata 1994'an de dema çû alavan li Sûka Sêrtê bikire hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Bavê wî Alî Înan roja dîtir serî li Dozgeriya Komarê ya Sêrtê, Fermandariya Tugaya Sêrtê da. Hemû hewldanên malbatê bê encam man. Bav Înan 2 salan li kurê xwe geriya û bêyîe kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Ez niha 90 salîme û niha li hestiyêkurê xwe digerim. Şamil, Ez dixwazim ji bo dîtina windayan lêkolîn û lêpirsînek xurt bê meşandin û winda bên dîtin."