Ji bo sê jinên şoreşger li Elmanyayê çalakî hat lidarxistin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji sê jinê şoreşger ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakî hat lidarxistin û ji dewleta Fransayê hat xwestin, kiryaran ceza bike.

Ji bo sê şoregerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, bi pêşengiya YJK-Elmanya û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiya protestoyî hat lidarxistin.

Lîstikvanên tîmên futbolê yên Bonn Ûmûtspor, Koln Botanspor û Duren SV Kurdistanspor bi unîformayên xwe tevlî çalakiyê bûn. Endamên Însiyatîfa jinê ya Grevenborîchê jî li çalakiyê amade bûn.

Çalakî li Martîn Lûther Platzê pêk hat û ji dewleta Fransayê hat xwestin, kiryaran ceza bike.

Di çalakiyê de bang li raya giştî hat kirin ku li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bêdeng nemîne. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî", "Faşîst Erdogan, hevkarê wî Fransa" û "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" qediya.

...