Ji bo Sakîne, Leyla, Fîdan bang edelatê hate kirin

Li Herema Draguingane û Existence March banga ji bo Sakîne, Leyla, Fîdan bang adaletê hate kirin.

Bi mebesta ku komkujiya li Parîsê were şermezarkirin û ji bo jinên şoreşger ên Kurd Sakîne, Leyla, Fîdan edelat were xwestin, roja Yeksemê, 22'yê Çile, li ber Gare bajare Cannes Kurdistanî û dostên wan li hev kom bûn û heta meydane li ber devê behrê mesiyen. Di meşê de ku bi peşengtiya Inisyatifa Jinan li heremê hate organizekirin, bi şiyara 'Em adalete dixwazin', 'Em hemû Sakine, Fîdan û Leyla ne' u 'Kujer Tirkiye, hevkar Fransa' ji bo her sê jinen şoresger adalet hate xwestin. Belavoken bi zimane Fransî di nava bajer de hatin belavkirin, astengkirina doza komkujiya Parise hate sermezarkirin û bang li Fransaye hate kirin ku rastiyê derxîne holê.

Gel bi coseke mezin meşa xwe kir û bi deqeyek rezgirtinê bi dawî kir. Nûnera TJKE’yê siyaseta netew-dewletan a  li hemberî tevgera azadiye bi bîr xist û erîşên li hemberî vîna azad ye jin û ciwanan iermezar kir. Li hemberî van erîsan di sexsê komkujiya Parisê de bang hate kirin ku têkoşîna were geşkirin.

Çalakvanên 'Existence March' (Mesa Hebune) Bahar Û Saadet ku ji meha Cotmehe 2015’ şûn ve ji bo mafe gele Kurd li ser piyan e û bi hedefa Netewen Yekbuyî li Cinêv, ji Norwecê heta herema Draguignane mesiyan, ji gel re axivin. Di sexse her sê jinen şoresger de, banga şopdariya reya wan û bilindkirina tekosîna demokratik hate kirin. Ji bo berdewama çalakiya wan ya li ber Netewen Yekbuyi li Cinêvê banga destekkirine hatiye kirin.

Miting bi şiyara 'Sehit namirin', 'Biji Serok Apo' û ' Jin Jiyan Azadi' bi dawi bu.