Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Ji bo parastina Şoreşa Rojava çi ji destê me tê divê em bikin'

'Divê Tirkiye bê boykotkirin, weke cihekî betlaneyê neyê dîtin: ji ber ku Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake. Rojava şoreşeke jinê ye. Divê çi ji destê jinan bê, ji bo parastina Şoreşa Rojava bikin."

Rojnamevan û nivîskara li Îngilistanê naskirî Rahila Gupta di heman demê de endama Sotuhall Black Sisters e ku yek ji rêxistinên jinên hindekahî û reşiyan ên li welêt e. Li dijî tundiya li jinê û koçberan gelek caran pêşengî ji kampanyayan re kiriye. Rahila Gupta li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî ji ANF'ê re axivî.

Gupta ku yek ji moderatorên Konferansa Navneteweyî ya 2'emîn a 'Jin Paşerojê Dihûnin' bû, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî got, "Beriya her tiştî ev yek dûrî ji aqil e. Tiştekî bi vî rengî tê kirin û di asta navneteweyî de kes dengê xwe nake. Ti welat di vê mijarê de nakeve nava hewldanan, bi xemsarî tevdigere. Mixabin qada me ya liv û tevgerê, kêm e; ji ber ku Tirkiye di şerê Ûkraynayê de rola navbeynkariyê li xwe danî û li dewletên Rojavayî her kes ji bo danûstandinên bi Pûtîn re bala xwe dide Tirkiyeyê. Mînak; di firotina zadê Ûkraynayê de li hev kirin ku keştî biçin bendergehên Tirkiyeyê. Di mijara veguhastina enerjiyê de jî Tirkiye di pozîsyona navbeynkariyê de ye. Yanî Erdogan vê gavê qert hemû xistine destê xwe. Mesela piştî destpêkirina şerê Ûkraynayê, Swêd û Fînlandiyayê ji bo tevlîbûna li nava NATO'yê serlêdan kirin û Tirkiyeyê jî şertê radestkirina aktîvîstên Kurd, rakirina ambargoya çekan danî holê û bi ser jî ket. Bi rastî jî dûrî ji aqil e. Her kesên ku mîna Erdogan nafikirin bi terorîstî têne sûcdarkirin û dewletên Rojavayî jî didin pey wî. Ya rast di rewşa jeopolîtîk de qada me ya manewrayê teng e. Bêguman ev nayê wê wateyê ku di vê mijarê de em ê dengê xwe nekin, tiştekî nekin an jî kampanyayan nemeşînin. Divê em van hemûyan bikin. Ji bo gavên welê bêne avêtin ku Tirkiye ji kiryarên xwe vegere, ji bo pêkanîn li Tirkiyeyê bêne ferzkirin divê em zextê li saziyên erkdar bikin."

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û helwesta ji bo parastina Rojava jî Gupta got, "Di nava tevgera femînîst a Brîtanyayê de gelekî çalak im. Di konferansên cuda de vê mijarê dixim rojevê, li rojnameyan gotaran dinivîsînim. Ev yek meseleyeke femînîst e, divê mirov Tirkiyeyê boykot bikin, malên Tirkiyeyê nekirin, Tirkiyeyê weke cihekî bêhnvedan û betlaneyê nebînin. Ji ber ku Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava jia holê rake. Rojava şoreşeke jinê ye. Divê jinên li tevahiya cîhanê çi ji destê wan tê ji bo parastina Şoreşa Rojava bikin."

Ji bo pirsa "Tevgera jinên Kurd bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' di rojeva cîhanê de ye. Wateya vê dirûşmê çi ye?" Gupta got, "Ev dirûşm bûye bingeha têkoşîna rizgariya jinê. Ev hersê gotin têkoşîna rizgariya jinê ya tevahiya cîhanê bi şênberî nîşan dide. Jin jiyanê diparêzin, jiyaneke azad dixwazin. Ji bo jiyaneke azad têdikoşin. Ez jineke bi eslê xwe ji Hindistanê me. Peyva azadî di heman demê de bi Hîndî jî tê wateya azadiyê. Lewma ez dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi kêfxweşî dipejirînim. Û îro êdî bûye dirûşmeke navneteweyî. Beriya du hefteyan li konferansa FiLiA bûm. Konferansa herî mezin a femînîst a li Ewropayê bû, 15 hezar jin tevlî bûn. Min axaftina xwe ya destpêkirina konferansê bi fikrê xwe yê li ser Rojava qedand. Min di vê konferansê de qalê kir, ji bo jinan qala modela konfederalîzma demokratîk kir. Piraniya beşdaran jinên spî yên Brîtanyayî bûn, piraniya wan femînîzm nû nas dikirin. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' jî yekemcar li wir bihîstin û vê dirûşmê di dawiya axaftina min de li salonê deng veda. Lewma dikarim bibêjim ku dirûşmeke gelekî serketî ye."