'Ji bo jinên din vê êşê nekişînin, têdikoşim'

Pêkanînên bi navê toreyê dihatin kirin, beriya Şoreşa Rojava gelekî zêde û tirsnak bûn. Dema hevser dimir, jin bi biryarê hevserê xwe re dihatin zewicandin. Mînaka Necat Mûstafa, guherîna bingehîn a piştî şoreşê radixe pêş çavan.

Beriya Şoreşa Rojava, dema hevserê jinekê dimir, ew jin li gorî 'toreyê' bi birayê hevserê xwe re dihat zewicandin. Jinên li ber vê radibûn, zarokên wê jê dihat standin. Li Rojava gelek jin hene, ku bi vî rengî neçarî zewicandinê hatine hiştin. Her kesên neçarî zewicandina toreyê hatin hiştin mexdûr in; jin, zarok û mêr bi xwe jî. Bi Şoreşa Rojava re herî zêde jin li ber vê neheqiya bi navê 'toreyê' dihat kirin rabûn. Bi Qanûna Jinê û bi rêya perwerdeyê li dijî vê yekê têkoşîneke bi biryar tê meşandin.

Necat Mûstafa, ku li gorî toreyê di 15 saliya xwe de ji aliyê malbata xwe ve hat zewicandin, dayika du keçan e. Piştî wefata hevserê wê, her du keçên dayika Mûstafa jê hat standin. Di destpêkê de ev yek weke qederekê dît.

Necat Mûstafa ku dibêje ev pêkanîn ne qeder e, piştre dîsa zewicî. Di zewaca xwe ya duyemîn de jî şeş zarokên wê çêbûn. Necat Mûstafa anî ziman, ku wê zarokên xwe yên ji zewaca duyemîn ji dayik bûn, bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan emzin kiriye û tevî zarokên xwe cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de digire.

Necat Mûstafa ku niha rêvebera Mala Jinê ya Rojava ye, ji ANF'ê re qala çîrok û serpêhatiya xwe kir.

'KEÇÊN MIN JI MIN STANDIN'

Necat Mûstafa di sala 1972'an de li navçeya Qanal Siwes a Qamişloyê ji dayik bû. Necat Mûstafa dema hat zewicandin hê 15 salî bû û zaroka wê ya destpêkê di 16 saliya wê de ji dayik bû. Piştî demeke kurt cara duyemîn ducanî bû. Hê di keça wê ya duyemîn 5 mehî bû, hevserê wê wefat kir.

Necat Mûstafa dibêje "Ez dayikek im, ku zarokên min ji min hatiye standin" û qala wan rojan dike:

"Malbata hevserê min oldar bû. Ji min re gotin, 'Tu jineke ciwan e, kurên me hene. Mayîna jineke ciwan mîna te li cem wan, heram e'. Me du rojan nîqaş kir, şer kir. Di destpêkê de keça min a mezin ji min standin. Keça min a biçûk jî hê li ber pêsîra min bû. Pênc mehî bû. Piştî ku ji şîr qut bû, ew jî ji min standin."

Necat Mûstafa anî ziman, di wê demê de tiştên bi vî rengî bi bahaneya kevneşopiyê bi zorê dihat meşandin û got, "Zarokên min ji min standin. Ez jî şandin mala bavê min. Ne hişmendî, ne jî hêzeke me hebû ku em li ber vê rabin. Wê demê kesî li êşa dayikekê nepirsî, fêhm nedikir. Ya herî dilşewat jî ew bû, yên ku ev yek bi navê toreyê didan kirin, jin bûn. Bi taybetî dayikên mêr ji bo dewamkirina vê adetê, hewl didan. Rewşeke welê hatibû afirandin, ku jinan êdî zext li hev dikirin. Ji bo dayik û zarokan ji hev qut bikin."

'6 ZAROKÊN MIN ÊN DIN JÎ JI DAYIK BÛN, LÊ ÊŞA WAN QET NEBIHURÎ'

Necat Mûstafa diyar kir, heta ku keçên wê bizewice, wê qet ew nedîtiye û wiha dewam kir: "Piştî ku hevserê min mir, ez salekê li mala malbata xwe mam. Her roj yek dihat, ji bo bi min re bizewice. Piştre ez bi bavê şeş zarokên xwe re zewicîm. Piştî ku dîsa zewicîm, zaroka min a sêyemîn ji dayik bû. Dema ew ji dayik bû û min ew mezin kir, keçên min her tim di hişê min de bûn. Bi dizî digiriyam. Rojekê dayika hevserê min ez dît, ku digirîm. Got, 'biçe zarokên xwe bibîne'. Hevserê min û malbata wî, ji bo dîtina zarokên xwe destek dan min. Teşwîk kirin, lê min newêrî bû. Ez ditirsiyam ku eger zarokên xwe bibînim, wê birîna di dilê min de ji nû ve girantir bibe."

Necat Mûstafa rojekê bi rasthatî keça xwe dibîne, lê dayika bavê wan nahêle pê re baxive. Nabêje ku ew dayika wan e.

'JI HEVALÊN HATIN MALA ME, MIN PKK NAS KIR'

Necat Mûstafa destnîşan kir, ku piştî PKK di dawiya salên 1980'î de nas kir, wê dît ku 'toreya' weke qederê didît, fêhm kiriye ku neheqiyeke mezin e û qala rojên naskirina PKK'ê dike: "Bi saya keçên xalê min Newîla û Mîhan, min PKK nas kir. Her du jî li nava refên têkoşînê jiyana xwe ji dest dan. Di nava Koma Botan de karê çand û hunerê dimeşand. Li mala me ji bo Newrozê amadekarî dikirin. Di navbera amadekariyê de bi min re daxivîn. Qala têkoşîna jinê, qala Leyla Qasim dikrin. Hevala Çîçek qala Rêber Apo dikir, bê çawa qedir û qîmetê dide jinan. Hevala Çîçek digot, 'li ber xwe bide, tu yê bi ser bikeve. Em ê hemû bi berxwedanê bi ser bikevin'."

Necat Mûstafa anî ziman, bi naskirina Rêberê Gelê Kurd re ew bûne welatparêz û piştre tevlî kar bûne: "Em hewl didin zarokên xwe bi nêrînên Rêber Apo bi welatparêzî mezin bikin. Heval dihatin mala me. Min dixwest zarokên min bi wan re têkiliyê deyne, di nava têkoşînê de mezin bibin. Dema zarok bi hevalan re bû, min ew meraq nedikir."

BI MALBATÎ TEVLÎ NAVA ŞOREŞÊ BÛN

Necat Mûstafa demeke dirêj tevî hevserê xwe xebatên gel meşand û di sala 1998'an de ji ber pirsgirêkên aboriyê neçar ma biçe Şamê. Di sala 2011'an de, piştî ku serhildanên Bihara Ereb li Sûriyeyê jî deng veda, vegeriyan Qamişlo.

Necat Mûstafa diyar kir, di dema Şoreşa Rojava de wê di televîzyonê de dîtiye ku Kurd rabûne serhildanê û wiha dewam kir: "Zarokên min gotin, 'nabe ku em êdî li vir bimînin. Em vê koletiyê ji holê rakin û biçin cem gelê xwe'. Li Şamê rewşa me ya aboriyê gelekî baş bû, lê me nedixwest li wir bimînin. Em êdî hatin, zarokan nexwestin bisekinin û tevlî serhildanê bûn. Em jî nebûn asteng li pêşiya wan. Mîna ku Rêbertî dibêje, 'bila tabûrek ji mala me derkeve'. Ez, hevserê min, zarokên min, her yek ji me bi cihekî ve çûn. Îro 4 kurên min şervanên YPG'ê ne. Keçeke min demeke dirêj di nava YPJ'ê de têkoşiya û tevlî xebatên çapemeniyê bû."

'EZ BI JINAN RE DIXEBITIM'

Necat Mûstafa, bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re, tevlî karê damezrandina Meclîsa Gel a Qanal Siwes bû, di nava Komîsyona Lihevkirinê ya Civakî, Mal û Komunên Jinan de xebitî. Niha jî karê xwe di nava rêveberiya Mala Jinê ya Qanal Siwes de didomîne.

Necat Mûstafa got, "Ez serê sibehê dest bi kar dikim, bi şev vedigerim malê. Bi gel, bi jinan re dixebitim. Min gelekî êş kişand, lê gelek tişt jî hîn bûm. Naxwazim jinên din êşên bi vî rengî bikişînin.

'KEÇÊN MIN ÊN JI MIN HATIN STANDIN, ÊDÎ MIN BAŞTIR FÊHM DIKIN'

Necat Mûstafa anî ziman, ku ji nû ve dîtina keçên xwe yên jê hatin standin, mîna fîlmekî ye û got, "Piştî şoreşê, keçên min ên ji min hatin standin, baştir min fêhm kirin. Keça min a mezin, piştî ku zarokek jê re çêbû, min ew dît. Bi keça xwe ya biçûk re jî piştre me hev dît. Bûyerên bi serê min ve hatine çawa ji we re qalê dikim, bi heman rengî min ji wan re jî qalê kir. Ewilî fêhm nekirin, nekarîn qebûl bikin.

Ez êdî keçên xwe dibînim, bi wan re daxivim. Îro min baştir fêhm dikin. Ji bo êşên min kişandiye jin û zarokên din nekişînin, ez têdikoşim û ew jî bi vê dizanin. Piştgiriyê didin min."