'Ji bo azadiya Rêber Apo divê em hê bêhtir têbikoşin'

Endama Meclîsa PAJK'ê Rohilat Amanos, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li nava gelan nirxand û bal kişand ser erk û wezîfeya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dikeve ser milê jin û ciwanan.

Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Rohilat Amanos di destpêka axaftina xwe de got, "Ez komploya li Rêberê me hat kirin, şermezar dikim. Di şexsê Rêberê me de hevrêyên li zîndanan li ber xwe diidn silav dikim. Hemû şehîdên mey ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tînim. Silavên xwe ji jinên Kurd û hemû jinên li ber serdestan radibin, dişînim."

Amanos bal kişand ser girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelên cîhanê û got, "Ji dema avabûna tevgera me heta sala 1999'an pêvajoyên gelekî dijwar rû dan. Ya ku di nava van pêvajoyan de pêngav afirand, îdeolojiya Rêber Apo bû. Li dijî serdestên ku dixwazin her tim derbê li çand, jiyan û keda gelan bixin, îdeolojiya Rêberê me û têkoşîna gelê me, destketî afirand. Îdeolojiya Rêber Apo hêzeke parastinê ye. Yên ku xwe, çand, ziman û hebûna xwe ji bîr kirin, bi îdeolojî û felsefeya Rêberî ji nû ve zindî bûn. Hêzên ku dixwestin serdestiya xwe li ser gelên mezlûm bidomînin, ev îdeolojîk weke gefeke mezin li dijî xwe dîtin. Ji ber vê yekê, hemû hêz li hev civiyan û ev komplo li Rêberê me kirin. Rêbertî ji bo gelan xwedî roleke gelekî mezin e. Hemû gel, di nava nêrînên Rêbertî de ji aliyê çand û azadiyê ve hêja ne."

'HÊZA TÊKOŞÎNÊ PÊŞÎ LI KOMPLOYÊ GIRT'

Rohilat Amanos da xuyakirin, ku jiyana li zîndanan ne cihê tinebûna mirovan e û wiha dewam kir: "Bi dîlgirtina Rêberê me re ji wan hebû ku dikarin bitepisînin. Lê belê tevî her tiştî berxwedanek derket holê. Rêberê me, ku bê navber nêrînên xwe belav kir, li nava zîndanê parêzname nivîsand. Rewşa piştî girtina Rêberê me, ji aliyê gelê me û tevahiya cîhanê ve hat dîtin. Divê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şerê li Şengalê, serhildan û berxwedanên li Rohilatê Kurdistanê neyên jibîrkirin. Berxwedan û têkoşîna derket holê, roj bi roj hêzek afirand. Bi vê yekê re Rêbertî got, 'pêşî li komployê hatiye girtin'."

Amanos destnîşan kir, di sala 1999'an de bi şiyara 'Jiyan bê Rêbertî nabe' têkoşîn roj bi roj mezin bûye û got, "Zarokek ku hê bi navê xwe nizane dibêje 'Bijî Serok Apo û Îmrali'. Nabe ku mirov vê rewşê normal û ji rêzê bibînin. Li pêşberî siyaseta serdestan, mirov sekn û têkoşîna azadiyê li Îmraliyê dibînin."

'RÊBERTÎ RÊ NÎŞANÎ JINÊ DA KU TIŞTA JI DEST ÇÛYE JI NÛ VE BI DEST BIXE'

Rohilat da xuyakirin, ku Ocalan di têkoşîna azadiyê ya jinê de xwedî roleke mezin e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêberê me tevgera PKK'ê weke tevgera jinê bi nav kir. Jinê ku di nava sîstemê de bê qîmet dihatin dîtin, bi saya Rêbertî pê hesiyan ku çiqasî hêja ne. Serdestan bi feraseta 'eger hin nekeve nava kar, wê desthilatdariya xwe xurtir bikin' pêşî li jinan girtin. Lê belê Rêbertî bi gotina 'di rêya têkoşîn û şoreşê de azadiya jinê' dest pê kir. Jinan xwe di nava îdeolojiya Rêbertî de dîtin. Jin di nava pirsên 'ez berê çi bûm, li ku bûm, diviyabû çi bihata kirin' difetisîn. Lê belê Rêber Apo rastiyeke welê afirand, ku nîşan da li cihê jin nebe jiyan nabe.

Di serî de jinên Kurd, jinên li Ewropayê, jinên Fars, Ereb û Ermenî jî xwedî li nêrînên Rêber Apo derketin. Eger Rêbertî tenê ji bo jinên Kurd têbikoşiya, dibe ku îro pirsên 'nasnameya min, çanda min, zimanê min çi ye?' nepirsiya. Dema mirov ji aliyê giştî ve binirxînin, Rêbertî rê nîşanî jinan da ku tiştên ji dest çûne ji nû ve bi dest bixe. Û ji ber vê yekê, ji bo bibin xwedî destketiyên mezintir divê em jin hê bêhtir têbikoşin."

'BERXWEDANA LI ZÎNDANA AMEDÊ ÎRO LI MEYDANÊ XWE NÎŞAN DA'

Rohilat Amanos bibîr xist, tecrîda li ser Abdullah Ocalan dewam dike û destnîşan kir, divê jin û ciwan pêşengên têkoşînê bikin. Amanos diyar kir, ji bo rakirina tecrîdê divê jin li hev bicivin, rewşê rast binirxînin û wiha dewam kir: "Ne tenê di 15'ê Sibatê de, di her kêliya jiyanê de divê em bi Rêberê xwe re bijîn û li meydanan vê yekê nîşan bidin. Bi vê tecrîdê re dijmin dixwaze em hînî tecrîd û komployê bibin. Dixwaze em tecrîdê bipejirînin. Mîna ku Rêbertî şexsek e, dixwaze em hînî rewşê bibin. Ya rast, Rêbertî ji bo gelê Kurd xeta sor e. Dixwazin me bi tecrîdê terbiye bikin."

Amanos bibîr xist, dewleta Tirk tevî ku bajarên Bakurê Kurdistanê hilweşand jî nekarî vîna gel teslîm bigire û got, "Îdeolojîk, nêrîn û hêviya Rêberê wan hene. Gelê ku bi vê dizane, tevî hemû astengiyan jî di rêya xwe de dewam kir. Berxwedana zînadna Amedê, îro li meydanan bi Mehmet Tûnçan, Asya Yuksel û Sevê Demîran re careke din xwe nîşan da, ku ev berxwedan wê bi ser bikeve. Mehmet Tûnç bi berxwedana xwe re, berxwedana Mazlûm Dogan temsîl kir. Asya Yuksel jî kesayetiya têkoşer a Hevala Sara ya li zîndana Amedê careke din bibîr xist û derxist pêş. Ev ruh roj bi roj serdestan ditirsîne. Eger em eçalakiyên xwe mezintir bikin, em dikarin destê Rêberê xwe xurtir bikin. Ji ber vê yekê divê em ne tenê di 15'ê Sibatê de, di her kêliyê de hê bi xurtî xwedî li Rêberê xwe derkevin."

'PÊWÎSTE JIN Û CIWANÊN KURD PÊŞENG BIN'

Amanos da xuyakirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ew di her kêliya jiyanê de têbikoşin û ev bang kir: "Em jin li ku derê dibin bila bibin, divê bi çaakiyên xwe morha xwe li her sedemê bixin û pêşî li komployan û tecrîdê bigirin. Ji bo azadiya Rêber Apo, pêwîste em ji her demê bêhtir têbikoşin. Di her qonaxa têkoşînê de divê jin bi taybetî pêşeng bin û hêza xwe tevlî şerê azadiyê bikin. Bang li ciwanan jî dikim ku di nava refên azadiyê de cih bigirin. Ez serketinê ji gelê me û hevrêyên me yên li zîndanan têdikoşin, dixwazim."