'Huner û pîşeyê negihêje ber destê gel, bê wate ne'

Rûşen Yakût da xuyakirin, ku li dijî berhemên fabrîkasyonê, ew berhemên ji şopên ked û kevneşopiyê dafirînin Yakût dixwaze, cihekî hevpar bê afirandin ku karibe berhemên xwe lê nîşan bide.

Jin bi berhemên xwe yên li dezgehên biçûk bi kedeke mezin dihiberînin, li ber çanda jêxwarinê ya serdema îro radibin. Li şûna bibin parçeyek ji vê sîstemê, jin alternatîfa xwe dafirînin û hewl didin tevlî jiyanê bibin.

Rûşen Yakût yek ji van hilberîneran e. Yakût li dikana xwe ya biçûk ku navê 'Pirço' lê kiriye, bi keda xwe ya destan kincan, xişr, aksesûar, abajûr, bîblo, awîzeyan hildiberîne û bi vî rengî debara xwe dike.

Rûşen Yakût ku ji beşa civaknasiyê ya zanîngehê mezûn bû, hê di dema xwe ya xwendekariyê de bi çêkirina zêr û ziber ji hevalên xwe re, dest bi vî karî kir. Yakût anî ziman, hingî qezenceke aborî ya ji vî karî nedihat bîra wê û ji karê xwe yê heyî razî ye; "Li şûna ku bibim parçeyek ji sîstemê, min xwest alternatîfa xwe bafirînim. Û di encama lêgerînan de bi alîkariya hevalan  me biryar dan berhemên em bi hev re hildiberînin li stanteke biçûk bifiroşin."

SÎNORÊ HILBERÎNÊ NÎNE

Yakût ev sê sal in bi vî karî dibile û dibêje, tişta ku herî zêde kêfa wê jê tê ew; sînorê hilberînê nîne.

Rûşen Yakût diyar kir, piştî ku wan berhemên xwe pêşkêş kir, çavdêriyê dikin bê tên ecibandin an na û got, "Li gorî vê helwestê jî, em berhemên xwe ji nû ve dafirînin. Mirovên nû, nêrînên nû rê li ber hilberîna berhemên nû vedikin. Bi vî rengî berhemên me yên ku bi guher û gerdaniyekî dest pê kir, niha gihîştiye heta qilfê pirtûkê, kilîdank, abajûr, lampeya li ser masê, kavê find li ser tê danîn, maseyên biçûk, refên pirtûkan û hilawesta zêr û ziberan. Aliyê herî xweş ê vî karî jî ew e, sînorê xwe nîne. Dema ku daxwaz zêde dibe, dema ku civak diguhere, karê tu dike jî bi pêş ve diçe û diguhere." Rûşen got, "Em dixwazin li dijî berhemên fabrîkasyonê yên sar, berhemên ji şopa kedê û kevneşopiyê bafirînin, biparêzin."

Yakût da xuyakirin, ku wan li nava kolanan, li stantê berhemên xwe di nava mirovan de dafirandin, lê belê ji ber ku şaredariyan firotina li nava kolanan qedexe dikirin, em neçar man bikevin hundirê dikanekê.

PÊWÎSTÎ BI QADEKE HEVPAR HEYE

Rûşen Yakût destnîşan kir, ku ji bo nîşandana berhemên wan ên ji keda destan, pêwîstî bi qadeke taybet heye û diyar kir, berhem navê xwe çi dibe bila bibe, dema ku negihîşt ber destê gel, bê wate ye. Yakût got, "Ya ku em dikin, encama kedê ye. Hinek ji vê re dibêjin huner, hinek jî dibêjin pîşe. Çawa tê binavkirin bila bê binavkirin, dema negihêje ber destê gel, bê wate ye. Ne rast e ku karên bi vî rengî li kolanên dûrî navenda bajêr, li hundirê dikanên biçûk bê kirin. Ji xwe hatineyek zêde ya van berheman jî nîne. Li dijî markayên mezin zêde nikare bisekine. Ji ber vê yekê, divê ji karên bi vî rengî re cihêkariyeke pozîtîf bê kirin û hê bêhtir bên teşwîqkirin."