HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Ardil û Firat ên şehîd bûn, di heman demê de nûnerên vê serdemê yên dersa berxwedanê ya xelkê me yê Dersimê ye ku beriys sed salî da qirkeran."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di destpêka meha Gulanê de li qadên Yasak û Geliyê Sal ên Dersimê, di dema operasyonên dijmin de di navbera komeke me ya gerîla û hêzên dijmin de şer qewimî. Hevrêyên me Ardil, Firat û Îsyan ên ku di şer de bi giranî birîndar bûn, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û ji bo dîl nekevin destê dewleta Tirk a dagirker bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û şehîd bûn. Mîna bi sedan jin û mêr ên Dersimî yên leheng ku di dema Komkujiya Dersimê ya 1938'an de ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtin, hevrêyên me Ardil, Firat û Îsyan xwedî li vê çanda berxwedanê derketin û di heman demê de bûn temsîlkarên ruhê fedayî yê Apoyî, bi vî rengî cihê xwe yê bi rûmet li nava dîrokê girtin. Nasnameya hevrêyê me Îsyan ê di vî şerî de şehîd bû, piştî ku eşkere bû wê bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me Ardil û Firat wiha ne:

Nasnav: Ardil Poyraz
Nav paşnav: Buşra
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Hafsat-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2021 / Dersim

Nasnav: Firat Erkendî
Nav paşnav: Ramazan Bayav
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Sakîne-Ubeyt
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2021 / Dersim

ARDIL POYRAZ

Hevrêya me Ardil li Êlihê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz a ku bi nirxên Kurdistanî dilsoz e mezin bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û di ciwantiya xwe de tevlî kar bû. Weke jineke Kurd li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên bi dejenerekirinê dûrxistina ciwanan ji têkoşînê, li ber xwe da. Weke jineke ciwan a rêxistinbûyî xwe timî perwerde kir, yên ku hîn bû bi ciwanên Kurd re parve kir û ew tevlî têkoşîna çalak kir. Piştî karên ciwanan daxwaza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe mezin kir û bi baweriya ku têkoşîna gerîla ya li çiyayên azad ên Kurdistanê wê azadiya gelê me bi xwe re bîne sala 2011'an tevlî nava refên Artêşa Jin a Azad bû.

Hevrêya me Ardil di xeta PKK û PAJK'ê de zû kûr bû û bû milîtaneke qewîn a Felsefeya Rêber Apo. Li gelek qadên cuda gerîlatî kir, di vê pratîkê de pispor bû û gelekî dixwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Hevrêya me Ardil ku milîtaneke pêşeng a xeta serketinê bû, derbasî qada Dersimê bû û ji bo xeyalên azadiyê yên gelê me kete nava şerekî bêeman ê li dijî dagirkeran. Di nava şert û mercên herî giran de li refên herî pêş tevlî çalakiyan bû ku derbên mezin li dagirkeran xist. Weke milîtaneke şareza ya Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê li çiyayên Dersimê têkoşîneke efsanewî meşand û bû mînakeke xurt a jin a Kurd a şervan û azad ku li ser xeta Rêber Apo afiriye. Hevrêya me Ardil li dijî bangên teslîmiyetê yên dagirkeran heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û dema ku cebilxaneya wê qediya bombeya xwe bi xwe ve teqand, bi vî rengî tevlî kava karwanê nemiran bû, bi ruhê fedayî yê jin a Kurd a bi felsefeya Rêber Apo bû mîna Bêrîtan û bersiva pêwîst da dagirkeran. Hevrêya me Ardil li çiyayên Dersimê ji xeta milîtaniyê tawîz neda û bi berxwedana xwe wê rêya hevrêyên xwe ronî bike.

FIRAT ERKENDÎ

Hevrêyê me Firat li Edeneyê ji dayik bû û li nava malbateke bi çandeke xurt a welatparêz mezin bû ku gelek jê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn. Ji zarokatiyê ve têkoşîn nas kir û ji nêz ve şahidî ji siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê ya li derveyî mirovahiyê ya delweta Tirk a dagirker a li dijî gelê me re kir. Li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ku ji bo dejenerekirina ciwanên Kurd li metropolan her rê û rêbazê bi kar tîne, hevrêyê me Firat cewhera xwe parast û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me li dijî êrişên dagirkeran bi tevlîbûna li nava refên gerîla bû nûnerekî bi mînak ê helwesta ciwanên Kurd û enerjiya ciwantiyê her tim li nava jiyanê nîşan da. Bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê û zîrekiya xwe ya têgihiştinê zû bi pêş ket û rêbaza gerîlatiya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir. Li her cihê ku lê ma bi xurtî tevlî bû, her wezîfeya dikete ser milê xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û rû li ken li nava hevrêyên xwe gelekî hate hezkirin û bi moraleke mezin tevlî karên şoreşê bû. Tevlîbûna bêşert û merc a li xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas û ji bo xeta partiyê serwer bibe her tim bênavber têkoşiya. Hevrêyê me Firat li dijî dagirkeran li çiyayên serî natewîne yê Dersimê têkoşiya, heta kêliya dawî li ser xeta serketinê meşiya û li dijî bangên teslîmiyetê yên dagirkeran bi berxwedanê bersiv da. Ji bo dîl nekeve destê dagirkeran bombeya xwe bi xwe ve teqand û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Firat xeta berxwedanê ya ciwanên Kurd ên milîtan û serî natewîne careke din raxist pêş çavan. Em ê sekna fedayî û şerê hevrêyê xwe Firat her tim ji xwe re bikin mînak û bikin hîmê bingehîn ê serketina xwe.

Hevrêyên me Ardil û Firat ku kesayetiya xwe ya serî natewîne ya li dijî dagirkerî û qirkeriyê bi berxwedanê şênber kirin û bûn milîtanên mînak ên Apoyî, di heman demê de bûn nûnerên vê serdemê yên dersa berxwedanê ya gelê me yê Dersimê ku beriya sed salî da qirkeran. Di serî de xelkê me yê Êlihê û eşîra Erkendî yên hêja ku bêteredût ewladên xwe yên leheng ji bo azadiya welat û gelê me tevlî nava refên azadiyê kir, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."