Hozat: Viyan Soran sembola yekîtiya gelê Kurd e

Besê Hozat: Viyan Soran kesayeteke cuda bû di nava tevgera me de. Bi sekna xwe mînak bû, pêşeng bû. Di wê demê de jin ji Başûrê Kurdistanê zêde tevlî nedibûn. Hevala Viyan tevgera azadiyê nas kir û tevlî bû.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di 11. salvegera çalakiya Viyan Soran de, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agir berda bû bedena xwe, ji ANF'ê re axivî.

Hozat di destpêka axaftinên xwe de Viyan Soran bibîr anî û diyar kir, ku Viyan Soran, di nava têkoşîna tevgera azadiyê de bi roleke pir girîng rabûye.

Hozat da zanîn, astengiya civak, eşîr û sîstemê jî Viyan Soran hemû red kiriye û tevlî têkoşîna azadiyê bûye.

Hozat got "Ji bo jinên Kurdistan û bi taybetî taybet ji bo jinên Başûrê Kurdistanê hevala Viyan kesayetiyeke mînak a kadroya jinên pêşeng temsîl kir" û axaftinên xwe wiha dewam kir;

'VIYAN BI SEKNA XWE BÛ SEMBOLA YEKÎTIYA GELÊ KURD'

"11 sal li ser şehadeta heval Viyan Soran derbas bû, lê ev 11 sal in heval Viyan bi berdewamî di nava me û têkoşîna me de bû. Hevala Viyan di nava têkoşîna tevgerê me de kesayetiyeke pir taybet e. Bi sekin û xebatê xwe re mînak bû, kesayetiyeke pêşeng bû. Di wê demê de li Başûrê Kurdistanê tevlîbûna jinê kêm bû. Hevala Viyan wê demê tevgera azadiyê nas kir û tevlî bû. Bi vê baweriyê tevlî bû ku azadiya jinên Başûr û jinên Kurdistanê bi jinê dibe. Ji bo yekîtiya gelê Kurd dibêje, 'divê ez jî roleke pir esasî bilîzim'. Bi sekna xwe, ev yek pir vekirî nîşan da. Dikarim bêjim heval Viyan bi sekna xwe sembola yekîtiya gelê Kurd e."

'ÇALAKIYA VIYAN HIŞYARIYEK BÛ JI BO TEVGERA ME'

Li ser xebatên Viyan Soran ên li nava têkoşîna azadiyê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat wiha dibêje; "Heval Viyan li Başûr demêke dirêj xebat kir û bandoriyeke pir mezin li ser jinên Başûr kir. Lêgerînên wên yên li nava têkoşîna azadiyê pir xurt bûn. Li hemberî sîstema dagirker, sîstema deshilatdar û zîhniyeta zilamê serdest xwedî sekneke pir rûmet, îrade, coş û bi moral bû. Vê seknê bandoreke mezin li ser civak û jinên Başûr kir. Di nava rêxistin em de pir xebitî. Li Rojhilatê Kurdistanê jî xebitî, li herêmên parastinê li nava refên YJA STAR'ê xebitî û  xebatên siyasî û civakî jî meşand. Di komîteya avakirina PKK’da cih girt û demekê jî em bi hev re xebitîn. Li hembeî tesfiyekarên di nava PKK'ê de bûn têkoşîneke xurt meşand. Xwedî  pîvanên azadiyê bû. Ez dikarim bêjim ku bi Serok APO re hevaltiyeke pir xurt dikir. Xeta Rêber APO, xeta azadiyê û felsefeya azadiyê bi xurtî temsîl dikir. Hem li hemberî tasfiyekaran têdikoşiya, hem jî li hemberî sîstema dagirker û zîhniyeta dagirkerî xwedî sekneke pir xurt bû. Şehadeta wê jî vê rastiyê radixe pêş çavan. Dema ku li ser Serok APO  komplo hebû hêzên komploger dixwestin Serokê me bi jehr bikin û di şexsê Serok APO de PKK tesfiye bikin. Çalakiya heval Viyan hişyariyek bû ji bo tevgerê me."

Hozat helwesta Viyan Soran a li dijî komploya navneteweyî wiha nirxand:

"Pêwîste li hemberî vê komployê nêzîkatiyeke xurt were nîşandan. Divê em xwe ji taybetmendiyên sîstema desthilatdar di nava me de afirandiye rizgar bikin û kesayeteke şoreşger ya nû di şexsê xwe de bafirînin. Em tenê bi vî rengî dikarin li hemberî hêzên komploger û tesfiyekaran têbikoşin. Lewma lazim e em di kesayeta xwe de şoreşê pêk bînin. Di vî warî de nîqaş û lêgerîn, têkoşîna bîrdozî û zayendî bi xurtî dimeşand. Di jiyana xwe de ev yek îfade dikir. Miroveke pir bi dilnizm bû, pir dildar bû. Hezkirina gel, hezkirina hevalan pir kûr bû. Nirxên mirovayetî pir kûr bû, mirovek û kesayetiyeke pir pir xweşik bû. Eger kesayetiya wê wisa nebûba ne gengaz bû ku helwesteke wisa li hemberî komplogeran nîşan bida."

'AZADIYA KURDAN BI YEKÎTIYA KURDAN MISOGER DIBE'

Hozat destnîşan kir, ku Viyan Soran di nîqaşên xwe de her tim bal kişandiye ser yekîtiya Kurdan û got, "Hêzbûna Kurdan, azadiya Kurdan bi yekîtiya Kurdan mîsoger dibe. Ji ber vê jî pêwîste Kurd yekser yekîtiya xwe çêbikin. Bi xwe jî li ser yêkîtiya Kurdan pir xebitî. Dema ku li Başûr bû digot;

"Pêwîste ez bibim sembola yekîtiya Kurdan. Pêwîste ez  biçim Bakur li wir çavkanî û ser çavê têkoşîna neteweyî, azadiya neteweyî pêwîste biçim li wir têbikoşim. Pêwîste ez  biçim êşa gelê Bakur bi xwe bibînim û ji dil hîs bikim, xizmetî gelê Bakur jî bikim'. Ji ber ku pir israr kir, derbasî xebatê YJA-STAR bû. Heval Viyan dixwest ji bo Kurdistana mezin bibe pêşenga yekîtiya Kurdan. Ev pir gîrîng e. Pêwîste em hemû xwesteka heval Viyan pêk bînin. Niha kongreya Kurdan û yekîtiya Kurdan di rojevê de ye. Divê em xwedî li vê derkevin. Hevala Viyan dixwest yekîtiya Kurdan saz bibe. Bi vê bawer bû ku destketiyên Kurdan wisa mîsoger dibe. Azadiya Kurdan li her çar beşên Kurdistan wisa çêdibe. Û rêya wê jî yekîtiya Kurdan e. Ji ber vê jî em soza wê didin ku em ê vî karî bi xurtî bidomînin. Weke rêxistinê em soz didin ku yekîtiya Kurdan em ê  bi ser bixin û xwesteka heval Viyan pêk bînin."

Li ser lêgerîn û xwestekên Viyan Soran ji bo têkoşîna jinan Besê Hozat ev nirxandin kir:

"Xwestek û lêgerîna herî zêde ya heval Viyan bi giştî ji bo jinên Kurdistanê, azadiya jinan bû. Ji vî alî ve gelekî têkoşiya. Em weke rexistina jinê sozê didin ku xwesteka hevala Viyan em ê pêk bînin û azadiya jinan em ê mîsoger bikin. Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Sîstema ku jiyana azad, wekhev û demokratîk em ê ava bikin. Sîstema neteweya demokratîk em ê li gelemperiya Kurdistanê, li gelemperiya Rojhilata Navîn saz bikin. Em soz didin ku weke rêxistina jinên azad em ê jî pêşengtiya vê bikin."

'XEYALA ESASÎ YA VIYAN AZADIYA SEROK APO BÛ'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di dawiya axaftina xwe de got, ku ew ê xeyal û xwestekên Viyan Soran bi têkoşîna xwe pêk bînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Xeyala esasî ya heval Viyan azadiya Serok APO bû. Ji bo vê xwe feda kir. Pûçkirina komployê azadkirina Serok bû. Ev helwestek bû li hemberî komplogeran. Em soza pûçkirina komployê û pêkanîna azadiya Serok APO didin hevala Viyan. Lewma jî hemû divê li her cihî gelê Kurd, dostên gelê Kurd, jinên Kurd hezên xwe seferber bikin û têkoşînê bilind bikin. Fikrê Serok APO em li di tevahiya jiyana xwe de bixin meriyetê. Em soz didin ku hemû xeyalên heval Viyan em ê pêk bînin. Me xwest li gel heval Viyan bi kesayetiyeke ku sekna azad dijî di nava têkoşînê de û bi hev re heta dawiyê em xebat bikin. Lê heval Viyan ev rê hilbijart. Ji vî alî ve em xemgîn in bi şêwazekî wiha. Şêwaza şahadeta wê em pir êşand. Lê em dizanin armanca heval Viyan çi bû, helwest ji ber çi bû. Lewma jî em pir kûr de wate didin. Em ê her tim li ser şopa hevala Viyan bin. Em ê kesayet, lêgerîn û armancên hevala Viyan her tim ji bo xwe esas birin. Bi careke din di şexsê hevala Viyan de hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi rêz û hurmet bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim."