Hilbijartiyên jin ên li Wanê serî li ber qeyûm natewînin

Hilbijartinên jin ên DBP'yî yên li Wanê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û bersiv dan êrîşên qeyûm ên li dijî xebatê jinan. Jinan gotin, ew ê karê xwe bidomînin û ti carî winda nekin.

Qeyûmên dest danîn ser şaredariyên DBP'yî yên li Wanê, Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê, Sitargeha Jinan girt û dest li xebatên jinan werdan. Têkildarî van êrîş û destwerdanên qeyûman, li avahiya DBP'ê ya bajarê Wanê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. 

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker, Hevşaredarên DBP'yî yên qeyûm li şûna wan hatin tayînkirin, aktîvîstên TJA û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî civînê bûn.

Hevşaredara Artemêtê ya DBP'yî Rojbîn Sevîl Çetîn li civînê axivî û diyar kir, destketiyên wan ên bi têkoşîna demokratîk û kedeke mezin a bi salan bi dest xistine, ji aliyê hikûmeta navendî ve bi biryarnameyan, bi rêbazeke darbeyê hatine desteserkirin. 

Çetîn da xuyakirin, bicihkirina qeyûman li şûna hevşaredaran, hewldana ji bo tesfiyekirina demokrasiya herêmî ye û da zanîn, yek ji armancên destwerdana qeyûman, rakirina sîstema hevserokatiyê, bidawîkirina temsîliyeta wekhev û tinekirina destketiyên civakî yên jinan e.

Hevşaredara Artemêtê Rojbîn Sevîl Çetîn diyar kir, tevî ku saziyên wan hatine girtin û desteserkirin jî, ew bi nêrîneke azadîxwaziya jinê, karên xwe yên li civaka civakê didomînin.

Çetîn got, "Jinên ku keda wan ji aliyê zîhniyeta nêrza ve beriya bi hezaran salan hat talankirin, ti carî winda nekirine. Wê ji niha û pê ve jî winda nekin."