Hewldanên nixumandina doza komkujiya Parîsê hatin şermezarkirin

Ji bo hewldanên nixumandina doza komkujiya Parîsê şermezar bikin, Kurdistanî bi pêşengiya jinên Kurd li gelek welatên Ewropayê daketin qadan.

Ji bo hewldanên nixumandina doza komkujiya Parîsê şermezar bikin, Kurdistanî bi pêşengiya jinên Kurd li gelek welatên Ewropayê daketin qadan.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo komkujiya Parîsê şermezar bikin û balê bikişînin ser doza komkujiyê, Kurdistaniyan mîtîngek lidar xistin. Girseya gel bi vê armancê li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Fransayê li hev civiyan.

Li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, bi mirina bi guman a tetîkkêş Omer Guney re dewleta Fransayê wê nikaribe xwe ji berpirsyariya vê dozê rizgar bike. Di daxuyaniyê de işaret bi bendewariya gelê Kurd, dostên wan û raya giştî hat kirin û hat gotin, berpirsyariya Fransayê ya ji bo bicihanîna edaletê, di vê dozê de qat bi qat zêde bûye.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin", "Em edaletê dixwazin" hatin qîrîn. Her wiha hat ragihandin, ku wê di rojên pêş de jî çalakî bên lidarxistin.

HAMBÛRG

Hewldanê ji bo nixumandina komkujiya Parîsê, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Di mîtîngê de, ku ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekirin, hat ragihandin ku bi kuştina kujer Omer Guney re hewl hatiye dayîn, doz bê nixumandin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku weke jinên Kurd, heta kujerên rastî bên eşkerekirin, ew ê lêgerîna xwe ya li edaletê bidomînin.

Rojnamevana Elman û parêzvana mafên mirovan Annet Bender jî li mîtîngê axivî û anî ziman, Sakîne Cansiz û hevalên wê, ji ber lêgerîna xwe ya li edaletê hatine kuştin. Bender destnîşan kir, ku bedenên van her sê şoreşgeran ne di nava wan de bin jî, nêrîn û pratîka wan wê her tim rêberê wan bin.

Di mîtîngê de jinan dirûşmên "Jin jiyana azadî", Şehîd namirin", "Bijî piştgiriya jinan" qîriyan û belavok li derdorê belav kirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûsê yê li Başûrê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevî Kolektîfa Piştgiriya Gelê Kurd bi heman armancê meşek organîze kir.

Meşê danê êvarê ji Meydana Capîtol a li navenda bajêr dest pê kir û gelek belavok li ser armanca çalakiyê hatin belavkirin.

Girseya gel piştî gera li nava bajêr, li Meydana Capîtol vegeriya û li vir daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dirêjkirina dema destpêkirina dadgehê û mirina kujer Omer Guney wê ti carî gelê Kurd ji daxwaza edaletê venegerîne. Em weke jinên Kurd ên li Toûloûse dijîn, heta ku ev komkujî bê ronîkirin, em ê bi daxwaza edaletê her li meydanan bin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

KOPENHAGEN

Meclîsa Jinên Kurd a Sêvê, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê mîtîngek lidar xist.

Hevseroka Meclîsa Jinên Kurd a Sêvê Zaxê Dogan li vir daxuyaniyek da û bal kişand ser hewldanên nixumandina komkujiyê û doza li ser vê komkujiyê. Dogan da xuyakirin, ku piştî mirina bi gumanbarî ya tetîkkêş, dibe ku doz bê betalkirin, lê belê weke mirovên Kurd ew ê dest ji vê dozê bernedin.

Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Em edaletê dixwazin" qediya.