'Hevrêtiya ji zozanan dest pê kir û li nava refên gerîla didome'

Gerîla Sema û Rojbîn dan xuyakirin, ku ew serbilind in, ji ber ku di nava refên PKK'ê de ji bo azadiyê têdikoşin û gotin, "Em xizmên hev in. Lê ji vê wêdetir em di nava PKK'ê de hevalên hev in."

Em li kampeke gerîlayên jin a xweser in. Zivistan e, berf ji çonga me derbas dike. Li hundir, em dest bi sohbeteke bedew dikin. Di nava gerîlayên ku em hêdî hêdî wan nas dikin de, du jinên dûrî sohbetê bala min dikişînin. Li mangayeke din a ku çend metreyan dûrî me ye, rûdinên. Yek jê hinekî xwe dirêj kiriye û betanî avêtiye ser xwe. Ya din jî li ser serê wê ye û qala hin tiştan dike. Piştî ku dengê gerîlayên li dora min kêm bû, em dengê ji aliyê wan ve tê dibihîzin.

Gerîla Sema ji gerîla Rojbîn re dibêje, "Artêşa Tirk a ku ji mirovahiyê derketiye jî, nekarî bi te. Lê belê grîbê kariye bi te. Şerme ji te re hevala Rojbîn. Mirov ji ber grîbê dikeve?' Rojbîn a porê wê kurt e û ji hal ketiye, bi dengekî nizm jê re dibêje, "Sema tu hatiye ji bo moral bide, yan jî moral ji min bistîne? Min fêhm nekir."

Gerîla Rojbîn ev çend roj in ji ber grîbê nikare ji nava ca derkeve. Gerîla Sema ji bo wê ziyaret bike, çend saetan meşiya ye. Ji roja hatiye jî, her li ber serê wê ye. Car carna bi dilovanî û dilgermî nêzî wê dibe, moral dide wê. Carna jî pê li rehê wê yê milîtaniyê dike û dixwaze tiştekî bi Rojbîn bide xwarin û vexwarin. Piştî ku çend deqeyan li wan temaşe dikim, diçim cem wan û tevlî sohbetê dibim. Bi wextê re ez fêhm dikim ku her du gerîla dotmamên hev in. Her du jî ji koçerên Sêrtê ne. Gerîla Rojbîn di sala 2013'an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Gerîla Sema jî piştî salekê.

Gerîla Rojbîn bi min re dikene û piştre li Sema vedigere û dibêje, "Heval Sema, de bêje 'bêyî de min îdare nekir. Dema Rojbîn çû ez bi tenê mam. Ji ber vê yekê hatim çiyê'. Gerîla Sema jî dibêje, 'Çi eleqeya xwe bi vê heye. Eger tu tevlî nebûya jî ez ê tevlî bibûma'. Gerîla Rojbîn jî dibêje 'Belê belê, tu yê ji sedî sed tevlî bibûya'. Tevî ku ji gotinên Sema bawer jî dikir. Rojbîn baş dizanîbû, ku Sema çi zû çi jî dereng wê tevlî nava refên têkoşînê bibûya. Ji ber ku bi qasî xwe ew nas dikir. Ruhê jina berxwedêr ê bi Sema re, zûdeyî dîtibû. Ji xwe wê niha bersiva vê jî bida. Lê dîsa jî xwest, bi gerîla Sema re henekê bike.

Davêjin ber hev. Lê vê yekê bi hezkirin, hesret û hevrêtiyê dikin. Ez vedigerim gerîla Sema ku hewl dide tiştekî bi gerîla Rojbîn bide xwarin û vexwarin. Jê pirsim, 'tiştekî çawa ye ku tevî dotmama xwe li nava heman refên têkoşînê ye?' Gerîla Sema dikene û dibêje, "Ji xizmbûyînê wêdetir bi heval Rojbîn re em heval in. Ne weke xizmên hev, weke hevalên hev em li heman refên têkoşînê ne û bi vê jî gelekî kêfxweş im. Têkiliya xizmbûyînê çarçoveya hezkirinê teng dike, lê li pêşiya hezkirina hevrêtiya PKK'ê ti sînor nîne. Hevala Rojbîn beriya min tevlî nava refên têkoşînê bû. Ez heman piştî wê tevlî bûm. Berî em tevlî bibin jî em gelekî hêzî hev bûn û ji dil bûn. Ez bawerim, ya ku em ber bi têkoşînê ve kişand, ne xizmbûyîn bû, ev yek têkiliya hevrêtiyê bû."

'AZADÎ DI RUHÊ WÊ DE YE'

Ji ber ku nexweş e, ez naxwazim gerîla Rojbîn bi pirsên xwe biwestînim. Lê dîsa jî heman pirsê ji wê jî dikim û ew jî bi dilnizmî dibêje, "Bawerim nikarim gotineke ku vê hestê vebêje, peyda bikim. Bi heval Sema re ji zarokatiyê ve em nêzî hev bûn. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bûm, bi rojan ez lê fikirîm. Min ji xwe re digot, 'çima dema hatim min agahî neda wê? Min çima ew li nava wê sîstemê hişt? Bi sedan pirsên bi vî rengî. Lê der barê heval Sema de di mijarekê de ez zelal bûm. Çi dibe bila bibe wê Sema bihata. Ji ber ku min dizanîbû, ew ê jiyaneke di nava wê sîstemê de qebûl neke. Di ruhê wê de azadî heye. Ji ber ku min bi van dizanîbû, hesret û hezkirina min zêdetir dibû." Hê axaftina xwe neqedand, kuxikê dest pê kir û ez jî naxwazim wê zêdetir biwesînim.

Gerîla Sema jî bi dilovanî û germahiya hevrêyê gerîla Rojbîn hembêz dike û bi kenekî ji dil lê dinêre. Bi destên xwe yên spî boz avê dide Rojbîn û jê re dibêje, "Tu xwe newestîne, ez ê gotinên te temam bikim." Li pêşberî van gotinan gerîla Rojbîn dikene.

Gerîla Sema di dawiya axaftina xwe de dibêje, "Eşqeke bi tenê ya jinên PKK'yî heye. Ew jî eşqa welêt e. Eşqa jiyan û mirovahiya azad e, ku wê bi jina azad bafire."