BI DÎMEN

'Heta ku Rêberê me û gelê me azad bibin, em ê nesekinin'

Gerîlayên YJA Starê komploya 15'ê Sibatê nirxandin û gotin, "Heta ku Rêberê me û gelê me azad bibin, em ê nesekinin û her têbikoşin."

Gerîlayên YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di salvegera 18. de komploya 15'ê Sibatê nirxandin, ku vê yekê weke 'Roja Qirkirina Kurdan' bi nav dikin. Gerîla dibêjin, eger Rêberê wan azad bibe, wê komplo biqede û bang li gel û dostê Kurdan kirin, ku têkoşînê xurtir bikin.

Gerîlayên YJA Starê ji ANF'ê re axivîn:

'YA GIRÎNG, MEŞA LI SER ŞOPA RÊBERTÎ YE'

DÎCLE AMARA: Weke gerîlayên YJA Starê, em komploya li dijî Rêberê xwe, di salvegera 18. de şermezar dikin, lenetê lê tînin. Armanca wan, ne dîlgirtina fîzîkî ya Rêberê me bû, wan dixwestin felsefe û ramanê Rêbertî dîl bigirin. Lê belê Rêbertî bi fikir û ramanên xwe pêşî li vê girt. Di herikîna dîrokê de gelek caran xwestin, vê komployê li dijî gelê Kurd bi kar bînin û ev yek cerbiandin. Lê belê Rêbertî her tim pêşî li vê girt.

Rast e, dibe ku Rêbertî dîl hat girtin, lê belê ramanên wî, felsefeya wî ti carî dîl nehat girtin.

Weke gerîlayên YJA Starê û jinên Kurd, pêşîgirtina li vê komployê me weke wezîfeyekê daniye pêşiya xwe û em ê bi felsefe û ramanên Rêbertî, têkoşîna xwe bidomînin.

Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo jinên Kurd, di heman demê de ji bo tevahiya mirovahiyê û hemû gelan proje pêşkêş kir. Îro bi mîlyonan jin û xortên ciwan li ser rêya Rêbertî bi fedayî dimeşin. Dijmin çi dike bila bike, pêşî li vê komployê hatiye girtin. Lê belê ya ji bo me girîng ew e, bi hestên azadiyê meşa li ser şopa Rêbertî ye.

Dijmin gelekî bi ciwanan dilîze. Bi rê û rêbazên cuda hewl dide bixapîne û bixe ser rêyeke nebaş. Pêwîte ciwan êdî pêşî li vê bigirin, bidin pey jiyaneke rast û xwedî li Rêberê xwe derkevin.

ZÎLAN PATNOS: Rêber Apo, ku lîstik, zîhniyet û komployeke qirêj lê hat kirin, bi berxwedana xwe ya mezin bersiv da hêzên navneteweyî. Weke şervanên azadiya Rêbertî, weke milîtanên Rêbertî, em soz didin ku em ê bi berxwedaneke mezin a li dijî vê komployê, bi daxwazeke mezin a serketinê li dora Rêbertî li hev bicivin û xeta xwe ya serketinê mezin bikin. Cîhan û jiyaneke bê Rêbertî nabe. Em ê komployê têk bibin û bi vê armancê bi xurtî li ber xwe bidin.

NIŞTIMAN AZADÎ: Ez vê komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê şermezar dikim. Dewletên xwînmêj di vê pêvajoyê de çiqasî bi ser gelan ve bên jî, gel her li ber xwe didin. Weke gerîlayên YJA Starê em ê jî bi gelê xwe re bin. Heta ku Rêberê me û gelê me azad bibe, em ê nesekinin.

'WÊ HESAB JI  BERPIRSYARÊN KOMPLOYÊ WERE PIRSÎN'

ZINARÎN GOYÎ: Beriya her tiştî ez komploya 15'ê Sibatê şermezar dikim û dibêjim, wê hesab ji berpirsyarên vê komploya navdewletî were pirsîn.

Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve azadiya Rêbertî hatibe astengkirin, lê belê berî û piştî 99'an, ti carî nikarîbûn nêrînên Rêberê me asteng bikin. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin. Em dibêjin, em ê ne kêmî çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bikevin nava çalakiyan. Heta ku Rêberê me û gelê me bi temamî azad bibin, ne em ê li şûna xwe bisekinin, ne jî em ê bihêlin dijmin rehet bike. Dixwazim ji vê derê, vê yekê ji tevahiya ciwanên me û gelê me re bêjim: Eger îro li Rojava, Kobanê, Şengalê destketiyên me hebin, ev hemû berhemên Rêberê me ne. Eger em îro azadiya gelê xwe esas digirin û li çiyê têdikoşin, ev yek bi saya felsefeya Rêberê me ye. Azadiya Rêberê me û gelê me êdî deynê li stuyê me ye. Em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jinên ciwan dikin, ku têkoşînê geş bikin.

'EM Ê HESAB JI KOMPLOKER Û DÎKTATORAN BIPIRSIN'

BÊRÎTAN MÎKÎS: Ez komploya reş a ku di şexsê Rêberê me Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û mirovahiyê hat kirin, şermezar dikim. Bi dîtina min, azadiya fîzîkî ya Rêberê me nêz e.

Rêber Apo ku deriyê jiyana rast û bi şeref li me vekir, ev 18 sal in li Îmraliyê ji aliyê fîzîkî ve dîl girtî ye. Em êdî nikarin xwe li vê rabigirin. Em ê ne dîktatoran nas bikin, ne jî azadiyê ji hinekan hêvî bikin. Ji bo azadiya Rêberê me û Kurdistaneke xweser, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Em ê hesab ji komplokeran û dîktatoran bipirsin.