''Heta ku birayê min ê nexweş were berdan...''

Reşahat Ada ku li Baroya Amedê di Nobeta Adaletê de ye diyar kir sê birayên wê girtîne û got, ‘’Heta ku birayê min ê nexweş were berdan ez ê ranewestim.’’

Reşahat Ada diyar kir birayê wê yê bi nexweşiya gurçik û dil ku ev 11 sal in girtiye neyê berdan wê rewşa wî wê girantir bibe û got, ‘’Van salên ku ew girtî, ez jî pê re jiyaneke zindankirî dijîm.’’

Nobeta Adaletê ya xizmên girtiyên nexweş û infaza wan hatiye şewitandin di roja 67’an de li Baroya Amedê didome.

Yek ji çalakgera Nobeta Adaletê Reşahat Ada diyar kir heta ku ew têkoşîna xwe bi ser bixin ew ê çalakiyê bidomînin û xwest birayê wê yê ku ev 11 sal in girtiye, Hamdusena were berdan.

Reşahat Ada got birayê wê yê ku li nav mablatê bi navê ‘Rodî’ tê zanîn bi nexweşiya dil û gurçikê ye û heke neyê berdan rewşa tendiristiya wî wê xirabtir bibe.

Ada wiha behsa birayê xwe kir: ‘’Birayê min li nav mablateke welatparêz mezin bû. Ji bav û kalikên xwe ve em ji bo ziman û çanda xwe têdikoşin. Birayê min jî ji bo ku xwedî li nirxên gelê xwe derketiye berdel dide. Rojekê dema ku ji dawetê vedigeriya hate girtin. Ji nav malbata me yek ji kesê dilsozê têkoşînê birayê min e. Mİrovekî zîrek, xwedî wijdan e û qedr dide mirovan. Rojekê jî dilê me neşikand. Hem xebatkar, hem kekdar e û dilsozê doza xwe ye.’’

Ada bi berdewamî diyar kir piştî ku birayê wê tê girtin wê jî pê re jiyana zindanê jiyaye û got, ‘’Dewletê piştî ku gundê me şewitand ji bêgavî me koçî bajêr kir. Piştî bi salan, piştî ku dê û bavê min vegeriyan min çar birayên xwe xwedî kirin. Herî pir dilê min bi Rodî ve bû, ji ber ku ev 11 sal in girtiye. Dema ku ew li hundir bû, bi salan ez jî jiyana zindanê jiyam. Weke ku ev ne bes be bi ser de êşkence dikin. Gelek caran e ku bi ser koxuşan de digirtin. Bi hinceta koronayê jixwe ev ji 2 salan zêdetir e em hev nabînin. Piştî ku têkiliya me ji hev birin zêdetir zextê li ser wan dikin.’’

Ada bi berdewamî diyar kir Rodî çar salan li Rîzeyê girtî may,e dema ku li Rîzeyê girtî maye pir zext û zordarî lê hatiye kirin û dema ku ew diçûne wir pir heqaret li wan dihate kirin, dema ku ew bi Kurî diaxivîn jî weke ku ew gule avêtibe wan li wan dinerin.

Ada her wiha got eynî emê sê xwîşk û birayê wê li gritîgehê bûne, birayekî wê jiyana xwe ji dest daye û got, ‘’Xwîşkek min û du birayê min eynî demê girtî bûn. Di rewşeke wiha de ku min êşa wan dikişand, birayekî min di avê de xeniqî. Dewletê nehişt xwîşk û birayê min werin ser cenaze. Êş li ser hev bi me dane kişandin .Heke adalet hebûya wiha nedibû.’’