Hejmara meha Kanûnê ya Newaya Jinê derket

Rojnameya Newaya Jin hejmara meha Kanûnê bi manşeta "têkoşîn li ber derî ye" weşand.

Hejmara meha Kanûnê ya Rojnameya Newaya Jinê bi manşeta "Têkoşîn li ber derî ye" hate weşandin.

Di vê hejmara 201'ê de li ser bûyerên rojane, perwerde, ked, huner, zanistî, tenduristî, portreyan gelek gotar hene.

Ji nivîskarên rojnameyê Akademîsyen Nazan Ustundag bal kişand ser êrişên di nava salê de li dijî jinan hatiye kirin û di serî de li Polonya, DYE, Meksîka, Fîlîstîn û Efganistanê berxwedana jinan a li dijî van polîtîkayên êrişkariyê nirxand.

Hêja Zerya jî bûyerên nava salê yên li Kurdistanê bi bîr xist û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar û yekgirtî ya jinan kir.

Yûrdûsev Ozsokmenler jî tundiya li kargehan li jinan tê kirin vegot.

Ji nivîskarên rojnameyê siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç jî di rûpelên Kurdî de polîtîkaya tecrîdê û encamên wê nirxand.

Nûrhak Gulbahar jî qala berxwedana 8 mehan a gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê kir.

Roza Metîna jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser qadên çand û hunerê û destnîşan kir ku ev êriş tenê bi refleks û têkoşîna jinê dikarin bêne têkbirin.

Çîmen Aras rojeva Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand.

Têkoşîna Emîne Şenyaşar a 65 salî ku 9 meh in ji bo edaletê dimeşîne, ji aliyê Gunay Aksoy ve hate şîrovekirin.

Di hejmara nû de yek ji gotarên balkêş hevpeyvîna bi Rebeca Lane ya ji Gûatemalayê ye ku bi huner û stranên xwe li qada navneteweyî navdar e.

Hunermenda Kurd Bermal Çem jî balê dikişîne ser cih û bandora muzîkê di ruh, hest û jiyana mirovan de.

Endama Kolektîfa Jineolojiyê ya Skoçyayê Mo Nî Ghoill serdana heyeta jinê ya Zapatista ya li Îrlanda û Brîtanyayê vegot. Xwendekarên Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava jî qala tecrûbeyên xwe yên pêvajoya hînbûnê kirin.

Rojnameya Newaya Jin li ser vê lînkê dikare bê peydakirin:

www.newayajin.net