HDP'ê ji bo cinayetên li hember jinan bên astengkirin pêşnûmeqanûn da

Koma Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi armanca astengkirina cinayetên jinan xwest di xalên têkildarî TCK’ê de guhertin çêbibin.

Koma Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi armanca astengkirina cinayetên jinan xwest di xalên têkildarî TCK’ê de guhertin çêbibin. HDP’a ji bo vê pêşnûmeqanûn da li hember ‘ji ber sekna baş’ daxistina ceza ya di dozên cinayetên jinan de nerazîbûn nîşan da.

Koma Meclîsa Jinan a HDP’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan ji bo daxistana cezayan a di cinayetên li hember jinan de bê astengkirin pêşnûme qanûnek pêşkêş kir.

HDP’ê di sedema pêşnûmeqanûnê de bal kişand ser terora dewletê ya li Kurdistanê û got: “Atmosfera mîlîtarîst ne tenê li deverên ku zîhniyeta nêrza lê xurt dibe ne tenê li deverên pevçûn lê hene li her deverê Tirkiyeyê dibe sedema ku cinayetên li hember jinan zêde bibin.”