BI DÎMEN

Gulbahar: Dixwaze modela 'reîstiyê' bîne, divê em hêza xwe rê wan bidin

Parêzer Hulya Gulbahar got, herî zêde jin bûne mexdûrê serdema desthilatdariya AKP'ê û diyar kir, AKP dixwaze bi vê referandûmê re modela 'reîstiyê' li ser tevahiya civakê ferz bike.

Parêzer Hulya Gulbahar got, herî zêde jin bûne mexdûrê serdema desthilatdariya AKP'ê û diyar kir, AKP dixwaze bi vê referandûmê re modela 'reîstiyê' li ser tevahiya civakê ferz bike. Gulbahar got, "Mafê me nîne ku em bi xemsarî tevbigerin. Divê em her kesên li dora xwe bi rêxistin bikin, dengê NA bidin û hêza xwe rê bidin."

Parêzer Hulya Gulbahar ku li nava têkoşîna jinê gelek karên girîng kir, bal kişand ser tiştên bi dengê 'erê' bên serê jinan. Gulbahar hişyarî da û diyar kir, eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê sîstemeke civakê û sîstemeke dewletê dest pê bike ku di nava vê sîstemê de hêzên qanûndanîn-rêveberî-dadgeriyê bikevin destê şexsekî.

'WÊ MODELA REÎS DEST PÊ BIKE'

Gulbahar anî ziman, bi vê yekê re wê li nava malbatê, civakê û dewletê, modelek 'reîstiyê' bikeve meriyetê û wiha dewam kir: "Di 3 beşên Destûra Bingehîn de, di mijara mafan de erk ji şexsekî re tê dayîn ku karibe bi her awayî guhertinan bike. Ev yek jinan ji nêz ve eleqedar dike. Divê jin vê yekê ji hev re vebêjin. Ji ber ku ev yek bi madeya malbatê dest pê dike. Dibêje ku divê malbat xwe bispêre pîvana wekheviya nava hevjînan, lê belê mexdûriyeta jinê datîne pêşiya xwe. Her wiha beşa 3. bi gelek xalên ku tevahiya jinan, tevahiya civakê eleqedar dike dagirtiye. Ku ev beş eleqeya xwe bi mafê xebatê, mafê tenduristiyê, mafê ewlekariya civakî, mafê avahiyan heye."

'GUH NEDIN GOTINÊN XWEŞ Û XAPÎNOK'

Parêzer Gulbahar diyar kir, eger daxwaza AKP'ê di referandûmê de bi ser bikeve, heta spora jinan jî dikare guhertin bê kirin û got, "Xala herî girîng a ji bo jinan ev e. Çend meh berê li Meclîsê komîsyonek cihêbûnê ava bû û vê komîsyonê raporek zêdeyî 500 rûpelî amade kir. Li gorî vê yekê, herî kêm yek ji 3 parên destketiyên qanûna li dijî şîdeta li jinê ya Qanuna Medenî, ji holê tê rakirin. Ev yek bernameyeke nû ya hikumetê ye. Guh nedin gotinên xweş û xapînok. Di raporê de çi hatibe nivîsandin, wê beş bi beş bi cih werin anîn. Mînak; bi ragihandina Rewşa Awarte re têkildarî sûcên zayendî qanûna berdest derket. Em vê Rêvebernameya Berdest ji rêzê nebînin. Ev yek qisas bi qisasê ye. Yanî ev yek dikare bigihêje asta; jêkirina destê dizî kiriye, jêkirina organê tecawizkar."

'WÊ QANÛNÊN DESTAVÊTINÊ BIDE QEBÛLKIRIN'

Gulbahar ragihand, hikumeta AKP'ê wê qanûnên li dijî jinan piştî referandûmê yek bi yek bixe meriyetê û got, "Di nava şert û mercên Rewşa Awarte de hewl dan guhertinên qanûnî yên li ser efûkirina tecawizkarên zarokan, zewicandina zarokan di 12 salî de bikin. Di encama berxwedana jinan de ji vê yekê vegeriyan. Lê belê ev hemû di rapora komîsyona cihêbûnê de dinivîsîne. Nefeqeya jinên dixwazin cihê bibin, wê kêmkirin... Cihêbûn wê ji bo mêr bibe bûyereke ku berdêleke xwe ya madî nîne. Jin jî eger bixwazin cihê bibin, wê bê pere li naverastê bimîne."

Gulbahar destnîşan kir, ku zêdeyî tiştên di wê raporê de hatine nivîsandin, di sibehekê de dikarin bicih werin anîn û bibîr xist, zîhniyeteke Îslama siyasî ku ji wekheviya jin û mêr bawer nake li ser desthilatdariyê ye.

'DIVÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN Û HÊZA XWE RÊ WAN BIDIN'

Gulbahar anî ziman, mafê jinan nîne ku di referandûma 16'ê Nîsanê de bê biryar in û wiha dewam kir: "Mafê jinan nîne ku neçin ser sindoqê. Ji bo destketiyên xwe yên 30 salan û siberoja xwe û zarokên xwe divê biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û xwedî li dengan derkevin. Çi ji destê me tê, lazim e em jê zêdetir bikin. Mafê me nîne ku em bi xemsarî tevbigerin. Cihê tevlîheviyê nîne, divê em bi rengekî zelal mirovên li derdora xwe jî bibin ser sindoqan û dengê NA bidin. Pêwîste em biçin ser sindoqan û hêza xwe rê wan bidin."