'Gelê Kurd hemû desthilatdarên şerxwaz pûç kiriye'

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, êrîşên ku Tirkiye li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dike nirxand û got “Gelê Kurd heta niha armancên hemû desthilatdarên şerxwaz pûç kiriye.”

Dewleta Tirk di 20’ê Mijdarê de li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên leşkerî dabû destpêkirin û di van bomberdûmanan de gelek kes şehîd ketin. Li hemberî van êrîşên ku di rojeva siyaseta Kurdan de ye, gelê Kurd li her dera dinyayê li ser pêyan e.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî derbarê armanca êrîşan û peywira siyaseta Kurd axivî. Bayindir diyar kir hişê dewleta Tirkiyeyê ji demekê zêdetir e him li ser axa Kurdistanê û him jî li Rojhilata Navîn dixwaze bi pêngavên leşkerî û şer sînorên xwe berfireh bike.

LI CEM WAN QÎMETA JIYANA MIROVAN TUNE

Bayindir diyar kir ku yek ji hevkarên Tifaqa Gel Devlet Bahçelî gotibû ‘Dema parçekirina Lozanê hatiye’ û vê gotina Bahçelî tê wateya stûneke vê stratejiyê. Bayindir got “Serokkomar Erdogan jî gotibû kirasê Lozanê êdî ji me re teng e. Ev jî tê wateya êrîşên stratejîk ên Tirkiyeyê. Di vî warî de Tirkiye dixwaze sînor û hedefên xwe bi taybetî bi rêya axa Kurdistanê berfireh bike û vî tiştî di çarçoveya dîrokî de bi cih bike. Ji bo pêkanîna van armancan guh nadin hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan û jiyana mirovan. Bi êrîşên li ser gelê Kurd dixwazin tevlî hevsenga şer bibin.”

Bayindir diyar kir dema mirov li pratîka desthilatdariyê ya 20 salan û li hişê wan ê siyasî dinihêre, di her demê de hedefek dane ber xwe û got “Tu carî dev ji van armancên xwe bernedan. Di hinek waran de em dibînin hêzên navneteweyî di warê pêkanîna van hedefan de alîkarî dane dewleta Tirk û desthilatdariya AKP û MHP’ê.Têkoşîna gelê Kurd a li Kurdistanê li dijî AKP, MHP û hişê dewleta Tirk têkoşîneke mezin meşand û heta rêjeyekê ev hedef pûç kir. Ji ber vê jî him AKP-MHP û him jî dewlet ji ber vî tiştî gelekî hêrs bûne.”

KRÎZA DEWLETA TIRK

Bayindir diyar kir îro desthilatdarî ne bi tenê di nav sînorên welat de, di hevsenga herêmî de jî li pêşiya geşbûna azadî û demokrasiyê asteng e û got “Ev tişt ne tespîta me û ya gelê Kurd bi tenê ye, îro hemû gelên li herêmê derbarê Tirkiyeyê tespîtan dike. Dewleta Tirk û hişê wê îro bi feraseta hilweşandin û talanê tevdigere, ji Kafkasyayê heta welatên Bakurê Efrîkayê bi hevsengên leşkerî tevdigere. Hemû gelên Rojhilata Navîn û welatên li herêmê ji ber vê polîtîkaya Tirkiyeyê aciz in. Di nav welat de ji ber berxwedana Kurdan desthilatdariya AKP û MHP’ê di warê domandina hebûna xwe de ketiye nav krîzeke mezin. Sedema sereke ya krîza siyasî û ekonomîk a li Tirkiyeyê ev e ku, nekarîne bigihêjin hedefên xwe yên sereke.”

ARMANCA TASFIYEKIRINA KURDAN

Bayindir da zanîn ku bi teqîna li Kolana Îstîklalê re armanca desthilatdariyê ew bû ku feraseta civakê ya li hemberî Kurdan biguherînin, lê nekarîn bigihêjin armanca xwe û wiha got, “Bi vê teqînê re armanc kirin ku berê civakê veguherînin tevgera Kurd û rêveberiya xweser a li Rojava û bi vê yekê hem mûxalefeta navxweyî hem jî civaka navxweyî dîzayn bikin. Ev teqîn ji sala 2018 'an ve tê armanckirin ku bibe wesîleya peydakirina rewatiya civakî ji hikûmetekê re ku berê bi israr dixwest xaka bakurê rojhilatê Sûriyê dagir bike. Lê belê her alî di destê wan de teqiya. Dema em hem raya giştî û hem jî li hemû sazî û rêxistinên navneteweyî dinêrin, dihat fêmkirin ku ev bûyer bi ti awayî ji aliyê Kurdan ve nehatiye kirin. Berovajî vê, hate dîtin ku ev rastî ji aliyê hêzên ku bi destên xwe ve mezin kirine, hatiye kirin. Dema ku em li agahiyên ku îro ji raya giştî re xuya dikin jî dinêrin, rastiya bûyerê pir zelal tê dîtin. Lê tevî van hemûyan jî êrîşên hewayî yên di meha Mijdarê de dest pê kirin û hê jî bi israr qadên jiyanê, embarên genim û nexweşxaneyan dikin hedef. Şerek heye ku ewqas sînoran nas nake ku qadên jiyanê yên mirovan xera dike. Di vê stratejiya hikûmetê ya li hemberî kurdan de, êdî armanca wan ew e ku bêyî cudahiya jin, zarok, sivîl û qadên jiyanê, hebûna kurdan ji holê rabike.”

ŞER TEMENÊ DESTHILATDARIYÊ DIRÊJ KIR

Bayindir bal kişand ser gefxwarinên berdewam ên li dijî operasyonên bejayî yên li gel êrîşên hewayî jî û ev tişt parve kir: “Rastî em bi hişmendiyeke dewletê ya ku di tasfiyekirina hebûn û statuya Kurdan de israr dike re rû bi rû ne. Tevî hemû daxuyaniyên raya giştî ya navneteweyî jî desthilatdarî di vî warî de tu hewldanek neda. Helbet ev yek bi mijarên bidestxistina armancan di siyaseta hundirîn de jî heye. Mînak Tirkiye dikeve pêvajoyeke hilbijartinê û ji ber vê yekê vê desthilatdariyê bi giranî rewabûna xwe ya civakî winda kiriye. Bi stratejiyeke ku bi vê hevkêşeya şer hebûna xwe diparêze tevdigere, lê divê ji bîr neke ku ti desthilatdarî bi vê armancê li dijî Kurdan tevbigere nikare zêde bimîne.”

DIVÊ BI REFLEKSÊN LEZGÎN EM TEVBIGERIN

Bayindir destnîşan kir ku ger desthilatdariya AKP-MHP'ê di vê polîtîkaya şer de israr bike wê dawiya wan wek desthilatdarên berê be û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Desthilatdarên ku îro nikarin di nava siyaseta Tirkiyeyê de cih bigirin, bi berxwedana tevgera Kurd re bûne dîrok. Korîdora van demên dawî ku em tê de ne, demeke wisa ye ku em ê bi geşkirin û mezinkirina têkoşîna civakî û mezinkirina berxwedanê jiyana vê desthilatdariyê kurt bikin û bixin selika çopê ya dîrokê. Ev pêvajoya ku di rastiyê de ji aliyê desthilatdariyê ve weke pêvajoyeke parastina hebûna xwe bi dînamîkên şer tê birêvebirin, pêvajoyeke ku ber bi karesat û asêbûnê ve tê kaşkirin e. Gelên Tirkiyeyê yên pêşeroja xwe, azadî, demokrasî û jiyana mirovane dixwazin, pêwîste li dijî vî şerê dînamîk bêjin 'bisekine!' Di vê mijarê de dixwazim bêjim ku em weke tevgera siyasî ya Kurd bêguman di serdemeke welê de ne, divê em bi lezgînî bersivê bidin."