Gardiyanan gef li rojnamevanên girtî xwarin

Rojnamevanên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Amedê, bi rêya parezerên xwe ragihandin bi hinceta ku wan di mazgala derî de nihêriye gardiyanan gef li wan xwariye.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 16 rojnamevanên Kurd bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 16’ê Hezîranê de hatibûn girtin. 4 rojnamevanên jin ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tên hiştin, bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên mafan ragihandin. Rojnamevanan diyar kir ku bi hinceta wan di mazgala derî de nihêriye gardiyanan gef li wan xwarine.

Rojnamevanan anî ziman ku gardiyanan ji wan re gotiye, “Hilavêtin qedexe ye, hûn ji bo çi xwe hildiavêjin” û li ser vê yekê hilavêtina rojnamevanan û girtiyên din hatiye qedexekirin û rojnamevanan vê nêzîkatiya gardiyanan wek derveyî cidiyetê nirxandine. Rojnamevan diyar kirin ku  gardiyanan dengê xwe li wan bilind kiriye û gardiyanan wiha gef li wan xwariye: “Ez karmendê dewletê me, ez çawa bixwazim ez ê wisa biaxivim. Ewqas kamera li derdorê hene û hilavêtina li ber kamerayan qedexe ye, hûn viya dizanin. Ger hûn  hilavêtinê berdewam bikin,çi hewce bike em ê bikin.”