BI DÎMEN

Fermandara YPJ’ê: Pêngav didome; em digihêjin armancên xwe

Fermandara YPJ’ê Kobanê wiha got: “Armanca me ya vê pêngavê rêya Dêra Zorê û Reqayê qûtkirin bû. Em îro gihiştin armanca xwe.

Di operasyona dorpêçkirina Reqa ya piştî beşa duyemîn a Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê de, îro her du bask gihiştin hev. Li ser gihiştina hev a her du baskan Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê wiha axivî:

Baskê 3. û baskê Hesekê îro gihiştin hev. Armanca me ya sereke di vê pêngavê de qutkirina rêya Dêre Zor û Reqa bû. Em îro gihiştin vê armanca xwe. Di vê pêngava ku hatî destpêkirin de ji gelek aliyan tevlîbûn çêbûn. Pêngav hê jî didome. Di vê pêngav de gelek şerên dijwar qewimîn. Gelek windahiyên çeteyên DAIŞ'ê çêbûn û me serketinek mezin bidestxist. Hemû taktîkên DAIŞ'ê yên ku dixwest di vê pêngavê de bikar bînin hatin vala darxistin. Li pêşiya wesayîtên bombebarkirî sivîl bi cih dikirin û dixwestin xwe bigihînin nuqteyên me. Me ev hemû taktîk vala derxist. Gelek caran ji li gundan mayîn ji bo pêşveçûna me asteng bikin hatibûn bicihkirin. Me ev takîtk jî vala derxistin. Me erdingariyek mezin xist bindestê xwe û em 12 kîlometre nêzî Reqayê bûne."

Di dawiya axaftina xwe de Fermandara YPJ'ê Dilbirîn Kobanê bang li hemû jinên li Dêre Zor û Reqayê kir ku werin tevlî rêya azadiyê û refên YPJ'ê bibin û wiha pê de çû: "Di vê pênbavê de jin rolê pêşeng leyistin. YPJ gelek bi hêz tevlî vê pêngavê bû û di cîhanê de mînakek afirand."

Şervana YPJ'ê ku tevlî hepêngavê bûyî Hêzil jî wiha got; "Di dawiyê de pêngav serketinekî mezin bidestxistiye û ji niha û pê ve jî wê bi çoşekî mezin berdewam bike."