Endama KNK’ê Kiwêstan Dawudî jiyana xwe ji dest da

Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Kiwêstan Dawudî ji ber nexwşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û têkoşera Kurd Kiwêstan Dawudî danê sibehê ji ber nexweşiya penceşêrê li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Kiwêstan Dawudî di nava malbatekî welatparêz de dayîkbûye. Çalakvanek siyasî û yek ji jinên têkoşer bû ku piştî şoreşa Îranê ya 1979’an tevlî nava refên têkoşînê bibû. Her wiha tecrûbeya wê ya li dijî monarşiyê hebû.

Jina têkoşer Kiwêsta Dawudî ji aliyê her du desthilatdarên paşatî û Komara Îslamê ve êş û êşkenceyê dibîne û ji bo demekê tê girtin. Kiwêstan Dawudî xwedî berxwedan û têkoşînek bêhempa bû.

Kiwêstan Dawudî ku çend sal bû endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê, her wiha di aliyê dîplomasî de jî xebat dikir. Li her beşek yê Kurdistanê ku derfetê têkoşînê lê hebû, bê ku sînorên hatîn ferzkirin bibîne, ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kir.