‘Em li Rojava ji konfederalîzma demokratîk bawer dikin’

Baharîn Kobanê ku di nav berxwedana Kobanê de bû, ji ber salvegera berxwedanê ji ANF’ê re axivî.

Baharîn Kobanê ku di berxwedana Kobanê de bû wiha got: ‘’ Bi Şoreşa Rojava cara pêşîn ku bi pêşengiya jinê serkeftinek çêdibû. Ji ber çi ev şoreş bi pêşengiya jinê ye. Em hemû jî pê dizanin ku jin heta niha ji civakîbûyina wê, ji hebûna wê dihate dûrêxistin. Timî ew ji nedîtî ve dihate dîtin û dihate çewisandin. Di dîrokê de cara pêşî kralekî xwest ku bibe serwerê hemû dinyayê, ji qoqê serê mirovan xwest kuleyan çêbike.’’’
Ji ber salvegera serfiraziya Kobanê em dixwazin bizanin ku hûn çi hîs dikin.

Di salvegera serfiraziya Kobanê de beriya her tiştî ez hemû şehîdên ku di berxwedanê cih girtin bi bîr tînim. Hemû gelên ku ji serkeftinê hêvîdar in, di serî de dayikên ku zarokên xwe dane şoreşê, hemû gelên ku tevlî berxwedanê bûne pîroz dikim. Helbet ji bo me serkeftineke xwedî wateyeke mezin bû. Em dikarin bibêjin ku di dîroka mirovahiyê de yekem car bû ku gel bi xwe li ber xwe dida û bi xwe bi ser ket. Beriya niha jî di dîrokê de gelek berxwedanên watedar çêbûne lê yekê ji van jî ev qasî bandor li dinyayê nekirine. Bi vê astê yekîtiya gelan çênebûye. Ji bo me, ji vê hêlê ve pir watedar e. Vê serfiraziyê, ji bo gelên ku li azadiyê digerin, hêviyê dikin, hêvî geştir kirin. Bû sedem ku careke dî jî berxwedan di dîrokê de bi cih bibin. Careke dî hebûna xwe ya dîrokî anî ber çavan û li xwe xwedî derket. Serkeftineke wiha bû.

Sedema ku gel xwedî li Şoreşa Rojava, li Kobanê derbikevin çi bû?

Destkeftiyên bi Şoreşa Rojava, encamê berxwedana vî gelî ye û van gelan e. Heke gel li pêş xwe ti astengê nas neke, di asta bilind de bi zext û zordariyê re hevrû nebe, pir xweşik dikare bi ser bikeve. Berxwedana Rojava ev nîşanî me da. Civaka Rojava gelek caran hatiye xwestin ji çanda wê, ji Kurdbûna wê were dûrxistin û di bin zilm û zora dagirkeran de de maye, dijminan ew çewisandiye. Hinekî jî ji rasteqîniyê hatiye dûrxistin. Dema ku têkoşîna pêşeng a Kurd nas kirin hinekî dî xwe nas kirin û rabûne ser piyan. Ev jî bi taybetî bi Rêber Apo bû.  Bi navbeynkariya Rêber Apo bi Kurdbûn, çanda xwe hisiya û berxweda dîrokî ya manûnemanê nîşan da. Vê mîrateyê kir ku şoreş dest pê bike. Heke ev hayjixwebûyîn nebûya wê ev qas bandor li ser şoreşê nekira. Ji bo Şoreşa Rojava ez dikarim pênaaseyeke wiha bikim. Helbet ne ji bo me tenê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû mînaka serkeftinê.

Li Rojava, Kobanê jina Kurd berxwedaneke çawa nîşan da?

Bi Şoreşa Rojava cara pêşîn ku bi pêşengiya jinê serkeftinek çêdibû. Ji ber çi ev şoreş bi pêşengiya jinê ye. Em hemû jî pê dizanin ku jin heta niha ji civakîbûyina wê, ji hebûna wê dihate dûrêxistin. Timî ew ji nedîtî ve dihate dîtin û dihate çewisandin. Di dîrokê de cara pêşî kralekî xwest ku bibe serwerê hemû dinyayê, ji qoqê serê mirovan xwest kuleyan çêbike. Ez dikarim bibêijm ên din jî çeteyên DAIŞ’ê bûn. Li dijî hêzeke wiha serî rakirin, şoreş ne hêsan e. Rewşa jinê giran bû. Lê di destpêka Şoreşa Rojava de, di xeta azadiya jinê ya PJAK’ê de ev baştir me dît.

Rêxistiniya vê heye. Careke dî bi Şoreşa Rojava re xwedîderketina li azadiyê, li niştiman, li gel, bi hemû hêza xwe derkete holê. Bi pêşengiya wê ev serketin çêbû. Heke pêşengiya jina Kurd nebûye, mirov ji xwe dipirse, gelo ev şoreş wê çawa pêk bihata. Dibe ku bimeşiya lê wê ne li ser zemîneke wiha serkeftî bûye. Me gelek şoreş dîtin, çûne sêrî, heta bi azadiyê çûn, lê tenê ji bo ku nîvê civakê ji xwe re esas girtin, ji bo ku jin nedîtin, azadiya jinê li ber xwe nedanîn, vîna wê nas nekirin, ev şoreş têk çûn.’’

JINÊ LI KOBANÊ PÊŞENGIYEKE ÇAWA KIR?

Vîn û azadiya jinê bi vî û azadiya civakê re yek bû. Heval Jînda Tiltemir yek ji van bû. Ew fermandarek bû. Di eniya herî giran a şer li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir, li ber xwe da, heta ku tevlî nav karwanê şehîdan bû jî ev berxwedana xwe domand. Li cihê ku lehengî dixwest jin hebûn. Bi pêşengiya şoreşê, li cihê ku şer lê herî giran bû, herî pir berxwdan hewce bû û îdîayeke mezin jê re hewce bû hevalên weke Jînda, Peyman Kobanê, Silav, Bêrîvn li eniya herî pêş bûn. Bêguman vê tenê bandor li ser jina Kurd nekir, bandora li tevahiya jinan kir.

Bi taybetî jî Şoreşa Rojava li ser jina Ereb bandoreke mezin kir. Jina Ereb ku bi salan e di jêr serweriya zilêm de bû, di bin jêrdestiya hişmendiya zilêm de bi hezaran salan di bin zilmeke giran de bû. Lê di pêşengiya jinê de, bi YPJ’ê û jina Kurd re bandoreke mezin çêbû. Heke îro jina Ereb, Asûrî, ji welatên cihê jin bibandor dibin û tevlî şoreşê dibin, ev ji ber raman û şêwaza jina Kurd e. Ev şoreş bi rengê xwe yê demokratîk, bi vî gelan, bi vîcana civakê, takekes wê bibe mînaka herî baş. Bêguman şerekî giran çêbû, lê dema ku me behsa Kobanê kir em nikarin ji vê bêrî bikin.

Berxwedana Kobanê çawa bi ser ket?

Ji destpêka şoreşê ve fedekarî, bîrewerî û lehengî hebû. Dijminan dema ku çav li berxwedana vî gelî kirin, dema ku çav li vîna jina Kurd ketin xof kete dilê wan. Ev tirs û xof tenê di nav çeteyên DAIŞ’ê de çêbû. Dema ku li pêş xwe jin ditin tirsiyan û têkçûna xwe li vir dîtin. Li dijî vê jî êrîşa giştî dane ber xwe. Tim bi talan, kuştin, darvekirin, zilm, desteserkirin, girtinê xwestin Kurdan tine bikin. Bi berxwedana Kobanê re dîtin ku ev ne pêkan e. Ez bi xwe jî di nav vê berrxwedanê de bûm û min dît di mewziyên pêş de, li devera ku şer pir lê giran bû, jinên Kurd hebûn. Li dijî vê lehengiyê, dijminê te  çi qasî xwedî teknîka pêşketî jî be, ku hemû dinyayê bidî pey xwe jî, heke hişk te xwe bi xaka xwe ve girêda û tu doza xwe de mafdar bî, ti caran bi ser nakeve. Me bi vîna xwe li dijî dijminekî wiha zalim şer kir, li dijî vê teknîka ev çend pêşketî. Ti artêşeke dî bi çekên şexsî nikare şerekî wiha bike, lê me ev kir. Artêşên bi nav û deng, li gel ku xwedî ev çend derfet û delîve bûn jî, di 3 saetan de Şengal berdan. Ango ne hêsan bû. Me ev dît; artêşa wan ne hêza parastina gel bû, hêza parastina desthilatdariyê bû. Ev pir baş hate fêhmkirin.


Gel jî ev baş nas kirin. Hate dîtin ku bi pêşengiya jinê, bi yekbûna gelan şer çawa bi ser dikeve. Şoreşa Rojava, serfiraziya Kobanê, bi pêşengiya ciwan û jinên Kurd pêk hat. Berxwedaneke pir mezin hate nîşandan. Di şexsê heval Zozan Kobanê, Rêwan de dest pê kir, di şexsê heval Arîn de geş bû, di şexsê heval Adil, Gelhat, Gulan, Hebûn, Ozgur de ev berxwedan gurtir bû û bi ser ket. Di şexsê serkeftina Kurdan de serkeftin û serfiraziya hemû gelên Rojhilatat Navîn pêk hat. Bi van berxwedana hêzên ku bi salan e dixwestin Kurdan bişikînin, şikestin, planên wan pûç bûn. Tirsa wan gelek e. Tirsa ji têkçûna hişmendiya netewperweriya hişk e, tirsa wê ji ber  sedema têkçûna hişmendiya netew-dewletê ye. Em ji mêjûya xwe bawer in. Em hay ji armanc û daxwazên xwe hene. Baweriya me heye, paradîgma, ramana me heye û yekîtiya gelên me heye. Em li Rojava ji konfederalîzma demokratîk bawer dikin. Ji bo xweseriya demokratîk têkoşîn wê berdewam dike. Divê em vê projeyê pêk bînin, da ku gelên Rojhilata Navîn bi aramî bi hev re bijÎn. Em sond dixwin ku berxwedana xwe geştir bikin û bi ser bixin.’’