'Em ê têkoşîna keça min bidomînin'

Dayika şervana YPJ'ê Çagla Ûzûn Sever Ûzûn got, ew ê têkoşîna keça xwe bidomînin.

Ji bo şervana YPJ'ê Çagla Ûzûn (Amara Semsûr), ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da, malbatê li Mala Sersaxiyê ya Okmenler a li taxa Daglioglû ya navçeya Seyhan a Edeneyê, konê sersaxiyê veda. Bi sedan kesî malbat ziyaret kirin. Girseya gel, bi qasî sed metreyî dûrî Mala Sersaxiyê li hev civiya, wêneyê şervana YPJ'ê Çagla Ûzûn vekir û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" ber bi cihê sersaxiyê ve meşiya.

Pişî meşê, girseya gel ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt. Dayika Ûzûn Sever Ûzûn, ku di heman demê de rêvebera HDP'ê ya Edeneyê ye, li vir axivî. Dayik Ûzûn da xuyakirin, ku keça wê li dijî DAIŞ'ê bi lehengî şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Ûzûn got, "Ji bo mirov karibe cihê xwe di nava vê têkoşîna bi rûmet de bigirin, cesaret divê. Û Amara ya ku ev cesaret nîşan da, li Reqayê di operasyona Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da. Ez pê serbilind im û heta dawiyê ez ê têkoşîna wê bidomînim. Ji ber vê yekê dibêjim, şehîd namirin."

Piştî axaftinê, girseya gel sersaxî ji malbatê re xwest.