BI DÎMEN

'Em ê li ser şopa Şehîd Sara bimeşin'

Gerîlayên YJA Starê li ser komkujiya Parîsê axivîn û gotin, "Em ê li ser şopa Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bimeşin."

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, di salvegera komkujiya Parîsê de ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hatin bîranîn.

'EW BÛN XETA ME YA AZADIYÊ'

DELÎLA GARZAN: Ez komploya 9'ê Çileyê şermerzar dikim û dilsoziya xwe ya bi hevrêyên hatine kuştine re careke din dubare dikim. Nedîtin û nejiyîna bi Şehîd Sara û hevrêyên wê re, ji bo min bê şensiyeke mezin bû. Dema komkujî hat kirin, ez tevlî PKK'ê nebûbûm. Min Şehîd Sara nas nedikir, tenê navê wê bihîstibû û dizanîbû yekji kadroyên damezrîner ên PKK'ê ye. Lê belê derfeta min nebû ku jiyana wê berfirehî hîn bibim. Dema ku şehîd bû bandoreke gelekî mezin kiribû. Vê rewşê bala min kişandibû. Piştre min dest bi lêkolînkirina wê kir. Min xwest nas bikim, bê vê şoreşgera jin a li tevahiya cîhanê deng vedaye kî ye, têkoşîna wê çi ye. Piştî wextekê ez hînî têkoşîna wê bû û min nas kir bê bi çi rengî li ber pêkanînên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst rabûye, li ber xwe daye. Vê yekê gelekî bandor li min kir. Jina li nava sîstemê bêhêz, bêvîn hatibû hiştin. Halbûkî Şehîd Sara bandor li tevahiya cîhanê kiribû. Jineke berxwedêr bû. Min hêzeke cuda bi wê re dÎtibû. Ev rewş bûbû sedem ku ez hê bi xurtî xwe li armancên xwe bigirim. Min xwestibû pê re wextekê derbas bike. Lê belê nemayîna pê re nayê wateya nejiyîna bi wê re. Hevalên pê re man e dema qala rêbaza wê ya jiyanê, sekna wê dikin, mirov dikevin nava hestên cuda. Bi taybetî em nirxandinên Rêberê xwe yên li ser Şehîd Sara dixwînin. Piştî xwendina pirtûka 'Her jiyan şer bû jiyana min' êdî min bi rengekî din li jiyanê nihêrî. Min fêhm kir ku di nava jiyanê de çi dibe bila bibe divê mirov dest jê bernede û her tim têbikoşin. Ji dijmin hebû ku bi vî rengî dikare derbê lê bixe. Lê belê tiştekî ku ji bîr kiribû hebû; di nava PKK'ê de li dû yeka/î diçe bi hezaran dafire. Li dû Şehîd Sara û hevrêyên wê, bi hezaran afirîn. Bi hezaran jin tevlî nava refên gerîla bûn. Şehîd Sara, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ji bo me xeta azadiyê ne. Em ê her tim şopdarên wan bin."

'ŞEHÎD SARA EZ GIHAND PKK'Ê'

RÛKEN EZDA: Şehîd Sara ji destpêka Tevgera Azadiyê ve ji bo azadiya jinê bû hêzeke mezin. Hê di nava gelê Kurd de nehatibû nîqaş kirin jî, lê Şehîd Sara yek ji damezrînerên PKK'ê bû, ku vê tevgerê gelê Kurd ji nû ve zindî kir.

Bandora herî zêde ya rê li ber tevlîbûna min vekir, hevala Sara afirand. Piştî dîtina jiyan û têkoşîna hevala Sara, min êdî weke jinekê xwe xurt dît. Min ji xwe re got, jin dikare her tiştî bike. Ez di nava civakeke feodal de mezin bûm. Weke jinekê min gelek zor û zehmetî dît. Di nava rewşekê de ku jin ji hemû mafên xwe yên xwezayî hat dûrxistin, naskirina Şehîd Sara û tevlîbûn, jiyana min gelekî guherand. Şehîd Sara ez gihand jiyana PKK'ê. Niha jî ji bo azadiya hemû jinan ez têdikoşim. Ev yek bi saya Şehîd Sara bû. Heta dawiya jiyana xwe ez ê hewl bidim hêjayî têkoşîna wê bim.

'EW XETA ME YA AZADIYÊ YE'

ARYEN SOZDAR: Şehîd Sara xeta me ya azadiyê ye. Ew şoreşgerek e navê xwe li dîrokê nivîsandiye. Şehîd Sara ewqas tişt jiya, lê qet dest ji têkoşînê berneda. Berxwedan mezin kir. Carna li jiyana xwe dinêrim. Dibînim ku hêjayî wê nabim. Di vî warî de xwe gelekî kêm dibînim. Ji ber vê yekê her tim di nava hewldanan de me. Divê jin hemû, bi taybetî gerîlayên jin xwedî li mîrateya wê derkevin.

'EW XWEDAWENDA MIN E'

ÇIYA AMED: Şehîd Sara Xwedawenda min e. Bi dîtina min, divê jin hemû bi taybetî wê lêkolîn bikin û bixwînin. Di nava PKK'ê de xwedî roleke girîng e. Ya rast ne tenê di nava PKK'ê de, têkoşîna wê bandor li tevahiya cîhanê kir. Serhildêrî û jiyana wê ya bi têkoşînê her tim ji bo min mînak e. Ew ji rêzê nejiya. Ez jî dixwazim kesayetiya Şehîd Sara di nava xwe de bafirînim. Çawa ku wê jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir, em ê jî bi kesayetÎ û li dijî dijmin her tim şer bikin.

'ZÎHNIYETA MÊTÎNGER EW TIRSAND'

ŞÎLAN KOBANÊ: Ez Şehîd Sara, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bibîr tînim. Heta dawiya emrê xwe weke gerîlayeke YJA Starê ez ê li ser şopa têkoşîna wan bim. Wan li dijî zîhniyeta serdest a mêr şer kirin. Zîhniyeta mêtînger nekarî xwe li berxwedana wan rabigirin. Lê belê divê ew zîhniyeta kor zanibe, ku Sarayek diçe bi hezaran Sara, Fîdan û Leyla derdikevin holê. Em hemû li ser şopa wan dimeşin. Ez bi xwe jî weke gerîlayeke YJA Starê di nava têkoşîneke mezin de me. Em gelek tişt ji Şehîd Sara hîn bûn. Li dijî îşkenceya Esad Oktay bi serbilindî rawestiya. Sekna azad a jinê ev bû. Ya ku dibe para me jî, şopandina rêya Şehîd Sara û hevrêyên wê ye. Dijmin ji berxwedana wan tirsiya, lewma êrîş kir. Xeta wê xeta hêz û têkoşînê ye. Ji bo azadiya hemû jinan, mezinkirina xeta wê ya têkoşînê pîvana me ya bingehîn e."