Du xwişk: Arîn û Mîrkan

Arîn Mîrkan û Mîrkan Arîn ku xwişkên hev in, dan ser şopa canbexşa Kobanê Arîn Mîrkan û bi ruhê berxwedanê tevlî nava refên gerîla bûn.

Herdu xwişkên ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, ku ji ber şert û mercên wê demê neçar man koçî Ewropayê bikin, tevlî nava refên gerîla bûn. Komkujiyên li Kobanê û Şengalê bandor li Arîn û Mîrkan kirin û bi nav û ruhê canbexşa Kobanê Arîn Mîrkan, tevlî nava refên azadiyê bûn. Arîn Mîrkan û Mîrkan Arîn gotin, "Ruhê fedayî yê Arîn Mîrkan em gihand nava refên azadiyê."

'ARÎN MÎRKAN NÎŞANEYEKE AZADIYÊ YE'

Arîn a 22 salî da xuyakirin, ku çalakiya Arîn Mîrkan a li gelemperiya Kurdistanê bûye sembol, gelekî bandor li wan kiriye û got, "Arîn Mîrkan a li Kobanê çalakiya fedayî kir, rêya azadiyê nîşanî tevahiya jinên cîhanê bi taybetî nîşanî jinên Kurd daye. Min jî piştî vê çalakiyê biryar da tevlî nava refên azadiyê bibim. Piştî min jî xwişka min tevlî bû."

Arîn bal kişand ser jiyana zor û zehmet a dûrî welatê xwe li Ewropayê û kêfxweşiya xwe ya ji ber vegera li welêt anî ziman: "Ne tenê ez, hemû malbatên Kurd ên li sirgûnê êşa jiyana dûrî welatê xwe dizane. Bi salan Kurd ji welatê xwe koçber kirin. Lê belê li şûna reva ji bo welatekî din, em dixwazin li welatê xwe vegerin û ji bo axa xwe şer bikin. Mîna Arînan, bêyî fikar û gumanan, bi rengekî fedayî me biryara tevlîbûnê da. Arîn Mîrkan ji bo hemû jinan bûye semgola azadiyê. Em jî şerê bi wêrekî û têkoşîna mîna wê datînin pêşiya xwe."

'MÎRKAN BÛ ŞOPDARA ARÎN

Mîrkan jî heman piştî xwişka xwe biryara tevlîbûnê da û got, "Ez pê bawer bûm, ku di demeke bi vî rengî de divê li vir bim û piştî xwişka xwe min biryara tevlîbûnê da. Divê kesek ji bîr neke; mîna Arînan bi hezaran Arîn hene ku dane ser şopa şehîdên canê xwe ji bo vî welatî feda kirine. Mîna min wê hê gelek Mîrkan bidin ser şopa wan û têkoşînê bidomînin."

Mîrkan wiha dewam kir: "Cihgirtina li nava vê têkoşînê ji bo me û malbata me cihê serbilindiyê ye. Dem êdî ne dema xerîbbûnê ye, dema vegera li xwe, li rastiya xwe ye. Ji ber ku em bi vê rastiyê hesiyan, me biryareke bi vî rengî dan."