Du jinên li Danîmarkayê alîkariya tibî dişînin Rojava

Du jinên Kurd ên li Danîmarkayê, ku yek jê doktor e û ya din jî hemşîre, ji bo cîhazên tibî bigihînin nexweşxaneyên li Rojavayê Kurdistanê ketin nava tevgerê.

Du jinên Kurd ên li Danîmarkayê dijîn, ku yek jê doktora dil e, ya din jî hemşîre ye, ji bo cîhazên tibî yên modern bigihînin nexweşxaneyên li Rojavayê Kurdistanê, di mehên havînê de bi navê 'Kurdiske læger og sygeplejersker initiativet' (Însiyatîfa doktor û hemşîreyên Kurd) dan dest pê kirin.

Doktora nexweşiyên dil Zeynep Bînîcî Çetînkaya û Hemşîreya Pispor Gul Ozcan, ji ber ku bi xwe jî di nava sektora tenduristiyê de ne, baş pê dizanin ku kêmaniya ekîpmanên tibî rê li ber encamên çawa vedikn.

Lewma di vê mijarê de dest bi lêkolînê kirin û li ser rê û rêbazên berhevkirina alîkariyê ji bo nexweşxaneyên li Rojava rawestiyan.

'DEMA MIN DÎT, MIN NEKARÎ ÎDARE BIKIM'

Her du jinên Kurd ji ANF'ê re axivîn û li ser karê xwe agahî dan.

Doktorê nexweşiyên dil Zeynep Bînîcî Çetînkaya, li ser pêwîstiya avakirina însiyatîfeke bi vî rengî got, "Di wan rojên ku Kobanê êşên giran dikişand de, rojekê dema li malê bûm, tiştên min dît, êşa ku li gelê min hat kirin, komkujiyên dihat kirin bi min gelekî zor hat û min nema karîbû îdare bikim. Min pêwîstî pê dît ku ez jî tiştekî bikim."

Çetînkaya da xuyakirin, ku bi vê bîr û baweriyê wê dest bi berhevkirina cîhazên tibî kiriye û got, "Wê demê siyasetmedarekî me Adem Ûzûn li Danîmarkayê beşdarî civîneke gel bû. Min hingî derfet dît pê re hevdîtinekê bikim. Pêşniyarên ku wî kir, gelekî feydeya xwe li avabûna însiyatîfê bû. Ji xwe di vê demê de min û Gul me hev nas kir. Weke welatparêzekê, piştî ku wê jÎ destek da nêrîna însiyatîfê, me dest bi kar kir."

Çetînkaya anî ziman, ku bi vê armancê wan gelek berhemên li ber destê xwe li bazarê firotin û gelek karsaz û dikandarên Kurd jî ji wan re bûn sponsor, bi vî rengî alîkarî dan wan."

'HER KES BI BERPIRSYARÎ RABÛN'

Hemşîreya Pispor Gul Ozcan jî da xuyakirin, ku beriya vê projeyê ew endameke aktîf a Komeleya Jinên Kurd a li Danîmarkayê bû û got, "Min serî li doktor û hemşîreyên nas dikim da û min ew vexwend civînên me. Bi vî rengî me gava destpêkê avêt. Tevlîbûneke xurt li civînan çêbû. Bi vê koma xwe re, me kar di nava xwe de parve kir û biryar aht dayîn ku Zeynep û ez, em pêşengiyê ji vê proejyê re bikin."

Ozcan diyar kir, wan ji hunermendan jî alîkarî xwestin û bersiva erênî ji wan re hat dayîn û got, "Bi rastî jî her kes bi berpirsyarî rabû. Gelek kesên ku di medya civakî de armanca vê projeya me xwend, bi me re têkilî danîn û alîkarî dan. Me bi ti awayî zehmetî nekişand û kesî ji me re negot na. Her kesî li dengê wî dilê xwe yê bedew guhdarî kir û bi vî rengî alîkarÎ da."

Çetînkaya spasiya hemû xêrxwazan kir û got, "Ji bo me ya girîng ew e, cîhazên tibî yên nexweşxaneyên li Danîmarkayê dane me û cîhazên ûltrasyonê yên em ê bikirin, bi destê xwe teslîmî gelê xwe bikin. Hewldanên me dewam dikin. Çirûskeke biçûk jî be, ji bo alîkariyê bide gelê xwe me dest bi vî karî kir û ev yek ji bo me bû destpêkeke baş. Di dema pêş de em dixwazin xebatên xwe berfireh bkin û ji bo hemû doktor û hemşîreyên Kurd ên li Danîmarkayê komeleyekê ava bikin."

'EM LI BENDA WÊ ROJÊ NE KU EM CÎHAZAN TESLÎM BIKIN'

Ozcan di dawiya axaftina xwe de got, "Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me cîhaza ûltrasyonê gelekî lazim e. Me biryar dan du hebên din ji vê bikirin. Wekî din di destê me de bi qasî 10 cîhaz hene û cîhazên rêjeya oksîjenê ya di nava xwînê de dipîve, hene. Nexweşxaneyên li Danîmarkayê ev dan me. Me serî li gelek cihan dan, mail şandin û em hewl didin cîhazên destê duiyan ên kêm hatine bikaranîn, cîhazên ûltrasyonê peyda bikin. Em bi kêfxweşiyeke mezin li benda wê rojê ne ku cîhazên di destê xwe de teslîm bikin."