Du jinên Êzidî yên ji DAIŞ'ê rizgar bûn gihîştin nava civaka xwe

Du jinên din ên Êzidî yên di operasyona Reqayê de ji nava lepên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, gihîştin Meclîsa Şengalê. Her du jinên ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin rizgarkirin, qala bûyerên bi serê wan ve hatî kirin.

Tevî 2 jinên di operasyona Reqayê de ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, em bi wesayîtekê ji Qamişlo diçin Dêrikê. Ev wesayît a saziyeke Rêveberiya Xweser a Demokratîk e. Ji ajokar hîn dibim ku he du jin ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Her du jinên Êzidî ji bo xwe bigihînin Meclîsa Jinê ya Şengalê, diçin Kampa Newrozê ya li Dêrikê. Ez jî tevî her du jinan ji bo biçim kampê, plana xwe diguherînim. Di rê de em sohbetê dikin. Her du jî dibêjin, ku êdî ji bo wan hêvî nema ye. Û destnîşan dikin, ku ew ji aliyê YPG'ê ve hatine rizgarkirin.

H.N. û S.H. ku şeva DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir esîr hatin girtin, di operasyona Reqayê de ji aliyê YPG'ê ve hatin rizgarkirin û bi vî rengî hev na skirin. Êşa wan weke hev e û bûyerên bi serê wan ve hatine, gelekî dişibin hev.

H.N. 35 salî ye û dayika 7 zarokan e. S.H. jî hê 19 salî ye. H.N. dema qala bûyerên bi serê wan ve hatiye dike, bi serbilindî dibêje, 'Ev ne şerma me ye, bila yên ku ev bi serê me ve anîn fedî bikin'. S.H. jî gelekî şermokî ye û dil bi tirs e. Zehmetiyê dikişîne ku bûyerên bi serê wan ve hatiye vebêje. H.N. jî yek bi yek bûyerên bi serê wan ve hatiye dibêje û di heman demê de ji S.H. jî vê dibêje, 'Divê tu qalê bike, ku her kes bibihîze. Ji bo tola me ji kûçikên ev bi serê me ve anîne bê hilanîn, ji bo jinên din rizgar bibin." Û bi vî awayî hewl dide S.H. îqna bike.

'3 ZAROKÊN WÊ Û HEVSERÊ WÊ HÊ DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE NE'

3 ji 7 zarokên H.N. hê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Di roja komkujiyê de piştî ku esîr hat girtin, ewilî ew ji hevser û keça wê qut kirine. Dibêje, ku ji ber bi 4 zarokên xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûye, kêfxweş e. Lê di heman demê de hevserê wê, zarokên wê û mirovên Êzidî yên mîna wê di destê DAIŞ'ê de ne, her di hişê wê de ne. H.N. dibêje, di şeva 3'ê Tebaxê de dema hewl dida ji Şengalê derkeve esîr dikeve destê DAIŞ'ê û wiha dewam dike:

"Dema DAIŞ'ê dest bi êrîşê kir, her kes direviya. Me jî bi wesayîta xwe hewl dan birevin. Li bendekî kontrolê em sekinandin. Mêr birin cihekî cuda, jin û zarok birin cihekî cuda. Danê êvarê em birin Til Aferê. Jin û zarok xistin malekê. Dihatin zarokên li cem jinan ên hinekî emrê wan mezin bûn, dibirin. Zarok ji bo xwe dibirin. Piştre em xistin Girtîgeha Banûşê. Em 8 rojan li wir man. Piştre balafiran lê dan. Dema balafiran lê dan em careke din birin Til Aferê û xistin dibistanekê. Ji me re gotin, ku em bi kêr nayên û em birin gundê Şîa. Keçên ciwan ji bo xwe dineqandin û dibirin. Li wê derê keçeke min ji min standin. Keçên ciwan dibirin Sûriyeyê û difirotin. Piştre em birin Mûsilê. Li Mûsilê jî em ji hev cuda kirin. Yên extiyar û li gorî wan bi kêr nayên, li Iraqê girtin. Ciwan û jin dişandin Sûriyeyê. Ez û zarokên min jî şandin Sûriyeyê. Li Sûriyeyê du kurên min ji min standin."

'EM WEKE KOLEYAN HATIN FIROTIN'

H.N. anı ziman ku wan li Sûriyeyê gelekî tehde dîtine û gelek caran li cem zarokên xwe weke kole hatiye firotin. H.N. ragihand, tirs û hof timî di dilê wan de hebû û got, "Mîna ku ya li me dikirin têrê nedikir, timî ji me re digotin, 'hûn kafir in' û li min û zarokên min didan." H.N. rojên heta rizgariyê vegot: "Em li Sûriyeyê birin cihekî û li wir jî birin Reqayê. Li Reqayê wextekê em li girtîgeheke li binê erdê hiştin û piştre birin Tetmûrê. Li Tetmûrê jî em birin cihekî din. Lîsteyek di destê wan de bû û xwendin. Mavê min jî xwendin. Kincên me ji me kirin û gotin, bimeşin. Li wê derê ez firotin zilamekî. Du mehan ez pê re mam. Kesekî ji Sûriyeyê bû. Piştre di navbera wî zilamî û berpirsyaran de pirsgirêk derket. Wî jî ez da yekî ji Sûdanê. Wî ez û zarokên min birin aliyê Babê. Piştre ji wir em derbasî Reqayê bûn. Piştî wextekê min bihîst ku keça min jî li wir e û firotine zilamekî. Ji xwe li Tetmûrê kurekî min ji min standin. Piştre li Reqayê kurekî min ê din ji min standin."

'ZAROKÊN MÊR JI BO XWE DIKIRIN CÎHADÎST'

H.N. da xuyakirin, ku zarokên mêr ên Êzidî yên ji dayikên wan dihatin girtin, ji bo li dijî gelê xwe şer bikin, dihatin perwerdekirin. H.N. anî ziman, ku piştî xwîn ji ber zarokên keç diçûn, ji bo xwe û ji bo li bazaran firoşin ji wan digirtin û zarokên mêr jî pewerded ikirin. H.N. got, "Qîma xwe bi zilma li me dikirin, netanînin. Di ser re zarokên me mîna cinawiran perwerde dikirin. Hemû zilamên em difirotin wan DAIŞ'î bûn. Malbatên wan jî hebûn. Em dibirin malên xwe jî. Me malên wan jî paqij dikirin. Jinên wan jî gelek zilm li me dikirin. Jinên wan jî li me û zarokên me dixistin."

DEMA KU BIHÎST YPG NÊZ E...

H.N. diyar kir, ew ji cem zilamê ku li Reqayê ew weke kole girtibû reviya û xwe gihand hêzên YPG'ê. Bi vî rengî qala rizgariya xwe ji nava lepên DAIŞ'ê dike: "Dema ku zilamê ez kirî û DAIŞ'iyekî din bi hev re daxivîn, min bihîst ku operasyona Reqayê dest pê kiriye. Digotin, ku heval nêzî me ne. Ji xwe li nava bajêr liv û tevgerek hebû. Hin mirov ji bajêr derdiketin. Min jî şevekî çarşef li xwe û zarokên xwe kir. Bi dizî em ji malê derketin û ketin nava mirovên li nava bajêr bûn. tevî wan gihîştim cihê heval lê ne. Eger wan li dijî DAIŞ'ê şer nekiribûna, em ti carî nikarîbûn ji wir derketibûna. Ji xwe berê min newêrîbû tiştekî wihda bike. Lê belê, dema wan kesan ji hev re digotin, heval nêz bûne, êdî cesaret hat min. Ji xwe tişta em di nav de bûn, ji mirinê xerabtir bû."

LI KAMPÊ ÊDÎ RONDIK DIBARIN

S.H. tevî hemû hewldanên H.N. jî qala çîroka xwe nake û her carê gotin di ber de dimîne. S.H. di wesayîtê de ji aliyekî ve sohbet dike, ji aliyê din ve jî bi zarokên xwer e mijûl dibe. Dema em gihîştin kampa Newrozê êdî bûbû êvar. Hêzên ewlekariyê û rayedarên kampê tên pêşwaziya me. Her kes bi hezkirinê van her du jinan pêşwazî dikin. Ji ber hewa sar e, wan dibin cihekî germ. Mirovên ku rewşa xizmên xwe yên di destê DAIŞ'ê de ne meraq dikin û li benda rizgarkirinê ne, tên serdana van jinan.

Di destpêkê de dayikên ji Meclîsa Jinê ya Kampa Newrozê bi kincên xwe yên spî boz tên serdanê. H.N. ku di rê de qala çîroka xwe kir, lê rondikek jî ji çavên wê nehat xwarê û S.H. li vê derê dema dayikan hembêz dikin, rondik ji çavên wan dibarin. Piştî wextekê jin di navbear xwe de dest bi sohbetê dikin û qala êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê û rewşa esîran dikin. Hemû dilşewat in û li dijî PDK'ê gelekî bi hêrs in, ku weke sedema esîrbûna wan PDK'ê dibînin.

S.H. QALA BÛYERÊN BI SERÊ WÊ VE HATIYE DIKE

Piştî ku endama Meclîsa Damezrîner a Şengalê û Tevgear Jinên Azad ên Êzîdxanê Zehra tê, sohbet kûr dibe. S.H. jî êdî qala bûyerên bi serê wê ve hatiye dike.

S.H. dibêje ew tevî bavê xwe esîr ket destê DAIŞ'ê: "Em girtin. Piştre ji me re gotin, 'werin em we bibin mala we'. Li wê derê bavê min ji qut kirin. Piştre em birin Mûsilê. Li Mûsilê min bavê xwe dît. Lê belê piştî ku em 10 rojan bi hev re man, careke din em ji hev qut krin. Keçên ciwan dibirin cihekî cuda. Piştî ku em şevekê li cihekî man, em birin Sûriyeyê. Li wê derê em 2 rojan li cihekî man û piştre ez birin Dêra Zorê. Li wê derê ez firotin yekî. Li wir jî her carê min difirotin hev û bi vî rengî li nava bajaran digerandin. Heta Helebê, em bi vî rengî çûn. Vê carê ez firotin yekî ji Reqayê û wî jî ez bir Reqayê. Firotina mîna koleyekê li aliyekî timî li min dixistin. Bi vî rengî min firotin 5 kesan. Gelek keçên ciwan ên mîna min hebûn bi vî rengî hatin firotin. Ji bo min êdî ti wateya jiyanê nema bû. Ez reviyam û min xwe gihand YPG'ê."

Jinên li odeyê heman êşê dikişînin, hemû jî bi hêrs û dilşewat in. Yek ji dayikan dibêje, "Em miletek in ku naxwazin tiştekî nebaş bi serê kesî ve were. Êşa van tiştên anîne serê me wê rojekê ji wan bê girtin. Kûçikên DAIŞ'ê û PDK a ku em di nava lepên wan de hişt, wê rojekê bi axîna me hilweşin."

Zehra jî ji wan re dibêje, ku êdî Jinên Êzidî bûne xwedî hêza YJŞ'ê ya dikarin xwe bi xwe biparêzin û xwedî tevgereke rêxistinbûyî ne. S.H. dibêje, wê ji hêzên YPG/YPJ'ê bihîstiye ku jinên Êzidî êdî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.

Bi demê re hejmara mêvanan zêde dibe û ez jî ji cem her du jinan diçim. Piştî rojekê H.N. û S.H. tevî zarokên wan, ji aliyê rêveberiya kampê ve mîna hemû jinên din ên Êzidî yên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin radestî Meclîsa Jinê ya Şengalê hatin kirin û ber bi Şengalê ve bi rê ketin.