Doza Peymana Stenbolê: Biryar wê paşê bê ragihandin

Di Doza Peymana Stenbolê de dozgerê Şûraya Dewletê daxwaza betalkirina biryarê kir. Dadgeh wê piştre biryara xwe bi nivîskî ragihîne.

Deh dozên ku bi mebesta betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hatibûn vekirin, îro li 10’emîn Daîreya Şûreya Dewletê hatin dîtin. Piştî parastina parêzerên Serokomarê Tirk Erdogan, danişîna dozê bi parastinên dawî yên dijber berdewam kir.

Di dadgehê de Serokê Daîreyên Peymanên Midûriyeta Giştî ya Hiqûq û Mewzûatan a Serokatiya Kar û Barên Îdarî ya Serokomariyê ya Wekîltiya Serokomariyê Emre Topal parastin kir. Topal îdia kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê têkoşîna li dijî tundiya ser jinan asteng nake û biryar li gorî hiqûqê ye.

'XELET NE WERGERÎNIN'

Piştî parastina Topal, parêzer Oya Aydin Goktaş jî têkildarî parastinê mafê axaftinê girt û bertek nîşanî parastina Topal da û diyar kir ku tu dewleteke ku rayeyên qanûnsaz, bicihanîn û darazê tê de hene rewşên wiha teknîkî qebûl nake. Parêzer Hulya Gulbihar jî ji Emre Topal re got “dema hûn peymanê werdigerînin xelet ne wergerînin” û divê her qanûneke guherînê bi xwe re tîne hewceya ji Meclîsê derbas bibe. Profesora hiqûqê Serap Yazici jî da zanîn ku tevlî parastina aliyê dozlêkirî nabin û wiha got: “Di mijara peymanên navneteweyî de Qanûna Bingehîn tenê rayeya erêkirinê da ye serokomariyê. Rayeye ku Qanûna Bingehîn red dike jî biryarnameya Serkomariyê nikare nas bike.”

‘BILA DOZ WERE BETALKIRIN‘

Piştî axaftinan jî dozgerê Şûreya Dewletê mutalaaya xwe parve kir. Dozger xwest ku şandeya dadgehê biryara betalkirina biryara vekişînê bide. Piştî xwendina mutalaaya dozger jî beşdaran çepik lê dan. Parêzerên ku li dijî mutalaayê mafê axaftinê girtin jî diyar kirin ku beşdarî mutalaayê dibin.

Parêzerên aliyê dozlêkirî piştre axivîn û gotin ku tev li nêrîna dozger nabin û bila doz were betalkirin.

Serokê dadgehê destnîşan kir ku dê biryara xwe piştre bi nivîskî ragihîne. Danişîn, bi dirûşma “Bijî piştevaniya jinan” bi dawî bû.

Li gorî qanûnê divê biryara bihincet di nava 30 rojan de ji aliyan re were ragihandin.