Doza Berdevka KJA'yê Ata hat taloqkirin

2 rûniştinên dozên ku der barê Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata ku di sala 2012'an û 2016'an de hatibûn vekirin hatin taloqkirin.

Doza li Xwediya Îmtiyazê ya Kovara Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata û Midûra Karên Nivîsan a Kovarê Helin Tolan hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. Dozger bi hinceta ku di hêmara Kovarê ya Adar Nîsana 2016'an de "propaganda rêxistinê" kiriye li Berdevka KJA ya ku bi biryara KHK'ê hatibû girtin Ayla Ata Akat doz vekiribû. Ata bi riya SEGBÎS'ê li Girtîgeha Tîpa F-1 a Kocaelî beşdarî rûniştina dozê bû. Helin Tolan jî li salonê beşdarî dozê bû. Parezer û malbata Ata û rêveberên KJA'yê jî li salonê doz şopandin. Ata, parastin kir û diyar kir ku bi riya SEGBÎS'ê parastin ne hiqûqî ye. Ata anî ziman ku di îddianameyê de KJA wekî rêxistinek dij zagonî hatiye nîşandan û ev yek nayê qebûlkirin. Ata, destnîşan kir ku KJA bi destûra Waliyê Amedê hatiye vekirin û nivîsên di kovara KJA de hatine nivîsandin li gorî rêziknameya KJA hatine nivîsandin. 
Helin Tolan jî parastin kir û diyar kir ku ew tawanbariya li hemberî xwe qebûl nake. 

Parêzerê Tolan Serhat Karaşin jî diyar kir ku di îdîanemeyê de peyvên nivîsê hatiye neqandin. Piştre dozger xwest dostayên der barê Ata de bibin yek. 

Parêzera Ata Gulşen Ozbek jî diyar kir ku KJA komeleyek zagonî ye û Dadgeha Qanûna Bingehîn jî der barê komkirina pirtûkên paraznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wekî îhlal nîşan daye. Prz. Keziban Yilmaz jî daxwaza dozger a ku dosya bibin yek îtîraz kir û diyar kir ku di navbera van dosyayan de tu têkîlî tune ye. 

Heyeta dadgehê jî daxwaza dozger li ber çavan girt û daxwaza parêzeran red kir. Heyetê biryar daku dosyayên dozê bibin yek û rûniştina dozê taloqî meha Gulanê kir. 

RÛNIŞTINA DUYEMÎN DEST PÊ KIR

Piştî rûniştina yekemîn rûniştina duyemîn a der barê Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata ku di sala 2012'an de li navçeya Bismilê beşdarî merasima cenazeyên endamên HPG’ê yên dotmanên hev Welat Argiş (Beritan Timok) û Şehriban Argiş (Ruken Batman) bûbûn dest pê kir. Rûniştina ku dozger der barê Ata de ji 2 salan heta 10 salan ceza dixwaze dest pê kir. Rûniştina dozê dîsa li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir û Ata bi riya SEGBÎS'ê îfade da. Dîsa parêzerên Ata û malbata Ata amade bûn. Amîrê Polîsan ku nivîs ji wîre hatibû şandin û hatibû xwestin ku beşdarî rûniştinê bibe hat fêrkirin ku îxrac bûye. Dadger bi ken got "polîsê ku te pêre niqaş kiriye îxrac bûye" Ata xwest kêmasiyên dosyayê temam bibin. 

Heyeta dadgehê ji xwest navnîşana polîs bê diyarkirin û bi riya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bibe û xwest ji bo vê yekê nivîs bê şandin. Heyetê ji bo Ata beşdarî rûniştina Gulanê bibe xwest nivîsê ji Wezareta Dadê re bişîne û doz taloq kir.