BI DÎMEN

‘Divê jin 15’ê Sibatê biherikin qadan’

Jinên Başûrê Kurdistanê, diyar kirin ku Ocalan ji bo jinan gekek ked daye, bang li tevahî jinan kirin ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê biherikin qadan.

Çinar Hesen a bal kişand ku bi komployê dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dixwestin gelê Kurd dîl bigirin, anî ziman ku wê îsal jî dakevin qadan û komployê şermezar û lenet bikin. Hesen diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e, heta ku Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.

BI RAMANÊ OCALAN MIN XWE KEŞIF KIR

Rabîa Abbas jî diyar kir ku wê xwe bi ramanê felsefeya Ocalan xwe naskiriye, beriya niha ya ku tim digot xwezya ez weke mêr bihatiba dinê, lê piştî ku bi fikir û felsefeya Ocalan xwe nas kir bi temamî ji wê fikrê rizgar bûye.

Abbas wiha got: “Ji beriya ku ez firkrên Ocalan û ramanê wî nas bikim , ji ber ku weke jin hatina dinê min îsyan dikir. Ji ber ku em di nava desthiladariya mêr de hatin dinê û mezin bûn, bi wî rengî pêş ketin.” Abbas destnîşan kir ku piştî felsefeya Ocalan naskir bi jinbûyîna xwe serbilind bû.

Abbas wiha dewamî da axaftina xwe: “Her ku min felsefeya Ocalan naskir û fêm kir min xwe naçarî têkoşînkirinê dît. Niha di nava Tevgera Azadî de têkoşînê didim meşandin. Ji ber ku her çû min ew nas kir, rastiya wî û fikir û felsefeya wî nas kir, êdî min xwe li berambîrî wî deyndar hîskir û neçarî têkoşînkirinê kir. Beriya bi firkrê Ocalan, min xwe mirovek ji rêzê hîs dikir. Her tim di nava gazincande bûm. Lê, piştî min Rêber Apo nas kir, min hêza xwe kom kir. Min fêm kir ku ez ê çi bikim. Min xwe ji nû ve keşif kir. Piştî ku min ew fikir nas kir, tu xwe neçar dibînî ku ji bo jinan û civakê têbikoşî.”

Abbas bi bîr xist ku di di dîrokê de ti kesê mîna Ocalan maf û hêz nedaye jinê, her ku di nava tevgera Apogeriyê de jin bi hêz bû, hêzên sîstema gerdûnî yên ku jinê mîna alavekê bikar tanîn ji vê tirsiyan.

EMPERYALÎST JI OCALAN DITIRSIN

Abbas bal kişand ku sîstemên gerdûnî ji felsefeya azadiya jinê ya ku Ocalan pêşxistî ditirsin û wiha pê de çû: “Rêber Apo ji bo mirovatiyê bi taybet ji bo azadiya jinên kesayetekî Rêber e. Rê nîşaneke. Di vê xalê de sîstemên gerdûnî vê ji bo xwe weke tesfiye dibînin û dawiya xwe dibînin. Ji bo vê komploya ku ji bo azadiya jinê, mêr û civakê ku ji bo xwe bike kole û xwe bide domandin pêk anîn. Rastiya vê ev e.”

Abbas wiha got: “Eger em li gorî 1999’an bigirin dest Tevgera Azadiya Kurd îro hê bi hêztir bûye. Pêvajoya berxwedana Kobanê ev baş der ket pêş. Wê demê li welatên mîna Afganîstan û Pakîstanê jin li posterên Ocalan daketin qadan û meşiyan. Ev dide nîşandan ku Rêber Apa hemû mirovahiyê çawe bandor kiriye. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo mirovên azad dixuliqîne.”

Abbas destnîşan kir ku komploya 15’ê Sibatê bi esasî felsefeya azadiya Jinê ya Ocalan kirin armanc û ev tişt got: “Ji bo vê divê jin hê bêhtir ji bo azadiya Ocalan têkoşînê bidin kirin. Bi van fikran me dît PKK û Rojava û jinên Şengalê çawa têkoşîn dikin me dît. Ev çavkanî hêza xwe ji wê fikri û felsefê digire. Ji bo vê divê fikrên azadiya Ocalan xurt û bilindbikin û belavî hemû cîhanê bikin. Em ê ji bo vê têkoşînê heta dawiyê bimeşînin.”

DIVÊ HEMÛ JIN DAKEVIN QADAN

Begert Kurdistanî jî diyar kir ku bi girtina zindanê Ocalan nehat teslîmgirtin, Kurd jî ji wê rojê heta niha têkoşînê dikin û pêş dikevin, bi taybet her roja ku diçe jin têkoşînê hê mezitir û xurtir dike.

Kurdistanî destnîşan kir ku fikir û felsefeya Ocalan hêz da jinê, bi vê yekê jin li qadan pêşengtiya têkoşînê dikin. Kurdistanî îşaret bi têkoşîna jina Kurd a li dijî çeteyên hov ên DAIŞ’ê jî da.

Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan bang li hemû jinên Kurd û jinên cîhanê kir kul i her cihê ku lê ne dakevin qadan û azadiya Ocalan qîr bikin, li dijî komployê têkoşînê xurt bikin.