Dîlek Ocalan: Azadiya Ocalan ji bo Kurdan berî her tiştî ye

Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên li Îmraliyê gefê li wan dixwe û got, "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd divê gelê Kurd bibe yek û têbikoşe."

Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê (TJK-Rûsya) bi dirûşma "Her tişt ji bo Ocalan" dest bi kampanyayekê kir. Di çarçoveya kampanyayê de li Komara Xweser Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê civîneke gel hate lidarxistin. Ji bajarên Adigey û Kranadarê zêdeyî sê sed Kurdistanî tevlî civînê bûn.

Endama TJK Fatma Arîn di destpêka civînê de axivî û diyar kir, ku ew ê li gelemperiya Rûsyayê "Civînên ji bo Ocalan" lidar bixin.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî li civînê axivî û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bûyerên li Kurdistanê û Tirkiyeyê diqewimin, nirxand.

Dîlek Ocalan pêvajoya heyî ya li Tirkiyeyê weke 'rojên tarî' bi nav kir û destnîşan kir, ku di serî de gelê Kurd wê hemû hêzên demokrasiyê li dijî hovîtiya tê kirin li ber xwe bidin.

'AKP BI POLÎTÎKAYA LI ÎMRALIYÊ GEFÊ LI ME DIXWE'

Dîlek Ocalan da zanîn, hikûmeta AKP'ê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkaya îşkenceyê dimeşîne û got, "Bi polîtîkaya şer a li dijî Birêz Ocalan dike, gefê li me dixwe. Dixwaze Kurdan teslîm bigire." Dîlek Ocalan wiha dewam kir: "Kurd di nava vê pêvajoyê de ji bo Rêberê xwe seferber bûn, dest bi çalakiyan kirin û ketin grevên birçîbûnê. Piştre dewlet neçar ma deriyên Îmraliyê veke."

'YA KU DI SALA 1915'AN DE ANÎN SERÊ ERMENIYAN, NIHA DIXWAZIN BÎNIN SERÊ KURDAN'

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku ji roja hevdîtina dawî ya bi malbatê re ew nikarin ti agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd bigirin û got, "Bi dehan xebatkarên me hatin kuştin, bi hezaran hevalên me hatin girtin. Dewlet dixwaze Sûr, Cizîr, Silopiya û herêmên mîna wan ên xera kiriye, veguherîne qereqolê. Bi pêkanînên Rewşa Awarte re hikûmeta AKP'ê her şêwe çalakî, meşan qedexe dike û êrîşî hebûna gelê Kurd dike. Di sala 1915'an de çi bi serê civaka Ermenî hatibe anîn, hikûmeta AKP'ê jî dixwaze di sala 2017'an de bîne serê Kurdan. Lê belê em ê ji têkoşîna xwe tawîzê nedin û gavekê jî venagerin."

'DIVÊ KURD BIBIN YEK Û DAXWAZA AZADIYA OCALAN BIKIN'

Dîlek Ocalan destnîşan kir, ku bi qasî Kurdên li welêt, girîng e Kurdên li derveyî welat jî di vê pêvajoyê de bibin yek û got, "Em di pêvajoyeke tarî de ne. Di vê pêvajoyê de pêwîstiya me herî zêde bi yekîtiyê û têkoşînê heye. Divê em çand, ziman û nirxên xwe biparêzin. Em bawer in, azadiya me Kurdan bi azadiya Birêz Ocalan dibe."

Di dawiya axaftina xwe de Dîlek Ocalan pêşengiya jinên Kurd di berxwedanên Rojava û Bakurê Kurdistanê bibîr xist û got, "Em ê bi heman ruh û biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."

Civîn bi dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qediya.