Dijminatiya qeyyûm ê li dijî navên ‘Aşitî û Jin’

Qeyyûm ê bi navê Atif Çîçeklî yê ku meha borî şaredariya Artemêtan desteser kir navê qada ‘Aşitî û Jin’ ê guhart.

Qeyyûm ê bi navê Atif Çîçeklî yê ku meha borî wek qeyyûm li şaredariya navçeya Artemêtanê ya Wanê hatibû erkdarkirin li navçeyê navê hemû qadan diguherîne. Navên polîsê ku  hatiye kuştin Fethî Sekîn û qeymaqemê ku hatibû kuştin Fatîh Safîturk li  qadên li navçeya Artemêtanê kirin. 

Navê qada taxa Mizgefta kewn ya ‘qada jinê’ guhertin û navê polîse ku  hatiye kuştin Fethî Sekîn lê kirin, navê qada ku li taxa Erdemkentê jî navê qeymaqemê ku hatibû kuştin Fatîh Safîturk lê kirin. Li ser van qadan jî tabelayê nû daliqandin.