'Di şexsê Selma Irmak de vîna Colemêrgê hatiye girtin'

Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rûniştina duh a Selma Irmak nirxand û diyar kir, di şexsê Irmak û siyasetmedarên Kurd de vîna gel hatiye girtin.

Rûniştina doza li dijî Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak hate vekirin û dadgeriya Tirk dixwaze bi 105 salan ceza lê bibire, duh li Amedê pêk hat.

Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku girtîhiştina Irmak tê wateya derxistina gelê Kurd ji qada siyasetê û anî ziman, darizandina Irmak ji ber axaftina xwe ya li 8'ê Adarê, dijminatiya AKP'ê ya li jinê nîşan dide.

Taşdemîr diyar kir, di şexsê Selma Irmak û siyasetmedarên Kurd ên Colemêrgê de, vîna gelê Kurd hatiye girtin û got, "Gelê Colemêrgê, di referandûmê de bersiv da polîtîkaya dewletê ya bêîradehiştinê û komkujiyê. Ji sedî 70 ê gel got NA û nîşan da ku ew ê serî li ber polîtîkayên kujer ên hikumetê netewîne."

Taşdemîr ragihand, jin wê xwedî li vîna Selma Irmak derkevin û bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinan.

Taşdemîr diyar kir, ji ber van polîtîkayên dij bi jinê, dengê 'NA' yê jinan gelekî zêde bûye û got, hikumeta AKP'ê jinan weke dijmin dibîne.