'Di sala 2017'an de em ê bi ruhê Newrozê bi ser bikevin'

YJA Starê diyar kir, bersiva herî watedar a ji bo Newrozê xurtkirina sîstema parastinê ye û destnîşan kir, ew ê di sala 2017'an de bi ruhê Newrozê bi ser bikevin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Newrozê pîroz kir.

Fermandariyê Newroz di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurdistanê, hemû mirovahiyê pîroz kir û di şexsê şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.

Fermandariyê ragihand, îro hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê, rojên bi Newrozê hene û got, "Çawa ku beriya niha bi hezaran salan Dehaqên êrîşî nasnameya azad û vîna gelan dikirin hebûn, Dehaqên sedsala 21'an jî bi rengekî qat bi qat ji yên beriya xwe dijwartir, êrîşî mirovahiyê dikin. Lê li dijî zilma Dehaqan bi hezaran Kawa li ser vê xakê hene ku serî li ber zilmê natewînin û koledariyê qebûl nakin. Şoreşa Rojava ku mohra xwe li sedsala 21'ê xist, Şoreşeke Newrozê ye. Jin, ciwan û gelên ku hêviyên ji bo siberojê li Rojava dîtin, mîna lehiyeke bi coş berê xwe dan vî şerê berxwedanê. Bi vî awayî bêhn hat ber gelan ku her tim zext û zordarî li wan dihat kirin. ji ber vê yekê, xwe li destketiyên Kurdan nagirin û êrîşî wan dikin. Herî zêde Erdogan û rêxistinbûna faşîst a AKP'ê vê dike. Kurdan asîmîle dike, talan dike, dikuje û bi saxî dişewitîne. Wekî din êrîşa PDK'ê li dijî Şengalê, parçeyek ji rastiya êrîşa çeteyan a li Rojava ye. Li gel van hemûyan ev rastî jî heye: Di şexsê Kurdan de rastiya civaka azad û neteweya demokratîk, bûye tirsa dilê Dehaqên sedsala 21'ê. Berxwedana xwerêeberiyê ya li Bakurê KUrdistanê jî rastiya gel ê bûye Newroz e.

Çawa ku di salên 90'î de gelê Cizîr, Nisêbîn, Hezex û Silopiyayê bûn serhildan, têkoşiyan û di nasnameya azad de israr kirin, heman helwesta xwe di berxwedana xwerêveberiyê de jî nîşan dan. Wan nîşan dan ku Newroz ancax bi berxwedanê dikare watedar bibe. Di şexsê Mehmet Tûnç, Asya, Derya Koç, Pakîze, Sêvê de bi hezaran ciwanên Kurd û şervanên berxwedana lehengiyê Berfîn, Zeryan, Rûken, Çiyager, agirê ji hevrê Mazlûm Dogan girtin di bedena xwe de geş kirin û ji her alî ve pêşî li dijmin girtin.

Weke YJA Starê, bersiva me ya herî watedar ji bo Newrozê, wê li ser bingeha vê xeta berxwedanê xurtirina sîstema me ya parastinê û misogerkirina serketinê be. Her milîtaneke YJA Starê wê xwe bi coş û hişmendiya Newrozê bixemilînin û pêngava biharê bi ser bixînin. Wê her rojên salal 2017'an bi ruhê Newrozê bê pêşwazîkirin û bersiv jê re were dayîn. Lewma em bang li gelê xwe bi taybetî jin û ciwanan dikin, ku li ser bingeha xweparastinê ya gelan, li dijî Dehaqên roja îro xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Di sala 2017'an de em ê bi ruhê Newrozê bi ser bikevin."