'Di referandûmê de wê hovîtiya li Kurdistanê pêşkêşî dengdanê bê kirin'

Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê dan xuyakirin, ku ji bo dengê 'NA' bê dayîn, ew ê li nava malan bigerin. Dayikan ji bo 8'ê Adarê jî bang kirin.

Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê a li Sêrtê, betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, terora dewleta Tirk a bi rojan e li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê dewam dike û referandûma 16'ê Nîsanê nirxandin. Dayikan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî bang li jinan kirin, ku dakevin qadan.

'EM Ê HESAB BIPIRSIN'

Ji Însiyatîfa Dayikên AştiYê Hediye Sûçî got, "Ev referandûm ji bo me çima girîng e? Ji ber ku bi dehan şaredariyên me yên bi vîna me ya azad hatin hilbijartin, hatine desteserkirin. Di vê referandûmê de wê hovîtiya AKP'ê ya li Kurdistanê bi taybetî ya sal û nîvê dawî, pêşkêşî dengdanê were kirin. Weke Dayikên Aştiyê bêguman wê bersiveke me jî hebe û em ê hesab bipirsin. Ji bo dengê 'NA' em ê li nava malan bigerin. Em ê qala vê hovîtiyê bikin û ji bo dengê 'NA' bê dayîn çi ji destê me bê em ê bikin."

Hediye Sûçî her wiha ji bo 8'ê Adarê jî bang li hemû jinan kir, ku dakevin qadan.

'HER YEK JI ME WÊ BIBE FÎGEN YUKSEKDAG'

Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Vetha Kaçar jî got, "Ji bo Sûrê, ji bo Nisêbînê, ji bo Cizîrê, ji bo Şirnexê, ji bo wekîlên HDP'yî yên dîl hatine girtin, ji bo rabûna li ber qeyûman, em ê di referandûma li ser dîktatoriyê de bêjin 'NA'. Ji bo peydakirina dengê 'NA' jî em ê li nava malan bigerin û her yek ji me wê bibe Fîgen Yuksekdag."

Dayika Vetha Kaçar da xuaykirin, ku li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê mal hatine şewitandin, mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan heywan telef bûne, ji ber ku dorpêçî hê dewam dike, ew agahiyeke zelal nikarin bi dest bixin û got, "Em nizanin bê li wir çi diqewime. Em nizanin bê çend kesan jiyana xwe ji dest dane. Divê ev zilm, ev dorpêçî derhal biqede. Em AKP'ê şermezar dikin û lenetê lê tînin."

'DI 8'Ê ADARÊ DE EM Ê DENGÊ XWE YÊ 'NA' BILIND BIKIN'

Ji dayikan Akîde Aslan jî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bang li Sêrtê kir, ku beşdarî çalakiyan bibin. Aslan ji bo referandûma 16'ê Adarê jî got, "Ji bo hesabê êş û bêedaletiya hatiye kirin, em dibêjin NA, NA, NA."