BI DÎMEN

Di çalakiya Parîsê de banga beşdarî dozê bibin hate kirin

Di çalakiya edaletê de ku ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hat lidarxistin, bang hate kirin ku roja Duşemê li pêşiya avahiya dadgehê kom bibin.

Li paytexta Fransayê Parîsê, çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, dewam dike. 

Bi daxwaza ronîkirinê û li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa weke her Çarşemê îro jî, ji bo 3 jinên şoreşger di pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdên Parîsê de çalakiyaedalet hate xwestin.

Endamên Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst li pêşiya lokala Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê kom bûn ber bi Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gara de Nordê ve meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa " Kujerê we mir! Yên ku fermandane dijîn û azad in; Fransa tu çi dikî?" hate vekirin û dirûşmên " Em edaletê dixwazin" û "Kujer Erdogan" qîr kirin.

'EM Ê LI PÊŞIYA AVAHIYA DADGEHÊ KOM BIBIN'

Di çalakiyê de endama Tevgera Jina Kurd a Fransayê Zozan Serhat axivî û wiha got: "Edaleta Fransa, piştî mirina sûcdarê Qetlîama Parîsê Omer Guney û şûn de ketiye nava hewldanên dozê dirêj bike û binixûmîne. Piştî mirina Guney dadgeha Fransa diyar kiribûn ku wê doz 23 Çileyê destpê bike, ji niha û şûn de gelo wê rêyek çawa bişopînin. Em ê 23 Çileyê roja Duşemê di saet 13:00'an de li pêşiya avahiya dadgehê kom bibin; daxwaza xwe ya hêzên li pişt vê qetlîamê eşkere bibin dubare bikin.

Çalakiya edaletê bi banga li pêşiya avahiya dadgehê ku wê roja Duşemê di saet 13:00'an de li pêşiya Dadgeha Cîte ya Parîsê kom bibin ve bi dawî bû.