Di çalakiya Dayikên Şemiyê de peyama ‘NA’yê

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê heftiyê de li aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn. Di çalakiyê de ‘NA’ yê de ev peyam dan: ‘’Em ê destûrê nedin helwesta binpêkirina yasayan a desthilatdariyê û zêdetir bi rengekî totalîter bi rê ve bibe’’

Dayikên Şemiyê ku di çalakiya 628'emîn de aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn bal kişandin li ser referandumê û wiha gotin: "Em ê kirasê dînan li xwe nekin. Wekî Dayikên Şemiyê û xizmên wan em ê desturê nedin nêzîkatiyên îktidarê yên qanûnan tune dihesibîne û bi awayekî totalîter bi rêve bibe."

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin an jî kuştin bipirsin û kiryar bên dazirandin cara 628'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de jî pankarta "Kİryar diyar in winda li kû ne" vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Parlamanterên CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û Hîlmî Yarayici jî beşdarî çalakiyê bûn.

'EM Ê KIRASÊ DÎNAN LI XWE NEKIN'

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nurettîn Bîngol hate pirsîn ku di 10'ê Nîsana 1981'an de di bin çavan de bi îdiaya "reviya ye" hate windakirin. Di çalakiyê de ewil birayê Ahmet Cihan ê di bin çavan de hate windakirin Suleyman Cihan axivî û diyar kir ku ew her hefte aqûbeta kesekî hatiye windakirin dibirsin. Cihan wiha got: "Îro hê jî di eniya îktidarê de hikûmeta ti bi awayekî fiîlî îktidarê dimeşîne bêdeng e." Cİhan bal kişand li ser referanduma 16'ê Nîsanê û wiha axivî: "Em ê kirasê dînan li xwe nekin. Wekî DAyikên Şemiyê û xizmên wanem ê desturê nedin nêzîkatiyên îktidarê yên qanûnan tune dihesibîne û bi awayekî totalîter bi rêve bibe."

Piştî Cihan hevala nurettîn Bîngol û Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe axivî û wiha got: "Beriya 36 salan em li Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeya Stenbolê di bin çavan de bûn. Em hatin binçavkirin. Nurettîn ne li malê bû. Derûdora saet di 10.00'an de dema ku hatibû malê, hatibû binçavkirin. Mİn û gelek şoreşgeran ew dît. Dema ku hatibû binçavkirin hema îşkence lê hatibû kirin. Me rewşa wî ya îşkence lê hatiye kirin jî dît. Em li heman odeyê rastî îşkenceyê hatin. Em her sal tînin ziman. Ji ber hesasiyetên malbatan qala detayan nakin. Îşkenceya ku bikujin bû. Bi sedan mirov di bin çavan de hatin windakirin. Me careke din ji Nurettîn jî agahî negirt. Di îşkencexaneyê de qazaxê wî û pêlavê wî mabû. Dema ku me pirsa wî kir gote reviyaye, nehatiye girtin."

Efe anî ziman ku dozgeran li ser rastiyê girtine û wiha axivî: "36 sal in ji bo aqûbeta Nurettîn em bibînin îfade da, em li qadan axivîn. Hê jî diaxivin û em ê biaxivin jî. Sedema ku evqas îşkenceya giran li Nurettîn kirinê li dijî derketina darbeya 12'ê Îlonê bû."

'BIRAYÊ MIN DIKEVE XEWNA MIN'

Xwîşka Yedîgol, Sevîm Demîr jî wiha got: "Em ji 1981'an heta niha vî êşê dijîn. Birîna me girantir dibe. Me gelek êş kişand. Kesek ji bo birîna me nebû çare. Birayê min di bin şertên giran de xwend. Çi ji destê bavê min hat kir. Dayika min bi wî êşê dijî. Her tim qala Nurettîn dike. Me welatekî ronî xwest. Me xwest ku kesek heqê kesekî nexwe. Me kesek nekuşt, kesek nerevand, dizî nekir. me xwest di nava ronahiyê de bijîn. Em dizanin em ê çav vekirî biçin. Me hemûyan gelek bedel da. Em dibêjin wê birayê min bê. Dİkeve xewna me. Em ji 81'an heta niha êşê dijîn."

Daxuyaniya vê hefteyê xwîşka Hayrettîn Eren ê hate windakirin, Îkbal Eren xwend. Eren got ku ew ê darbekarên 12'ê Îlonê û yên ku 36 sal in wan diparêzin ji bîr nekin.

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.