'Di 13'ê Nîsanê de em ê li meydanan bêjin NA'

TJA'yê ragihand, jin wê ji bo referandûmê di 13'ê Nîsanê de dakevin qadan û bêjin NA.

Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, di 13'ê Nîsanê de ew ê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi şiyara "Jin bi hev re dibêjiN NA" tevahiya rojê çalakiyan lidar bixin.

Di daxuyaniyê de, li ser sedemên dayina dengê NA wiha hat gotin:

"Ji bo tecrîda bi rêk û pêk a li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan were rakirin,

Di şexsê Ceylanan, Enesan, Ûgûr Kaymazan û Cemîleyan de ji bo xeyalên azad ên hemû zarokên me,

Ji bo xatirê dayika Taybet, ku bedena wê li kolanên Cizîrê bû bangek ji rûmeta mirovahiyê re,

Ji bo xwedî li daxwazên bi rûmet ên berxwedêrên zindanan bê derketin, ku 55 roj in di grevê de ne,

Li dijî desteserkirina vînê,

Ji bo dawî li destavêtin, destdirêjî û komkujiya li jinan were anîn; em ê dengê NA zêde bikin û teqez bi ser bikevin."

Di daxuyaniya TJA'yê de ev bang hate kirin:

"Roja 13'ê Nîsanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi şiyara 'Jin bi hev re dibêjin NA', em ê tevahiya rojê çalakî û xwepêşandanan lidar bixin. Em bang li jinên Amedî dikin, ku bi berxwedana xwe ya bi heybet mohra xwe danîn binê dîroka me ya têkoşînê, ku beşdarî govenda NA ya li Peyas, Rezan û Yenîşehîrê bibin."