'Destên xwe yên qirêj ji jinan vekişînin'

Meclîsa Jinê ya FEDA'yê û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk operasyona qirkirina siyasî ya li dijî TJA'yê şermezar kir û got," Destên xwe yên bi xwîn û qirêj ji jinan vekişînin."

Meclîsa Jinê ya FEDA'yê û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî da ku piştî 25'ê Mijdarê li dijî endamên TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê hate destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê di dawiya hefteya 25'ê Mijdarê de bi zext û tundiyê destgîrkirinê dewam dike. Berxwedana gel a li Îranê ya li dijî paşverûtiya mêr tê meşandin dikeve meha 3'an. Li Iraqê jinên Kurd ji aliyê MÎT'ê ve têne qetilkirin. Li Rojava hewl didin şoreşa jinê bifetisînin.

Li Tirkiyeyê ji bo jinan ewlehiya jiyanê nîne; jin li girtîgehan bi destavêtin û êşkenceyê têne qetilkirin; her devera jiyanê kirine mîna girtîgehê, di rewşeke bi vî rengî de bêdengî yan jî bendemayin tê wateya fêhmnekirina têkoşîna jinê.

Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li cîhanê deng veda, jinên ji her reng, netewe û baweriyê ji xwe re kir dirûşmeyek.

Desthilatdariya Tirk ji ber ku mezinkirina tundiyê û zextê weke amûrek ji bo hilbijartinê bi kar tîne, destpêkê êrîşî jinan dike. Jinên ku hatinen destgîrkirin nûnerên bi rûmet in. Bi saya van jinan welat ber bi sedsaleke bi rûmet ve dimeşe.

Em li bîra desthilatdariyê dixin; tirs, derew û îftirayên we wê li we bixin.

Bi navê Meclîsa Jinê ya FEDA'yê û endamên Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, em bi têkoşîna wan jinan re ne ku dîl hatine girtin. Tirsa ku hûn ferz dikin wê dawî li we bîne. Destên xwe yên qirêj û bi xwîn ji ser jinan vekişînin."