Dersîm: Sekna Rêberê me komplo têk biriye

Fermandara YJA Starê Hemrîn Dersîm got, "Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin û di dema herî nêz de ji aliyê fîzîkî ve Rêberê xwe azad bikin. Ji xwe sekna Rêberê me ev komplo têk biriye."

Fermandara YJA Starê Hemrîn Dersîm ji Stêrk TV re axivî û di têkoşîna dijî komploya 15'ê Sibatê de cihê jinê nirxand. Dersîm li ser referandûmê jî daxuyaniyên girîng da û got, "Divê jin û gelê me berxwedana xwe geş bikin."

Hemrîn Dersîm di destpêka axaftina xwe de, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi hêrseke mezin şermezar kir û hemû şehîdên ku bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bûn xelekek ji agir li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî bibîr anî.

Dersîm bibîr xist, hem gelê Kurd hem jî gelên din, ji bo lenetê li komploya 15'ê Sibatê bînin li ser piyan e, çalakiyan lidar dixin û got, "Weke hêzên YJA Starê, ne tenê di meha Sibatê de, di nava tevahiya salê de hin pirsan ji xwe dikin. Em kêmasiyên xwe dinirxînin. Pirsa 'çima ev komplo pêk hat?' ji xwe dipirsin. Mîna ku Rêberê me got; 'Armanca bingehîn a komployê, tinekirina Rêberî, tevger û gelê Kurd e'. Sekna gelê me û tevgera me ya di sala komployê de nîşan dan, sekneke bêhempa ye. Çalakiyên fedayî yên hevrêyên me di sala 1999'an de pêk anîn, li cîhanê yekemcar pêk hatin. Ev çalakî çalakiyên destanî ne. Sekna gel, tevger û ciwanên Kurd a di sala komployê de, bersiva li dijmin û cîhanê bû. Vîna ku gelê Kurd nîşan da, îspata hilweşandina Kurdê berê ye. Dijmin timî digot, ku mîna raperînên berê yên kurdan, ew ê vê raperînê jî bitepisîne. Lê belê îradeya sala 1999'an îspat dikir ku nikare îsyana 29. bitepisîne."

Dersîm bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 19 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û destnîşan kir, ku ev tecrîd wê bi çalakiyan ji holê were rakirin.

Dersîm got, "Soz û armanca me ev e: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin û di dema herî nêz de ji aliyê fîzîkî ve Rêberê xwe azad bikin. Ji xwe sekna Rêberê me ev komplo li bin xistiye. Em dikarin bêjin, sekna Rêberê me, şehîdên me, gelê me û tevgera me, komplo pûç kiriye."

Di dewama axaftina xwe de Fermandara YJA Starê Hemrîn Dersîm destnîşan kir, ku yê herî zêde ji bo jinê ked daye, derfet daye ku jin xwe bi xwe nas bike û xwe bigihîne cewhera xwe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev nirxandin kir: "Jinên Kurd bi pêşengiya Rêber Apo xwe gihandine asta heyî. Asta ziman, çand, tevlîbûna li jiyan û têkoşînê ya jinê, ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destnîşankirin. Lewma jin weke rol û mîsyoneke xwezayî li ber komployê radibin. Ji ber vê yekê, di 15'ê Sibatê de hemû jinên Kurd li dora Rêbertî bûn xeleka parastinê. Kesayetî û çalakiyên heval Viyan, Bêrîvan, Şaristan, mînakek ji vê rastiyê ne. Bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin', jinê dengê xwe bilind kiriye. Tevî van hemûyan, xwe ji her kesî bêhtir deyndarê Rêbertî dîtine."

Hemrîn Dersîm bal kişand ser çalakiyên li Kurdistan, Ewropa, Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev çalakiyên gel û jinan silav kir.

Dersîm da xuyakirin, ku îsal li Ewropayê berxwedaneke mezin heye û destnîşank ir, ku lazim e ev berxwedan bê xurtkirin.

Dersîm got, "Pêwîste em têkoşîna xwe ya ji bo Rêbertî mezin bikin û sala 2017'an bikin sala azadiya Rêbertî. Têkoşîn ji bo me jinan firsendeke mezin e. Em jin û gel, heta ku Rêberê xwe azad nekin, divê em nesekinin."

Dersîm di dawiya axaftina xwe de, referandûma li ser destûra binghîn a AKP-MHP'ê nirxand û got, "Divê jin bi zanebûn nêzî referandûmê bibe. 'Erê'kirina vê destûra bingehîn tê wateya redkirina mafên jinan. Ji ber ku di sîstema Erdogan de cihê mafên jinan nîne. Ji bo reklamê tenê çend soz ji bo jinan tê dayîn. Ev jî sozên xapandinê ne. Nîvê civakê jin e. Ji ber ku bi vê dizanin, polîtîkayeke taybet dimeşînin. Dizanin, ku jin bêjin 'erê' wê desteketiyekê bi dest bixe, bêje 'na' wê winda bike. Lewma divê jin nekevin nava vê xefikê. Dengê 'erê' wê Tirkiyeyê bixe nava felaketekê. Eger em sîstemeke li ser bingeha jinê dixwazin, divê em ji vê qanûnê re bêjin 'na'. Ev qanûn hemû ji bo sîstemeke yekperest e. Sîstemek ji bo jinê nîne. Ya ku tê xwestin, sîstema yekperestiyê ye. Em dikarin bêjin, 'erê'kirin tê wateya 'erê'kirina koledariyê. 'Na' jî tê wateya 'erê'kirina azadiyê."