BI DÎMEN

Dersîm: Em ê bi Bêrîtanbûnê şer bikin

Ji fermandarên YJA Starê Arjîn Dersîm: Di şexsê hevala Bêrîtan de banga azadiyê, banga têkoşînê hat kirin.

Ji fermandarên YJA Starê Arjîn Dersîm: Di şexsê hevala Bêrîtan de banga azadiyê, banga têkoşînê hat kirin.

Di salvegera 24. a çalakiya Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) de yek ji fermandarên YJA Starê Arjîn Dersîm li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivî.

Dersîm di salvegera şehadeta Bêrîtan Hêvî de di şexsê Bêrîtan de hemû şehîdên Cotmehê û şehîdên şoreşê bibîr anî. Dersîm got, "Çalakiya hevala Bêrîtan ji bo tevgera azadiyê ya jinên Kurd gelekî girîng e. Pêngaveke bi vî rengî di nava têkoşîna me de rewşeke nû bû. Di şexsê hevala Bêrîtan de banga azadiyê, banga têkoşînê hat kirin. Di nava berxwedana gelê Kurd de, berxwedana jinên Kurd bi taybetî berxwedana Besêyan, Zarîfeyan, Rindêxanan û gelek mîna wan, bi ti awayî nehatiye tepisandin. Tevî ku li Kurdistanê mêtîngerî û hewldanên kolekirina jinên Kurd bênavber dewam kir jî, tovên berxwedanê ti carî tine nebûn. Hevala Bêrîtan çanda berxwedanê ji dîrokeke bi vî rengî girt û bi rengekî zane û hîn bi rêxistinî, di şexsê xwe de nasnameya jina azad-berxwedêr ji nû ve afirand."

'BÊRÎTAN BERSIVA JI BO PIRSA; DIVÊ ÇAWA WERE JIYÎN, ÇAWA ŞER BÊ KIRIN, E'

Dersîm da xuyakirin, ku çalakiya Bêrîtan ji aliyê artêşbûyîna jinê ve jî gelekî girîng e û got, "Ji xwe Rêberê me piştre wateyeke gelekî mezin li çalakiyê kir û biryara artêşbûyîna jinê da. Di serdema heyî de artêşa jinê ne tenê li parçeyekî Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê bi rêxistin bûye û tevî vê yekê çanda jinê ya berxwedêr di nava civakê de derxistiye holê."

Dersîm destnîşan kir, ku Bêrîtan bû bersiv ji pirsa 'divê çawa bê jiyîn, çawa şer bê kirin' diyar kir, Bêrîtan vegotina şerê hebûnê yê jin û gelê Kurd e. 

'ÇANDA BERXWEDANÊ YA JINÊN KURD ÎRO LI GELEMPERIYA CÎHANÊ BELAV BÛYE'

Arjîn Dersîm da zanîn, çanda berxwedêriyê ya di şexsê Bêrîtan de derket holê, roj bi roj di nava rêxistinê de mezin bû, mezin dibe û wiha dewam kir: "Ev çand ne tenê di nava tevgerê de, di nava civakê de jî bû xwedî nasname. Bi vî rengî li dijî mêtîngerî, dîktatorî, kapîtalîzm û feodalîzmê, bexwedanek di nava civakê de derket holê. Ji bo berxwedana bi Bêrîtanbûyînê mirov dikarin Axîn Meşkan weke mînak nîşan bidin. Hevala Axîn jî mîna hevala Bêrîtan li herêma Xakurkê, di sala 2016'an de di şerê li dijî leşkerên Tirk de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir. Piştî ku fîşekên wê qediya, bi qîrîna azadiyê ya Bêrîtan re xwe di zinar re avêt. Di têkoşîna Rojava de, ku li dijî DAIŞ'ê tê meşandin, Arîn Mîrkan bi ruhê Bêrîtan şer kir û çalakî pêk anî. Wekî din îro li eyaleta Zapê hevalên jin ên bi qîrîn û tilîliyên xweli ber xwe didin û artêşa Tirk a faşîst ji hev xistine, bi vî ruhî şer dikin. Çîçek, Sozda, Dîjle, Şîlan û Amara bi jiyan û berxwedana xwe nîşan dan ku ew hevrêyên Bêrîtan in. Li çar parçeyên Kurdistanê bi sedan mînakên vê yekê dikarin werin nîşandan. Ev, nîşaneya dewamkirina çanda berxwedanê ya jinên Kurd ên berxwedêr in. Çanda berxwedanê ya jinên Kurd îro li gelemperiya cîhanê belav bûye. Li nava refên YJA Starê hevalên jin ên ji gelek neteweyên mîna Yewnan, Elman, Rûs hene. Ev tevlîbûnên etnîkî, ku zemîna artêşa jinê dafirînin, nîşaneya gerdûnîbûna xeta Bêrîtan e."

'HEBÛNA JINÊ YA LI ÇIYÊ, WÊ DI XETA BÊRÎTAN DE BE'

Dersîm da xuyakirin, ku di nava 24 salên di ser çalakiya Bêrîtan re derbas bûn, jin di şe de bûne xwedî tecrûbeyên girîng û bal kişand ser çeperên xweser û çalakiyên xweser ên jinên têkoşer.

Yek ji fermandarên YJA Starê Arjîn Dersîm işaret bi girîngiya pêvajoya heyî kir û got, "Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hikûmeta AKP'ê di nava artêşa xwe de hin nûbûn kir. Ji bo îmaja artêşê îspat bike, bi rêya teknîka xurt û îstîxbaratê êrîşî herêma Zagrosê kir. Di berxwedana li dijî van operasyonan de tevlîbûna hêzên YJA Starê gelekî girîng e. Mîrateya hevala Bêrîtan bi van tevlîbûnan re watedar dibe. Şopdarên hevala Bêrîtan Çîçek, Axîn, Dîjle, amara bi rêbaza şer ji bo Bêrîtan bûn bersiva herî mezin. Banga me ev e; Em ê bi ruhê Bêrîtan bi rêbaza fedayî û berxwedêr bersivê bidin hemû êrîşan. Di vê mijarê de em bi biryar in. Em ê hewl bidin deynê xwe yê ji bo çalakiya hevala Bêrîtan bi vî rengî bidin." Dersîm destnîşan kir, ku hebûna wan a li çiyê wê di xeta Bêrîtan, di xeta azadiya jinê de be.

'SOZA ME WÊ PRATÎKA ME BE'

Fermandar Dersîm got, "Weke hêzên YJA Starê, heta azadiya Rêberê me, azadiay gelê me, azadiya hemû jinan, em ê bi ti awayî nesekinin. Em bi îdîa û biryar in. Amadekariyên me jî li ser vê bingehê ne. Lewma hêzên me bi israr dixwazin li eniya şer cih bigirin. Hevala Bêrîtan jî Rêbertî baş fêhm kir û çalakiyeke wiha pêk anî. Yanî hevala Bêrîtan Rêbertî fêhm kir û pratîka wê pêka nî. Rêberê me dibêje; 'Fêhmkirin bicihanîn e'. Hevala Bêrîtan ev kir. Em jî dibêjin; soza me wê pratîka me be. Bi Bêrîtanbûnê em ê şer bikin. Bi vî rengî em ê tevlî pêvajoyê bibin û deynê xwe bidin.

...