Deklarasyona 8'ê Adarê. Em ê bi berxwedana jinê azad bibin

Rêxistinên jinan, bi şiyara 'Em ê bi berxwedana jinê azad bibin' deklarasyona 8'ê Adarê eşkere kirin. Jinan gotin, ew ê têkoşîna li dijî zîhiyeta mêr û rejîma şexsekî, li kolanan bimeşînin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li avahiya HDP'ê ya Stenbolê deklarasyona 8'ê Adarê eşkere kirin. Jinan, jinên şoreşger ên ji aliyê dewletê ve hatin kuştin, bibîr anîn. Her wiha silavên xwe ji jinên li girtîgehan dîl hatine girtin, şandin. Di destpêka daxuyaniyê de Berdevka Herêma Duyemîn a Koordînasyonê TJA'yê ya Stenbolê Seyrî Îpek axivî. Îpek bibîr xist, ku bi berxwedana xwe ya li dijî zîhniyeta mêr, wan xwe gihandine serdema îro û got, "Me berdêlên gelekî giran dan, em hatin kuştin, hatin girtin, lê haya me jê heye ku çi dibe bila bibe divê em bi hêza xwe li ber xwe bidin. Em li ber rejîma şexsekî, li ber zext û zordariya li jinê tê kirin, radibin. Em ê vê helwesta xwe, her li kolanan bin."

Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Nazli Andan, deklarasyona 8'ê Adarê xwend.

JIN WÊ BI BERXWEDANA XWE AZAD BIBE

Di metna deklarasyonê de hat gotin, "Di her sedemê de, ji bo jiyanê bi hemû rengên civakê bixemilînin, em jin ketin nava hewldanan. Ji destpêka mirovahiyê û vir ve, bi civakîbûnê re me hewl dan jiyanê bikin cihekî ku mirov karibin lê bijîn. Li şûna pîvanên serdestiya mêr a sîstem fez dike, em nirxên jinê eas digirin û ji bo avakirina cîhaneke azad wekhev û adîl, em di nava hewldanan de ne. Ev hewldanên me ne tenê ji bo me ye, ji bo jin û civaka piştî me ye. Bi hezaran salan em li ber xwe didin, ji bo nirxên ji me hatine standin, vegerînin."

Andan destnîşan kir, ku şert û mercên şer û polîtîkayên tepisandinê yên di salên dawî de li ser welêt hatine ferzkirin, berhema zîhniyeta rejîma şexsekî ye û wiha dewam kir: "Bi rêya vê polîtîkayê, hemû hêzên mûxalîf ên li nava civakê hedef hatine nîşandan û hewl hatiye dayîn, bên tepisandin. Di nava du salên dawî de li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan bajar hatin şewitandin, bi hezaran mirov hatin kuştin, girtin, binçavkirin û bi hezaran mirov ji kar hatin avêtin û ketin ber lêpirsînê. Mîna li her devera cîhanê tê dîtin, di vî şerî de jî yên herî zêde bûn hedef, hebûna wan ji nedîtî ve hatin û êrîş li wan hat kirin, jin in.

Di nava vê pêvajoyê de, bi hilweşandina bajaran re bi sed hezaran jinên Kurd neçar hatin hiştin ku koç bikin, bi hezaran kedkarên jin ji kar hatin derxistin. Bi destê qeyûm hilbijartiyên jin hating irtin, bi sedan saziyên jinan hatin girtin, akademîsyen û rewşenbîrên jin ên ji bo aştiyê têdikoşin bi îşkenceyê hatin girtin. Bi weşandina dîmenên înfazkirina jinan re, êrîşa zayendî bi rengekî bê exlaqî tê nîşandan, komkujiya jinan zêde dibe, bi awayekî rêk û pêk êrîş li rêbaza jiyanê ya jinan tê kirin. Lewma, faşîzma ku niha welêt bi rê ve dibe, jinê li nava malê heps dike, hewl dide dengê wê bibire, ji qadên cemaweriyê vegire û jiyanê lê biherimîne. Êrîş li destketiyên jinan ên bi kedeke mezin hatin bidestxistin tê kirin, dijminatiya li jinê li nava civakê tê belavkirin û bi vî rengî hewl tê dayîn sîstema baviksalariyê bê xurtkirin.

Nivîsên faşîst û zayendîparêz ên li Kurdistani ser dîwaran heta odeyên razanê hatin nivîsandin, teşhîrkirin bedena Ekîn Wan, bicihkirina qeyûmên mêr li Daîreyên Polîtîkayên Jinan ên Şaredariyên DBP'yî, hewldana qanûnîkirina zewicandina zarokên keç bi tecawizkar re, kêmkirina cezayê li tecawizkar tê birîn û zêdebûna bûyerên kuştina jinê, hemû ji ber nasnameya mêr a dewletê û dijminatiya li jinê ye.

Dîrok dubare dibe, Navê berxwedêran biguhere jî, berxwedan wê her bidome.

Zîhniyeta ku di sala 1857'an de li New Yorkê 129 karkerên jin şewitand, îro li Cizîrê, li Sûrê ji jêrzemînan jinan dikuje. Çawa ku di wê demê de bi hezaran jinan biryara grevê dan û li ber sîstema mêr rabûn, îro jî li refên herî pêş ên berxwedanê, jin li dijî zîhniyeta mêr li ber xwe didin. Jinên ku li qadên xwerêveberiyê li refên herî pêş şer kirin, jinên ku li dijî qanûna destavêtinê daketin kolanan û kirin ku qanûn bê betalkirin, jinên ku ji ber pêşengiyê ji gel dikin hatin girtin, jinên ku li dijî her şêwe zext û zordariya sîstema baviksalariyê li malê heps nabin; wê her derê bikin qada berxwedanê, bikin qada jinan, bikin qada 8'ê Adarê. Em ji vê derê careke din dibêjin, li dijî jiyana ku zîhniyeta mêr ferz dike, 'Bi berxwedana jinê em ê azad bibin'.

Bi şiyara 'Bi jinan re bi hêz' wê mîtîngeke navendî di 5'ê Adarê roja Yekşemê de li qada bazarê ya Bakirkoyê lidar bixin. Ji bo vê mîtînga ku hemû rêxistinên jinan organîze dikin, ji bo zêdekirina qîrîna azadiyê û hêviyê, em bang li hemû jinan dikin ku tevlî bibin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî", Kî çi dibêje bila bêje, em dibêjin NA, NA, NA" qediya."