Dayikên Şemiyê, li Mehmet Şîrin Maltû pirsîn

Dayikên Şemiyê cara 618’an hatin cem hev. Di çalakiyê de li aqûbeya Mehmet Şîrin Maltû hate pirsîn ku di 17 saliya xwe de hate binçavkirin û nema pêjn jê hat.

Dayikên Şemiyê bi mebsta ku li aqûbeta nasên xwe bipirsin heftiya 618’an, li Meydana Galatasarayê hatin cem hev. Vê heftiyê li aqûbeya Mehmet Ş:îrin Maltû yê 17 salî hate pirsîn, ku ji mezrika Zediya ya girêdayî Kozluk a Êlihê bû, hatibû binçavkirin û careke dî nema pêjn jê hat.

Birayê Nûçegihan Nazim Babaoglu ê ku li Rihayê hate nebedîkirin Îrfan Babaoglu û Birayê Hayrettîn Eren îkbal Eren axivîn.

Dayika Mehmet Şîrin Maltû Sabriye Maltû di çalakiyê de axivû û got, ‘’Ez goristanên me dixwazim. Ez hestûyên zarokên xwe dixwazim. Bêyî ku em li berf, baran, heriyê bisekinin, em ê lêgerîna xwe berdewam bikin.’’

 ‘NA’

Daxuyanî ji hêla Ozlem Dalkiran ve hate xwendin. Dalkiran li ser guherîna destûrê û referandûmê   jî got, ‘’Em ji guherîna destûrê ku di mijara azadî û mafan de pirsgirêkên giran di xwe ve vedihewîne ne razî ne. Ji ber ku di vê destûrê de em nîn in.’’

Dalkiran got, ‘’Leşkeran Şîrin Maltû ku ji êşkenceyê nedikarî li ser lingan bisekine, xistin wesayitê. Malbatê serî li qereqola Jandarma Kozluk û Bekîrhanê da, ku ew jî di ser serdegirtina malan de bûn lê gotin ku zarokê wan ne di bin çav de ye.’’

Dalkiran got, ‘’Dewlet mecbûr e ku aqûbeta Maltû diyar bike û bibêje bê ka bedena Maltû li kû ye. Mecbûr e kesên ku ev tişt kirine hişkere bike.’’