Dayikên Şemiyê: Diyar e em ê 600 hefteyên din jî li vir bin!

Dayikên Şemiyê ku ev 21 sal in bêyî ku havîn û zivistan, germ û sarê binêrin li pey dadê ne bi çalakiya vê heftê 600 hefte li dû xwe hiştin.

Dayikên Şemiyê diyar kirin  eger bêdadî bidome wê 600 hefte din jî çalakiya xwe bidomînin û zarokên xizmên nebedîbûyiyan jî gotin ku ew ê çalakiya ku wan û bavên wan dane destpêkirin bidomînin. 

Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê ji bo pirsa xizmên xwe yên hatine nebedîkirin dicivin di hefteya 600. a çalakiya xwe de car din kom bûn û pirsîn , "Xizmên me yên hatine nebedîkirin li kû ne" . Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin û dostên wan di saetên sibehê de li Qada Galatasarayê civiyan û ber bi saetên nîvro ve hejmara beşdaran gihîşt hezaran. 

Ji ber ev çalakiya dîrokî 600 hefteyan li dû xwe hişt, vê heftê gelek pankart û nivîsên taybet hatin amadekirin. Kesên hatin çalakiyê jî bi qurnefîl û wêneyên kesên ku hatine nebedîkirin li hev civiyan. Vê heftê gelek akademîsyen, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û parlamenterên HDP û CHP'ê jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşan dan. 

36 SAL IN LI KURÊ XWE DIGERE

Di çalakiyê de destpêkê dayika Hayrettîn Eren ê ku 36 sal berê di bin çavan de hatî nebedîkirin, Elmas Eren axivî. Dayika Eren a ku ev 36 sal e pirsa kurê xwe dike wiha axivî: "Çend Hezîran derbas bûn. 36 sal in kurê min nebedî bûye. Ji gera hestûyên wî rih di min nema. Hûn çi dikin bila bikin em hestûyên zarokên xwe dixwazin."

Piştre, yek ji sembolên çalakiya Dayikên Şemiyê, dayika Hasan Ocak Emîne Ocak axivî û got: "21 sal in li vir rûdinêm. Ji bo ciwanan, dayikan û bavan rûniştim." 

HEWCE BE 600 HEFTEYÊN DIN JÎ EMÊ LI VIR BIN

Dîsa dayika Murat Yildiz ê ku 21 sal berê li Îzmîrê li qereqolê hate nebedîkirin, Hanîfe Yildiz hestên xwe anî ser ziman. Dayik Yildiz diyar kir ku eger bêdadî bidome wê 600 hefteyên din jî çalakiya xwe bidomînin Dayika Berfo bibîrxist. 

ZAROK TÊKOŞÎNÊ DIDOMÎNIN

Li ser navê Dayikên Şemiyê jî keça Fehmî Tosun Besna Tosun axivî. Tosun diyar kir ku li hemberî van sûcên herî giran ên mirovahiyê hatine kirin û wiha got: "21 sal berê dayik û bavên me di vê qadê de dest bi têkoşînê kirin. Niha jî em nifşên nû, zarokên wan vê têkoşînê didomînin." 

DAYIKÊN PLAZA DE MAYO PEYAM ŞANDIN 

Piştî axaftinên xizmên kesên ku hatine nebedîkirin, peyama Dayikên Plaza de Mayo ya ji Arjantînê hate guhdarkirin. 

Li ser navê hemû çalakgeran daxuyaniya hevpar ji aliyê Serpîl Taşkaya ve hate xwendin ku bavê wê Huseyîn Taşkaya li Pirsûsê hatibû nebedîkirin. Taşkaya destnîşan kir, li gel 600 hefte ye li vê qadê ne jî kujer nehatine peydakirin û daxwazên xizmên nebedîbûyiyan anî ser ziman. 

Piştî çalakiyê xizmên kesên ku hatine nebedîkirin ji qadê veqetiyan.

...