Dayikên Şemiyê: Deynê me li dewletê heye!

Dayikên Şemiyê vê heftiyê hesabê Ridvan Koç pirsî ku di êşkenceyê de hatibû kuştin.

Hunermend Nur Surer  di çalakiya Dayikê Şemiyê de dema ku li  aqûbeta Ridvan Karakoç hat pirsîn axivî û got: "Em ji vî guhertina qanûna bingehîn re ya ku rayeyê di destê kesekî de kom dike û me ji maf û azadiyên me, ji aştî û aramiya civakî, ji demokorasiyê û ji windayên me dûr dixe re dibêjin na."

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên ku hatine windakirin bipirsin cara 621'emîn li Qada Galatasarê hatin cem nev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin, wêneyên windayan hatin hilgirtin, laçikên spî û qurnefîl danîn li ser pankartê. 

Di Çalakiyê de ewil birayê Hasan Ocak ê ku di 21'ê Adara 1995'an de hat binçavkirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin, Huseyîn Ocak axivî. Ocak wiha got: "Wê demê gelek şahid hebûn. Bila kesên ku wê demê şehidî kirin  bên îro jî bikin."

'DOZGER NAXWAZIN BI DEWLETÊ RE RÛ BI RÛ BIN'

Gulseren Yolerî ya têkîldarî dosyayê axivî diyar kir ku beriya 22 salan lêpirsînek hatiye destpêkirin û di vî dosyayê de delîl hebû ku nîşan dida dewletê kuştiye. Yolerî anî ziman ku têkîldarî dosyayê lêpirsînekî berfireh nehatiye kirin û dosya demeke dirêj vala maye. Yolerî da zanîn ku par di encama hewldanên malbatê de lîsteya şahidan dane dozgeriyê, şahid hatine guhdarkirin lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin û wiha berdewam kir: "Di dozên bi vî rengî de dozger bi israr bi ser bûyerê de naçin. Ji ber ku naxwazin bi dewletê re rû bi rû bin." 

Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî anî ziman ku 22 sal in li Galatasarayê ne û êdî hemû tiştên ku bibêjin qedandine. Karakoç wiha berdewam kir: "Yên li pêşberî me ne wekî dîwêr in, me nebîhistin. Ker û lal bûn. Kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im em bihistin lê wan nebîhistin." Karakoç diyar kir ku bi serokwezîrê demê re hevdîtin pêk anîne gotina "ez ê li ser bisekinim" bi kar aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hundirê çavên dayika 104 salî û ya me mêze kir û derew kir. Bi hestên me  lîst." Karakoç got ku dayika wî ji kujeran bêyî ku hesab bipirse jiyana xwe ji dest daye û ew ê hesab bipirsin. 

'JI BER HIQÛQ NÎNE 621 HEFTE NE EM LI VIR IN'

Di çalakiya ku aqûbeta Ridvan Ocak ê di 20'ê Sibata 1995'an de di bin çavan de hate windakirin de daxuyanî ji mirovên şemiyê Nur Surer xwend. Surer wiha got: "Li vê axê ji ber ku cudatiya di navbera hêzan de tune ye, daraz serbixwe nîne, li şûna hiqûqê rejîma ku kêfîbûnê esas digire heye em 621 hefte ne li Galatasarayê ne." Surer wiha berdewam kir: "Em ji vê  guhertina qanûna bingehîn re ku rayeyê di destê kesekî de kom dike û me ji maf û azadiyên me, ji aştî û aramiya civakî, ji demkorasiyê û ji windayên me dûr dixe re dibêjin na."

'GER TESLÎM NEBE EM Ê BIKUJIN'

Surer got ku ji ber ku dixwazin nehiqûqiya 22 salan a di dosyaya Karakoç de bi dawî bebe vê hefteyê hatine cem hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurê Asîye Karokaç, Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya. Di salên 90'an de ji ber ku di partiyên siyasî yên Kurdan de xebat dimeşand di heman demê de jî di nava xebatên dameziradina Navenda Çanda Mezopotamyayê de cih digirt ji aliyê polîsan ve dihat şopandin. 1994'an de di encaka îfadeya kesekî ku hate binçavkirin de ewil der barê wî de biryara lêgerînê hat derxistin. Piştre jî ev biryara lêgerînê veguherandin biryara girtînê."

Surer anî ziman ku polîsên ku li Karokoç digeriyan mala malbata Karakoç di bin dorpêçê de girtine û wiha pêdeçû: "Polîsên ku gelek caran bi ser malê de girtin gotina 'ger neyê teslîm nebe em ê bikujin' bi kar anî. Ridvan ê ku nediçû mala xwe bi malbat û parêzerên xwe re têkîlî datînîn. Ev ji hev agahî girtin piştî 15'ê sibata 1995'an qut bû. Di heman demê de dorpêça polîsan a li dora malbata Karakoç û serdegirtinên malan jî bi dawî bûn."

'BI ÎŞKENCEYÊ HAT KUŞTIN'

Surer destnîşan kir ku malbata Karakoç a ku li Ridvan digeriyan serî li gelek cihan dan lê encamek negirtin, li gel hemû lêgerînan saziyên dewletê 3 mehan bersiva "li cem me nîne" dan malbatê. Surer da zanîn ku malbata Ocak a ku kurê wan Hasan Ocak e di bin çavan de hate windakirin digeriyan di meha Gulana 1995'an de bi Dozgeriya Beykozê bi tesadufî di nava dosyayan de wêneyê cenazeyê Ridvan Karakoç ê îşkence hatiye kirin dîtin û ev agahî da: "Bi vî rengî bedena Ridvan Karakoç ê îşkence hatiye kirin derket holê ku di 2'yê adara 1995'an de avetine daristana li Beykozê. Li gel ku hatiye binçavkirin, rêbazên îşkenceyê yên polîsan hatiye bikaranîn jî bedena Ridvan Karakoç wekî 'kesê nediyar' bi dizî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hate definkirin."

Surer got ku di 3'ê hezîrena 1995'an de malbatê xwe gihand gora Ridvan û malbatê cenazeyê wî ji wir girt û li Goristana Taxa Faziyê defin kirin. 

'ÊDÎ BES E'

Surer anî ziman ku ji bo lêpirsînÊ  bi bandor bê kirin, rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin malbata Karakoç 22 sal in daxwazê dike lê ev daxwaza wan bêbersiv dimîne. Surer herî dawî wiha got: "Êdî bes e. Lêpirsîna ku 22 sal in hatiye taloqkirin em dixwazin bi berfirehî bê meşandin, bûyer çawa qewimî ye, berpirsyar bên tespîtkirin û bên cezakirin."