Dayikên Şemiyê: Dewlet deyndarê me hemûyan e

Dayikên Şemiyê vê heftiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn.

Dayikên Şemiyê heftiya 622’an li Qada Galatasarayê hatin cem hev û li aqûbeta windayan pirsîn.

Di çalakiyê de Wekîla HDP’ê Pervîn Bûldan û Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî amade bûn, di çalakiyê de li aqûbeta Mûrat Yildiz hate pirsîn ku 23’yê Sibata 1995’an hatibû binçavkirin û piştre nebedî bûbû.

Di çalakiyê de rojbûna Sebahattîn Alî hate pîrozkirin ku Alî bi awayekî kiryar nediyar hatibû kuştin. Di çalakiyê de birayê Cemîr Kirbayir ku 12’ê îlonê hatibû nebedîkirin, Mikaîl Kirbayir axivî û got ev 622 heftî ne li xizmên xwe digerin lê belê kiryar diyar nebûne.

Xwîşka Hayrettîn Eren Îkbal Eren jî got: ‘’Dewlet deyndarê me hemûyan e. Em bang li Dayika Berfo jî dikin, bang li Dayika Kîraz jî. Em ê Cemîl bibînin û li cem wê, em ê wî veşêrin, em ê Ismaîl bibînini û bibin cem Dayika Kîraz. Ev soza me ye.’’

'DEWLET DEYNDARÊ ME YE'

Xwîşka Hayrettîn Eren, Îkbal Eren jî axivî û wiha got: "Dewlet deyndarê me hemûyan e. Em bang li Dayika Berfo jî Dayika Kîraz jî dikin. Em ê Cemîl bibînin û bişînin hembêza Dayika Berfo. Em ê Îsmaîl bibînin û ji Dayika Kîraz re beşînin. Ev ji we re soza me ye."

Dayika Mûrat Yildiz, Hanîfe Yildiz a piştre axivî û pirsa "Hemû kes kesekî diparêzin. Gelo kê daxwazên me bide? Kesek hesab nade" kir. Yildiz got uk 22 sal in li vir kesekî nabîne pirsa kurê xwe bike û wiha berdewam kir: "Dibêjin em daxwazên gel bi cih tînin. Ma daxwazên me daxwaz nîn in? Tenê dikarin bibêjin em ê îdamê binîn. Ma qet me nabîhizin? Sedema evqas xemsariyê çi ye? Gotin Tirkiyeya nû hatin. Wekî sandoqa keça min tevlîhev dikin û disekinin."

Parêzer Gulseren Yolerî jî li ser dosyaya Muratl Yildiz axivî û got ku li ser dosyayê biryara veşarîbûnê heye û piştî ku Yildiz hate windakirin heta niha dosyaya wî jî winda ye. Yolerî got ku heta berpirsyar bên dîtin wê têkoşîna xwe bidomînin.

'DI 2007'AN DE DOZA MÛRAT YILDIZ JI HOLÊ HATE RAKIRIN'

Metna çapemeniyê ya vê hefteyê ji mirovên şemiyê Mîne Nazarî xwend. Nazarî pêvajoya windakirina Nazarî par ve kir û wiha got: "Bi daxwaza xwe teslîm bûbû, ceza jî pêwîst nebû bi îdiaya gule berdaye hate sûcdarkirin. Îdiaya Mûrat reviye tiştekî ku bawerî bê nebe jî di darizandina 5 salan berdewam kir de 2'yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Gebzeyê gotina polîsan a ji keştiyê xwe avêtiye esas girt. Dadgehê 18 qruş cezaya pere li polîsan birî. Heman dadgehê di 2002'yan de cezaya pere ya polîsan 5 sal taloq kir. Di 200'an de jî biryara hemû encamên dozê ji holê rakirinê da. Nehiqûqî bi vî yekê re neba. Dosyaya Mural Yildiz di Edliyeya Gebzeyê de hate windakirin. Parêzera ÎHD'ê Gulseren Yolerî ya qeydên edliyeyê lêkolîn kir belgeyekî ku dosya hatiye îmhakirin nedît, dosya jî nedît. Yolerî careke din ji bo aqûbeta Yildiz bê aşkerakirin di çileya 2015'an de serî li Serdozgeriyê Komarê ya Gebzeyê da. Komîser Ramazan Kaya û polîsên bi navê Şahîsmaîl Ozturk û Tahîr Şerbetçî yên ji Qereqola Ozkanlar a Bornovoyê berpirsyar in. Midûrê Emniyetê yê wê demê Kemal Yazicioglû, Waliyê Îzmîrê yê wê demê Kutlu Aktaş, Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Mehmet Agar, Serokwezîra wê demê Tansu Çîller, Serokomarê wê demê Suleyman Demîrel ji windakirina Murat Yildiz berpirsyar in.