Dayikên Şemiyê cara 604'emîn hatin cem hev

Dayikên Şemiyê, cara 604'emîn li Qada Galatasarayê li hev kom bûn.

Dayikên Şemiyê yên ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev di hefteya 604'emîn de bi şîara "Kiryar diyar in, winda li kû ne" çalakî li dar xistin. Pervîn Buldan û gelek parazvanên mafên mirovan jî piştgirî dan çalakiya dayikan. Di çalakiya vê hefteyê de li hemberî Mehmet Agar ê ku fermana kuştin û windakirinên di salên 90'an de da nerazîbûn hat nîşandan. Dayikan gotinên Mehmet Agar a ku di komîsyona darbeyê de kir ên "gelo hatiye binçavkirin, qeyda wî tuneye, em ê bêguman li hemberî hemû tevgerên neqanûnî yê agahiya me hebe disekinin, Nejdet Menzîr jî li hemberî vî desekinî. Ango ji bilî vî mînaka we ya şênber heye yên li Midûriyeta Emniyeta Stenbolê winda bûne" bi bîr xistin û careke din gotin ku Agar berpirsyar e. 

Di çalakiyê de destpêkê birayê Hasan Ocak, Alî Ocak axivî û wiha got: "Em 21 sal in li vir edaletê digerin. Dema ku Fehmî Tosun jî hat revandin em li vî meyadê li edelatê digeriyan. Ji wê rojê heta niha lêgerîna me didome û em li vir in." Ocak li hemberî gotinên Agar nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Em nabêjin qeyda wan heye yan na. Em fermana ku te daye dipirsin. Em hesabê kesên ku bi fermana te hatine revandin dipirsin. Gotinên Agar îtirafkirina windayan e. Mehmet Agar 40-45 sal in li hemû qademeyên welat de cih girt. MEhmet Agar berpirsyarê hemû sûcan e û parazvanê wan e. Agar îro jî ji aliyê hikûmetê ve tê parastin."

Dayika Murat Yildiz ê ku dema Agar Midûrê Giştî yê Emniyetê bû hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat wergirtin. Hanîfe yildiz jî anî ziman ku hêrs û êşa wan mezin e û wiha got: "Agar îro rabûye fedî nake û diaxive. Ji bîr nekin em ê li hemberî we bin. Em ê rastiyan wekî şiqamê li rûyê we bixin. Ma wijdana we evqas e. Em hestiyên windayên xwe dixwazin. Bêwijdanino, hûn kujer in."

Îkbal Eren a birayê wê Îkbal Eren hate windakirin jî diyar kir ku dayika wê nekariye vê hefteyê tevlî çalakiyê bibe, 36 sal in dayika wê hewl dide bibêje ku kerekî kurê wê jî tunebû. Eren got ku 604 hefte ye li vî qadê navê Agar tê ser ziman û wiha got: "Hayrettîn Eren û çendî kesên din jî we winda kir, li Stenbolê. Hemû di dema te de hatin windakirin. Ma xwediyên torosên spî em bû, kê ev direvandin. Ma agahiya we tunebû."

Birayê Îsmaîl Bahçeçîc, Umut Bahçecî, jî wiha axivî: "Tu kujer î. Li wir wêneyên mirovên ku tên rakirin tu kujerê ji wan ji sedê 90'î. Mirov dibêje ez kujer im. Hûn çima wî nagirin. Zilam dibêje me kuştiye. Dema ku hûn vî zilamî bigirin wê ji sedî 90 kiryar bên dîtin. Zilamê kujer."

Pervîn Buldan jî got ku hevserê wê Savaş Buldan dema Mehmet Agar de hatiye qetilkirin û wiha got: "Darbeya herî mezin Agar li vî welatî xist. Ji bilî darbeyên leşkerî divê darbeyên siyasî jî bên lêkolînkirin. li vî welatî bi darbeyên sivîl bi hezaran mirov hatin qetilkirin, windakirin. Îradeya siyasî, dozger, dadger ma wê bêdeng bibînin. Agar bixwe gotibû hete ez tuxlayekî bikişînim wê dewlet hilweşe. Êdî dema kişandina wî tuxlayê hatiye. Divê ew tuxle bê kişandin, divê diwar bê hilweşandin û hesab bê dayîn."

Di çalakiya vê de hevsera Fehmî Tosun, Hanim Tosun jî wiha got: "Hûn kujeran dibin û li meclîsê didin axaftin lê bi salan e ji bo tiştên ku em dibêjin guhê xwe digirin. Hûn komîsyona ku li meclîsê ava kiriye binîn vê derê rastî çi ye bibîhizin."

Di çalakiyê de herî dawî Masîde Ocak axivî û wiha got: "Nejdet Menzîr, Hayrî Kozakçioglu, Reşat Altay, Kadîr Akbiyik, Mehmet Agar, Nahît Menteşe, Tansu Çîller, Suleyman Demîrel ji windahiyan berpirsyar in. Em ê Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr ji bîr nekin. Kesên ku ew windakirin jî efû nekin."