BI DÎMEN

'Dayika Ûveyş pîvana me ya azadiyê ye'

"Dayika Ûveyş neviya Xwedawendan e. Li hemberî paşverûtiyê, koletiyê, zilmê serî netewandiye û xwedî sekneke piroz e."

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera vefatkirina xwe de li çiyayên Kurdistanê tê bîranîn û gerîla ji bo dayika Ûveyş hestên xwe tînin ziman. 

Endama Komîteya Perwerdehiyê ya PKK’ê Zeynep Cûdî jî, ji bo dayika Ûveyş got, “Em careke din bejna xwe li hemberî dayika Ûveyş ditewînin û bibîr tînin. Ji bo me biêş bû. Ew ne dayika Serokatî tenê ye; dayika Ûveyş Serokatî ji bo civak û mirovahiyê afirand, ji ber vê dayika hemû mirovahiyê ye. Me çand, kesayet, dîrok, di sekna wê de nas kir û me ji xwe re kir mînak.”

Cûdî, Dayika Ûveyş weke neviya xwedawendan  nirxand û bi gotina “Ya ku li hemberî paşverûtiyê, koletiyê, zilmê serî ne tewandiye û xwedî sekneke piroz e. Dayika Serokatî ji bo me dîrok e. Çiqas dem jî derbas bibe nayê ji bir kirin. Bi ked, şer û serbilindiya xwe, xwe da naskirin” bal kişand ser taybetmendiyên wê. 

Cûdî, di berdewamiya axaftina xwe de got, “Bîranîneke wê jî heye; dibêje dema Serokatî li Rojava bû leşkerên Tirkan di ber wê re derbas dibin û dibêjin, ‘şûna te Evdilah bianiya dinê bila te kevirek bianiya. Dayik jî dibêje, ‘ma dayika te tu kevir anî dinê ku ez jî kevir bînim!!. Ev gotin pir tiştan îfade dike. Ya ku Serokatî mezin kiriye, hiştiye ku Serokatî têbikoşe dayika Serokatî ye. Tim tolhildêr bûye û li dijî paşverûtiyê tim têkoşiyaye û  ti caan ser xwe netewandiye. 

Em jî wek tevgera jin bi saya dayika Ûveyş hatine roja îro. Ji ber ku Serokatî di şexsê dayika xwe de hemû jin afirandin. Serokatî di şexsê dayika xwe de hezkirin û hêza jinê dît. Serokatî dibêje; ‘min ji dayika xwe re parçeyek qûmaş nekirî, lê min artêşek diyarî dayika xwe kir. Em weke artêş xwe diyariya dayika Serokatî dibînin. Eger dayikeke wisa nebûya dibe ku em îro ne li vir bûna. Em hemû nevî û zarokên dayika Ûveyş in. Cihê dayika Ûveyş bihûşt e. Her kes dixwaze xwedî dayikeke wisa be. Lê lazime gelê Kurd û ciwanên Kurd bizanibin ku dayika Ûveyş dayika me hemûyan e. 

Em nikarin bibêjin ku em xwedî li mîrateya dayika Ûveyş derketine û me welatekî azad diyarî wê kiriye. Ji ber ku hê jî goristanên me di bin dagirkeriyê de ne. Mesela em îro nikarin biçin ser tirba dayika Ûveyş û dua bikin.Tirba dayika Ûveyş cihê ku mirov biçe xwe lê bide efû kirinê ye. Dema me welatekî azad diyarî dayika Ûveyş kir, em  dikarin bibêjin em xwedî li dayika Ûveyş derketin. Em deyndarê dayika Ûveyş in. Her dilopeke şîrê ku daye Serokatî, ava jiyanê dayina mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê em weke rêxistin xwedî li biranînê wê derkevin.” 

Cûdî axaftina xwe bi vî awayî dawî kir; “Dayika Ûveyş ne miriye, her tim di dilê me de ye. Perwerde û jiyana me bi bîranînê wê zindî dibin. Pîvana me yê azadiyê ye. Lewma sekneke şerker, bi vîn û xwedî hêz bû. Em dubare soz didin ku em ê xwedî li bîranînên dayika Ûveyş derkevin, weke zarokên wê em ê layiqî sekna wê bin û em ê welatekî azad diyarî dayika Ûveyş bikin.”