Cûdî: Çapemeniya Kurd di hişmendiya dijmin de diteqe!

Ji Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî ji bo 22’yê Nîsanê Roja Nûçegihanên Kurdistanê ji ANF’ê re axivî…

Ji Koordînasyona PAJK’ê Cûdî behsa nûçegihaniya Kurd û bandora wê ya li ser têkoşînê kir. Cûdî got: ‘’Ji bo ku mirov bibe nûçeginekî/a rasteqîn divê mirov berdêlên giran jî bîne ber çav’’ û bi domdarî got, ‘’Bi têkoşîna PKK’ê ya bêhempa hişyarbûn û wêrekiya ku çêbûyî êdî rastî bê tirs têne nivîsîn. Peyv weke berên ku ji lûleyê dipekin di hişmendiya dijmin de diteqin.’’

Cûdî got: ‘’22’yê Nîsana 1898’an bi rojnameya Kurdistanê ya ku Mîthat Bedirxanî derxistî ev kevneşopî dest pê kiriye û bi berdêlên giran heta bi roja îro hatiye. Em Roja Nûçegihanên Kurdistanê di serî de li wê civakê pîroz dikin ku ji bo ronakbûna Kurdan têkoşiyane pîroz dikin û nûçegihanên xwe yên şehîd ku li ser navê çapemeniya azad hewce bike canê xwe dane bi hurmet û minet bi bîr tînin.’’

 ‘LI KURDISTANÊ NÛÇEGIHANÎ EW E KU MIROV HER TIŞTÎ BÎNE BER ÇAVAN’

Cûdî bal kişande ser dijwariya terisandina geşedan û rastiyên li Kurdistanê û got:

Li nav civakên dî nûçegihanî karekî wiha ye ku jiyanê  direngîne û kelecaniyekê dide. Li Kurdistanê jî ev rewş cuda ye. Ji bo ku mirov bibe nûçegihanek rastî divê mirov zindanan, mişextiyê, berdêlên giran bîne ber çavan. Ji ber ku herî pir tê xwestin ku rastiyan li Kurdistanê binixumînin û ji bo vê jî kesên ku rastiyan vedibêjin di serê lîsteya hedefê ya sîstemê de ne.Ji ber ku rewş wiha bû beriya tevgera PKK’ê kesên ku rastî çawa bin wiha nivîsî hema hema ji holê rabûn. Hin kesên ku hewl didan bibêjin jî pir kêm be jî ji hewa nerm a siyasî sûd wergirtine û bi şêwazeke lîberal dest bi nivîsandinê kirin lê ev ji wê şêwaza ku rastî bi dengekî gur werin vegotin pir dûr bû. Rastiyan ew qasî lîberalîze dikin, rastiyan ji sîstemê zêdetir berevajî dikin û dixin rewşeke wiha ku êdî neyên naskirin. Hinan jî  li ser navê Kurdayatiyê rojname û kovar li derveyî welêt derxistin lê ev jî ketin rewşeke wiha ku êdî ji rastiya welêt re xerîb bûbûn. Ji bo vê jî li derveyî vê her tişt bêdeng bûbû, bêdengî bûbû sersarî, sersarî jî dibir xafilbûn û îxanetê. Bi vî rengî jî li Kurdistanê rastî kor, kerr û lal bûbûn.

 ‘PEYV MÎNA BERÊN KU JI LÛLEYÊ DERDIKEVIN BI MÊJIYÊ DIJMIN DE TEQIYAN’

Cûdî got, bi PKK’ê re nûçegihaniya rast derketiye holê, di nûçegihaniyê de jî pêkhateya pêşeng û milîtan diyar bûye. Cûdî wiha got: ‘’Bi têkoşîna bêhempa a PKK’ê re, bi hişyarbûn û wêrekiyê re êdî rastî bê tirs hatin nivîsîn. Qelem weke çekê hatin bikaranîn û peyv weke berên ku ji lûleyan derdikevin di mêjiyê dijmin de diteqiyan. Helbet a ku dihate jiyîn rewşa şoreşê bû. Di vî şerê manûnemanê de nûçegihanên welatparêz ên Kurdistanê bêyî ku hesabê tiştekî bikin, rastî bi rengekî radîkal û şilfûtazî dinivisîn.’’

ROLA JINÊ YA DI ÇAPEMENIYÊ DE

Cûdî bal kişande ser giringiya ku jina Kurd bi PKK’ê re dest nûçegihaniyê kiriye û got heta bi salên 90’î yek nûçegihaneke jin nebû lê bi PKK’ê re bi jinê  her ku lebitandina mêjî û lêgerîn geş bûye, meylên bi vî rengî zêdetir geş bûne xwedîderketinek di vê hêlê de çêbûye. Cûdî wiha got: ‘’Ji bo vê jî di nûçegihaniyê de bi giştî jî di çapemeniyê de hebûna jinan di hela jimaryarî û qelîteyê de geş bûye. Ev kevneşopiya ku bi Emel Çelebî, Gurbetellî Ersoz dest pê kirî,  di çapemeniya çiyê de bi Jiyan, Bêrîtan û Şîlanan dom kiriye. Bi peyrevên wan Sarya Onur, Hebûn Dêrsim, Rojînda Amed, Deniz Firat, Arjîn Amed û herî dawî Xerîb Welat û Nûjiyan Erhan şaxên xwe kûrtir berdande û dom kiriye.’’

 ‘JI BO BÎRANÎNA HER ŞEHÎDÎ EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN’

Cûdî herî dawî got, ‘’Em careke dî ji bo 22’yê Nîsanê Roja Nûçegihaniya Kurdistanê bi navê kadroyhên PKK’ê û PAJK’ê em xebatên çapemeniyê yên bi rêxistiniya YRD û RAJIN’ê geş bûne slav dikin û bang dikin ji bo bîranîna her şehîdî em têkoşînê geştir bikin.’’