CHP wê ji tezkereya şer a AKP’ê re bêjin ‘NA’

CHP’ê ragihand ku wê ji bo tezkereya şer a ji bo Sûriye û Iraqê dengê ‘na’ bikar bînin.

Serokwekîlê Koma CHP’Ê Ozgur Ozel ragihand ku wê ji bo Tezkereya Sûriye-Iraqê ku wê îro li Meclîsê bê dengdan, dengê na bikar bînin.

Ji bo tezkere bê pejirandin divê piraniya dengê Meclîsê erê bike, di hevdîtinên têkilarî tezkereyê de jî  AKP, MHP û Partiya ÎYΠ ragihandin ku wê bêjin ‘erê’ û HDP jî dengê ‘na’ bikar bîne.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglû di civîna koma xwe de bi gotina ‘Bi kîjan hincetê  be, her gotinê em ê mohr bikin’ nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan da.

Kiliçdagroglû li ser tezkereyê ev gotibû: “Em naxwazin ne ti leşker û ne jî polîsên me li Sûriyeyê şehîd bibin. Li Sûriyeyê leşker û şehîdên me çûn, têkoşîn.. têkoşîna çi? Aştî hebe çima şer?

Çima leşkerên me li wir şehîd bibin? TUGAV’ên ku sirûdên komando dibêjin hene. Ne wisa? Sirûdên komando dibêjin. Dibêjin fermandarê me yê herî mezin Erdogan e. Ê wan bişîne Sûriyeyê kekê min. Bila fermandarê wê derê jî bibe Bîlal Erdogan!”